Jinên Qamişloyî: Em biryarên xapînok qebûl nakin
Jinên Kurd yên li bajarê Qamişloyê, li hember daxuyaniya Colanî bertek nîşan dan û gotin “Em bi çend bendan nayên xapandin û emê ji bo Sûriyeke nenavendî ku mafê jinan û hemû netewan diparêze, têbikoşin.”
ZEYNEB ÎSA
Qamişlo – Pêr di derengiya şevê de Serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Colanî, daxuyaniyek da û xwest ku bi çend bendan, Kurdan û raya giştî bixapîne. Armanca wî, rawestandina komîteyên ku bi îradeya gelê Kurd hatine erêkirin da ku serî li Şamê bidin û daxwazên gel ragihînin û di destûtra Sûriyeyê de mîsoger bikin bû. Jinên Kurd yên bajarê Qamişloyê nerazîbûn xwe ya li hember vê daxuyaniyê, ji ajansa me re anîn ziman. Jinan gotin “em bi çend bendan nayên xapandin û ji bo Sûriyeke nenavendî ku mafê jinan û hemû netewan diparêze, emê têbikoşin.”
‘Em xwedî dîrokeke kevnar in’
Nafya Esed da zanîn ku ew bendên ku serokê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şara aşkera kir qebûl nakin û wiha got: “Em wek dayîkên Kurd, bendên ku duh Ehmed El Şara ragihand qebûl nakin. Em ji berê de xwedî nasname û çand in. Cejna Newrozê sembola me Kurdan e. Ev çi bend in ku radighîne dibêje ez mafên Kurdan didim wan? Me bi van bendan dixapîne. Em dixwazin jê re bêjin ku em gelê Kurd xwedî dîrokeke kevnar e, dîroka me beriya hezar salan hatiye nivîsandin û tu car ewê nikaribe dîroka me tune bike.”
’Cenazayên hevalên jin ji avahiyan davêjin xwarê’
Nafya destnîşan kir ku Colanî dibje ku par û mafên Kurdan di Sûriyeyê de heye û bi awayek fermî dikarin bi zimanê xwe bixwînin û wiha domand: “Berî ku Colanî bêje em xwedî maf in û ziman in, em li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi zimanê dayîkê dixwînin. Ne bi xêra bavê xwe dibêje hûn xwedî maf in. Colanî dibêje ku em mafên mirovan diparêzin. De bila nîşanî me bide ka kengî mafê mirovan parastiye? Her roj komkujiyan li ser gelê Kurd pêk tîne û cenazayên hevalên jin ji avahiyan de davêjin erdê. Wê demê ka mafên mirovan? Bila baş bizanibe ku em wan qebûl nakin, em ê têbikoşin heta ku Sûriyeyek nenavendî û mafê jinan were mîsogerikirin ava bikin.”
‘Em di bin sîwana Rêveberiya Xweser de ne’
Şaha Hesarî diyar kir ku biryarên wiha xapînok wê nikaribin wan bixapînin û wiha pê de çû: “Em bendên ku Ehmed Şeri ragihandiye, şermezar dikin. Ji dîroka me Kurdan ve ye ku em di 21’ê Adarê de cejna Newrozê pîroz dikin. Emhed Şara dibêje ku 21’ê Adarê ewê Cejna Buharê be. Ne bi kêfa wî, ewê cejna Newroza me Kurdan be. Ew kî ye ku van biryaran li ser me dide? Em serokek mîna Colanî xwînmij, qebûl nakin. Ew her roj komkujiyan dike, zarokên me qetil dike û koçber dike. Em jî wî mîna serokek hilbijêrin? Biryarên ku dide, ji berê de ji mafên me Kurdan e. Yanî ne biryarên nû ne ku pêşerioja me xweş bike. Jinên Kurd li ser fikir û felsefeya Rêber Apo hatine perwerdekirin, lewma jî bi biryarên wiha yên xapînok ewê tu carî nikaribin me bixapînin. Em di bin sîwana Rêveberiya Xweser de ne û em tu carî ji bin sîwana Rêveberiya Xweser dernakevin. Rêveberiya xweser wê pêşeroja me diyar bike.”
‘Em mafên xwe bi dest, berxwedanî û têkoşîna xwe diparêzin’
Nîzam Nûrî jî da zanîn ku gelê Kurd mafên xwe bi têkoşîn û berxwedana xwe diparêze û wiha bi dawî kir: “Serokê Hikûmeta Demkî bi navê Rêveberê Sûriyeyê bang dike. Ew çi hikûmet e ku tenê bi navê pêkhateyên Ereb xwe dipejirîne û dibêje komara erebî ya Sûriyeyê? Niha jî hatiye di şûna me gelê Kurd de biryaran bistîne û dibêje ez mafên Kurdan di Sûriyeyê de diparêzim. Em gelê Kurd mafên xwe bi dest, berxwedanî û têkoşîna xwe diparêzin, kes nikare bêje ez mafên we diparêzim. Kujerê me û yên komkujiyan pêk tîne çawa mafê me diparêze? Em ji biryarê xwe tu carî venagerin. Ne ewe yê ku biryarê li şûna me bide bêje cejna Newrozê heye. Cejna Newrozê û xwendina zimanê Kurdî heye ku bedel çiqas jî giran be, em vê biryara xwe bi destên xwe dinvisîn.”