Jinên Qamişloyî: Heta ku YPJ neyê qebûlkirin em ê têbikoşin
Jinan li bajarê Qamişloyê meşeke girseyî ji bo YPJ’ê li dar xist û ji bo piştgiriya bi YPJ’ê re gotin: “Bi hêz, têkoşîn û îradeya jinan wê YPJ di destûra Sûriyeyê de were qebûlkirin.”
Qamişlo – Ji bo ku YPJ weke hêza jinan bi awayekê fermî ji aliyê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve were qebûl kirin têkoşînek bi hêz di dome. Bi taybetî jî jinên Rojavayê Kurdistanê bi îdeayek mezin ji bo vê yekê têdikoşîn.
Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Rojava, ji bo piştgiriya bi Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) re, di 26’ê Nîsanê de kampanyaya bi navê “Em hemû YPJ’ne, YPJ hebûna me ya” ragihand. Di çarçoveya kampanyayê de rêze çalakiyên piştgriyê tên lidarxistin. Ji ber vê yekê îro li bajarê Qasmişlo yê rojavayê Kurdistanê di bin dirûşma “Em hemû YPJ’ne û YPJ hebûna me ye” meşeke girseyî bi pêşengiya Kongra Star hat lidarxistin.
Meş ji Çerxereya Sonî destpêkir û heta Çerxereya Şehîdan bi beşdariya bi sedan jin, fermandar û şervanên YPJ’ê, endamên Şaredariyê, saziyên Rêvebriya Xweser, sazî û tevgerên jinan beşdarî meşê bûn. Jinên ku tevlî meşê bûn destnîşan kirin ku heya YPJ ji hêla hikumeta demkî ve bi awayekî fermî neyê qebûlkirin wê her roj li kolanan bin.
Biryarên hikumeta demkî li dijî îradeya gel û jinan
Piştî deqeyek rêzgirtinê li ser navê Kongra Star Gulistan Gulo axivî, Gulistan ji bo her jinek ku ji bo piştgiriya YPJ’ê her roj li kolanan çalakiyan li dar dixin silav kir û wiha got: “Îro meşa ku em li vir ji qada şoreşê li dar dixin ji bo misogerkirina maf, hebûn û îradeya jinan di destûra Sûriyeyê ye nû de ye. Ji bo avakirina Sûriyeyekî demokratîk û hilweşandina rejîmên desthilatdar û avakirina pergalek demokratîk, me 14 salan bê navber têkoşînek meşand. Lê mixabin hikumeta ku hat şûna rejîma Baasê zêdetir û xerabtir maf, hebûna gelan û îradeya jinan tune dike. Hemû biryarên ku ji aliyê hikumeta demkî vê tên girtin, li dijî mafê gelê Sûriyeyê û hebûna jinan e. Beriya çend rojan Meclîsa Gel hilbijartinên parlamentoyê gel li dar xistin lê îradeya gel û jinan tê de tune bûn, heman hilbijartinên rejîma baasê bûn.”
Pêwîst e têkoşîna me berdewam bike
Li ser navê Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) Rohilat Efrîn diyar kir ku jinên ji tevahî pêkhateyan piştgirya YPJ’ê dikin û wiha got: “Bi navê hêza YPJ’ê û hemû jinan ji Rojavaya dilê Şoreşê û cihê peşengiyê, li hemberî tevahî şehîd û malbatên şehîdan, soza me ew e em xwedî li vî welat û axê derkevin û biparêzin. Wekî ku em îro li Rojavayê Kurdistanê dimeşin, di heman demê de bi hezaran jinên li bajarên Ewropayê li qadan in û dimeşin. Jinên ji hemû pêkhateyan bi yek dengî bang dikin, dibêjin ‘Em hemû YPJ’ne û bi YPJ’ê re ne.’ Hemû meşên ku ji bo piştgiriya bi YPJ`ê re tên lidarxistin cihê rûmetê ne. Li hemberî bêhiqûqî, newekheviyê û li hemberî hêza ku dixwaze hêzekî peşeng tarî bike, pêwîst e têkoşîna me berdewam bike.”
Rohilat Efrîn destnîşan kir ku hikmeta demkî jinan ji siyasetê dûr dixe û got: “Gelê Sûriyeyê bi me bawer e û em jî bi gelê xwe bawer in. Hikumeta demkî jinan ji siyaset û saziyan dûr dixe, ev yek tu carî nayê qebûlkirin. Ji ber vê yekê parastin û qebûlkirina YPJ’ê di artêşê de, tê wateya parastina hemû jinan di pergala Sûriyeyê de, parastina çanda civakan û parastina destkeftiyên şoreşa jinan. Neqebûlkirina YPJ’ê, neqebûlkirina çand û zimanê Kurdî ye. Ji ber vê yekê em bi gel û civaka xwe bawer in. Di Sûriyeyê de gelek gav tên avêtin lê gelek kêmasiyên ku em rexne jî dikin hene. Ji bo ku em xwedî li destkeftiyên şoreşê û xwîna şehîdan derkevin, gere YPJ’ê bê qebûlkirin. Em dibêjin neyê qebûlkirin jî em heta dawî parêzvanên vê axê ne.”