Jinên Qamişloyî: Destana Kurdan a kolektîf tê nivîsandin

Ji bakurê Kurdistanê heta Kobanê, ji Rojava heta sînorên başûrê Kurdistanê, gelê Kurd di kêliyên dîrokî û çarenûsî de digihîjin hev. Seferberiya jinan û gel, nîşan dide ku ew ji fedakariyê re amade ne û hêza îradeya gel a li dijî êrîşan xwe dide der.

ESMA MUHEMMED

Qamişlo- Li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, kêliyên dîrokî yên berxwedana gel tên jiyîn. Jinên bajarê Qamişloyê, bi derketina refên pêş, îradeya civakê ya ji bo parastina ax û nasnameya xwe îsbat kirin. Vê sekna ku ji bombebaran, gef û bêdengiya navneteweyî re meydanê dixwîne, tenê bertekeke demkî nîn e; nîşan dide ku gelê Kurd yek e, ji fedakariyê re amade ye û êrîş û xeter çendî mezin bin, xwedî hêz e û bi her tiştî re hevrû bûye. Ev destanek e kolektîf e û dê di rûpelên dîrokê de cihê xwe bi tîpên zêrîn bigre.

Li herêmê dîmenên ku heta niha nehatine dîtin hene. Jinên Qamişloyî û ji girseyên ji her temenî  tevî gefan û bêdengiya navneteweyî jî; bi tevgereke gel a bêhempa derketin kolanan. Jin ûne xeta yekem a parastina ax û nasnameyê.

Seferberiya ku ji bakurê Kurdistanê heta Herêma Federal a Kurdistanê, ji Rojava heta Kobanê dest pê kiriye; îradeyek xurt û yekîtiyeke ku gelek û gelek bandorê çêdike derxist hole. Bi dirûşmên gel ên bilind dibin, îlan bû ku parastina gelan û destkeftiyên wan ne tercîh, peywireke hebûnî ye; tu komplo yan jî êrîş dê nikaribe gelê Kurd ji parastina ax û civaka xwe dûr bixe. 

Yekîtiya Kurdan di vê kêliya diyarkirina çarenûsê de pir bi heybet xwe da der 

Li bajarê Qamişloyê yek ji jinên çalakger Saliha Keleş, diyar dike ku tiştên li herêmê diqewiin, ji tabloyeke ji rêzê wêdetir e, di berxwedana gel de xaleke werçerxê ava kiriye. Saliha Keleş bal kişand ku bersiva jinan a ji bo hevgirtinê, ji texmîn û bendewariyan pir zêdetir e û hesabên dijminan serûbin kiriye.

Saliha Keleş, da zanîn ku li hemberî hejmara zêde ya beşdariya jinan ji herêmên cuda, wê asta zanîn û berpirsyariyê mirov şaşewaz dimîne û wiha got: “Bi banga ku ji ser medyaya dîjîtal hat kirin re hemû jinên li bajar derketin kolanan. Ev yek nîşaneya biryar û xwedîbûna heman armancê ye. Jin ne wisa bi şexsî, weke hêza tekane ya li pişt artêş û hêzên xwe, ji bo parastina destekftiyên ku bi têkoşîn û fedakariyên mezin çêbûne, bi carekê derketin kolanan.

‘Gel li dora navenda pêşengên leşkerî û fermandariyê bûye keleh’

Saliha Keleş diyar kir ku navenda gel li derdorê kom bûye, navenda pêşeniya leşkerî û qada fermandaran e, got ku ev yek jî baweriya tam a gel bi hêzên xwe nîşan dide û bi vê yekê diyar dikin ku ew ji bo parastina axa xwe ji fedakariyê re amade ne.

‘Divê were dîtin ku tiştên tên jiyîn destanên qehremaniyê ne’

Saliya Keleş wiha domand: “Pêla hevgirtinê, bi Rojava bi sînor nema; ji Bakur heta Kobanê, ji Başûr heta sînorên herêmê, komên ji bo piştgiriyê hatin. Ev yek jî nîşan dide ku Kurd di kêliyek diyarker de çawa dikarin bi carekê bibin yek. Divê were dîtin ku tiştên tên jiyîn destana qehremaniyê ne. Vê pêvajoyê şiyarî û zanîna civakê, sekna bi biryar û zelal a li dijî her awayê îxanet û sistbûnê hewce dike. Em îro di nava şer de ne; her kes berpirsyar e û her kes bedela wê çi dibe bila bibe amade ye. Asta amedebûnê di asta herî jor de ye û gel bi îradeya xwe li dijî hemû awayên êrîşan bi biryar e.”

‘Vê sekn û tecrubeyê, baweriya ku îrade ji çekan bi hêztir e îsbat kir’

Saliha Keleş bal kişand ku berxwedana Şêx Meqsûd, mînakeke pir zindî ye, bi bîr xist ku gel bi çekên biçûk, li dijî wan êrîşên bi tang û top û balafiran bi rojan li ber xwe daye û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Vê sekn û tecrubeyê, baweriya ku îrade ji çekan bi hêztir e îsbat kir. Me dît sûcên mezin li dijî mirovên sivîl hatin kirin lê cîhan bêdeng ma. Bi wê yekê tişta ku jê re dibêjin mafên mirovan, bi temamî bêwate bû. Tevî ku zarok, jin û extiyar li pêş çavên cîhanê hatin kuştin jî tu bertek nehat nîşandan.”

Saliha Keşel bal kişand ser cot standardiya navneteweyî diyar kir ku li hinek deran dirûşmên mirovî tên avêtin lê gelê Kurd bi kemîn û planên navneteweyî re rûbirû ma û bi tenê hat hiştin û wiha bi dawî kir: “Gelê Kurd dê her dem serbilind bisekine û tu carî serî netewîne. Yekîtî temînata yekem a berxwedanê ye. Ev ax; êrîş çendî zêde bin û çiqas zor be dê bi îradeya gel were parastin.”

‘Şehîd cehwerên doza me ne’

Delal Bedûr jî diyar kir ku pêvajoya heyî ji bo wefadariya bi xwîna şehîdan re ezmûnek e rastîn e û got ku ew ê bi tu awayî qaşo çareseriyên siyasî yên ku zirarê didin cewherê doze nepejirînin û wiha got:

“Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mazlum Ebdî, tiştên ku ji aliyê rêveberiya demkî ya Şamê ve di bin navê siyasetê de hatin pêşkêşkirin red kir; bi tercîhên gelê xwe re sadiq ma û destûr neda ku li ser xwîna şehîdan û mîrasa berxwedanê, bazarî pê re were kirin.”

Delal Bedûr got ku vê helwestê refan zêdetir gihîştandiye hev û baweriya gel a bi berxwedanê bihêztir kiriye. Li ser berxwedana Şêx Meqsûd jî bal kişand ku li dijî wan êrîşên giran, berxwedana Şêx Meqsûd bûye modeleke zindî û wiha berdawam kir: “Şehîd bi tu awayî hejmar nîn in; ew cewher û emanetê dozê ne. Dê gel tu carî ji mafê xwe yê azadiyê û rûmeta xwe dest bernede.”

‘Doz yek e çarenûs yek e piştî ewqas fedakariyan tu kes dest ji mafên xwe bernade’

Delal Bedûr da zanîn ku beriya bi fermî seferberî were îlankirin gel dest bi nobeta qadan kiriye, diyar kir ku çalakiya wan a nobetê ketiye roja sêyemîn, li taxan ji alipyê komûn û meclîsan ve didome û got: “Ev nobedarî tedbîreke demborî nîn e; sekna çarenûsî ya ku pêşeroj û mafê hebûna gelê Kurd diyar dike ye. Ev yek tenê bi Qamişlo û Rojava bi sînor nemaye, li hemû Kurdistanê belav bûye. Li dijî bombebaran û êrîşan, gel bi zanîna çarenûseke hevpar hereket dike.”

Delal Bedûr wiha bi dawî kir: “Doz yek e, çarenûs yek e; piştî ewqas fedakariyan, tu kes dest ji mafên xwe bernade. Li herêmê tevî hemû provakasyonan jî, Kurd, Ereb, Suryan û Xirîstiyan bi hev re ne. heta ku gef û êrîş hebin dê nobedarî û tevgera gel bidome. Gel bi girêdana xwîna şehîdan û mîrasa berxwedanê dê heta dawî riya xwe bidomîne. Dê her dem dirûşma ‘An jiyana bi rûmet, an jî heta serkeftinê berxwedan” ji hemû qadan bilind bibe.”