Jinên Qamişloyê: Di 8`ê Adarê de bila hemû jin bibin yek
Jinên bajarê Qamişloyê destnîşan kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya jinan esas girtiye, 8`ê Adarê li wî û tevahiya jinên cîhanê pîroz kirin û soza tekoşîna xwe nû kirin.
NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, jinên li Qamişloyê peyamek ji jinên cîhanê re şandin û tekez kirin ku têkoşîna jinan ji bo azadî û rûmetê ti sînorên erdnîgarî an jî şert û mercan nas nake. Jinan banga xurtkirina hevgirtinê di navbera jinan de li çar aliyên cîhanê kir da ku bi polîtîkayên dûrxistin û tundiyê re rû bi rû nemînin û pêşerojek li ser bingeha wekhevî û edaletê ava bikin.
Jinan tekez kir ku 8`ê Adarê ji bo nûkirina pabendbûna wan a ji bo berdewamiya têkoşîna hevpar ji bo jiyaneke azad û bi rûmet, ji bo hemû jinan qonaxek girîng temsîl dike. Jinên ji bajarê Qamişloyê bi riya ajansa me 8`ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li tevahî jinan pîroz kirin.
Banga ji bo jinên li çar perçeyên Kurdistanê
Şeha Hesarî 8`ê Adarê di serî de balkişand ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ez destpêkê 8` ê Adarê li Rêber Apo pîroz dikim ku ev 27 sal in di zîndana Îmraliyê de têdikoşe. 8`ê Adarê li tevahiya jinên ku di zîndanan de, li hemû jinên me yên ku di saziyan de, li hemû jinên di çeperên şer de, li hemû dayîk, xwişk û hevjînên şehîdan û li tevahî jinên cîhanê pîroz be. 8`ê Adarê ji bo jinan rojek girîng e ku li nasnameya xwe xwedî derkevin. Em bang li hemû jinên ji hemû pêkhateyan li her çar perçeyên Kurdistanê dikin û em dibêjin eger em xwedî li xwe dernekevin, em ber bi tune bûne de biçin.”
‘Şoreşa Rojava bingehek bû ji hemû jinan re’
Nîzam Xelîl diyar kir ku bi hemû zimanan li cîhanê bang dikin dibêjin ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û wiha pê de çû: “Ji dawiya meha Sibatê de û heta 8`ê Adarê, em dest bi çalakiyên 8`ê Adarê dikin. Em 8`ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz dikin. Rêber Apo riya azadiyê nîşanî jinan daye, ji ber ku azadiya jinan ji azadiya Rêber Apo ye. Peyama min ku em jin hemû destek bin û asta tekoşîna xwe bilindtir bikin. Şoreşa Rojava bingehek bû ji hemû jinan re, bi hemû zimanan li cîhanê bang dikin dibêjin ‘Jin, Jiyan, Azadî.’ Xwesteka me jineke azad, civakek azad û jiyanek azad e.”
‘Pêwîst e jin xwedî biryar be’
Perwîn Cemîl jî da zanîn ku rêvebriya demkî jinan qebûl nake û wiha got: “ Em ber bi Cejna Jinê, 8`ê Adarê ve diçin. 8`ê Adarê li Rêber Apo, malbatên Şehîdan, çi kesên ku di çeperên şer de ne û li tevahî jinên cîhanê pîroz dikin. Rêveberiya Demkî jinan qebûl nake û her û her jinan kêm dibîne. Rêber Apo Şoreşa Rojava kir bi navê Şoreşa jinê. Ji ber ku jinan pêşengtî ji vê şoreşê re kirin. Ev 15 sal in me mil bi mil li kêleka mêr kar kiriye û li her deverî me cihê xwe girtiye. Bangewaziya me ji hemû jinan re, ku biryara we jî li gel we be, pêwîst e jin xwedî biryar be. Em wekî jin dibêjin ku tekoşîna me wê her berdewam be.”