Jinên Qamişlo: Kobanê Sembola berxwedanê ye

Jinên ji bajarê Qamişloyê nerazîbûna xwe li dijî dorpêçkirina li ser bajarê Kobanê nîşan dan û gotin ku Kobanê sembola berxwedana neteweyî ye, ew ê heta dawî piştgiriyê bidin Kobanê.

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo- Bajarê Kobanê ji ber dorpêça  ku bi rojan e didome, bi zehmetiyên mezin re rûbirû ye. Niştecihên wê di nava şert û mercên aborî yên dijwar û krîzeke mirovî ya berdewam de ji kêmbûna pêdiviyên bingehîn û xizmetan zoriyan dikşînin. Li hemberî van zehmetiyan, jinên li Qamişloyê dest bi însiyatîfên piştgiriyê kirin û hevxemiya xwe ya tevahî bi hevpîşeyên xwe yên li Kobanî re nîşan dan.

Jinên ji bajarê Qamişloyê ji ajansa me re anîn ziman ku pêwist e dorpêça li ser bajarê Kobanê bi dawî bibe.

Ayida Xelîl diyar kir ku bajarê Kobanê di dorpêçek de ye û wiha got: “Kobanê sembola berxwdanê ye. Eger ji bo Kobanê çi jî bikin hindik e. Êrîşên hovane li ser Kobanê pêk tên, ji ber ku dorpêç li ser Kobanê heye, pêdiviyên jiyanê li Kobanê nemane. Ji ber vê yekê çar zarokan jiyana xwe ji dest dan. Em bang li rêxistinên mirovî dikin ku çareseriyek ji gelê Kobanê re bibînin. Em van êrîşên ku bi awayekî hovane li ser gelê Kobanê pêk hatine şermezar dikin.”

‘Kobanê di rojên zor û zehmet de derbas dibe’

Fatma EL-Casim got ku ji ber dorpêça li ser Kobanê çar zarokan jiyana xwe ji dest dane û wiha pêpde çû: “Em êrîşên rêveberiya demkî şermezar dikin. Kobanê di dorpêçeke zehmet de derbas dibe, Kobanê bê av, cereyan, xwarin û bê xizmeta tendirustiyê maye. Li bajarê Kobanê çar zarokan jiyana xwe ji dest dan ji sermayê. Ji ber ku mazot li Kobanê tune ye. Em bang dikin ku dorpê were rakirin. Em bi hêvî ne ku çareseriyeke siyasî were dîtin ji bo hemû pêkhateyan.”

‘Ev dorpêç pêdiviyên jiyanê dide rawestandin’

Nercis Yûsif destnîşan kir ku dorpêça li ser Kobanê nayê qebûlkirin û wiha anî ziman: “Em dorpêça li ser Kobanê şermezar dikin. Pêwist e em jin xwedî helwest bin li dijî dorpêçê nerazîbûna xwe nîşan bidin. Ev dorpêçkirin bi dawî nebe, em bi xeterek mezin re rûbirû ne. Ev dorpêç pêdiviyên jiyanê dide rawestandin. Ji bo vê dorpêçê, pêwist e cîhan bertekên mezin raber bike.”