Jinên Qamişlo: Em Sûriyeya demokratîk û wekhev dixwazin

Jinên bajarê Qamişloya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kirin ku ew dixwazin di Sûriyeya xwedî pergaleke demokratîk û wekhev de bijîn.

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo – Piştî hilweşîna rejîma Baasê gelê Sûriyeyê dixwest jiyana bi aram, wekhev û demokratîk bijî lê bi hatina çeteyên cîhadîst ên rêveberiya demkî ya Sûriyeyê HTŞ’ê re Sûriye ber bi rewşên xirab ve diçe. Binpêkirin, tundî, komkujî û qirkirin li ser gelên Sûriyeyê tên kirin. Li dijî van binpêkirinan jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dawaza Sûriyeya bi aram, wekhev dikin. Dixwazin hemû pêkhate bi heman ruhî, bê cudabûn olan bi hev re bijîn û mafên jinan di destûra Sûriyeyê ya nû de were mîsogerkirin.

‘Berdewama DAIŞ’ê ye’

Saliha Keleş diyar kir ku Rêveberiya Sûriyeyê ya demkî Sûriyeyê bi fikrên DAIŞ’ê bi rê ve dibe, qirkirin û binpêkirinan li wir dimeşîne û wiha got: “Rêveberiya Sûriyeyê ya demkî dewleteke desthilatdar e ku bi fikrên DAIŞ’ê Sûriyeyê bi rê ve dibe. Em dibînin her roj li deverên Sûriyeyê qirkirin, komkujî û talan li ser pêhateyan dimeşîne. Me dît ku di vê dema dawî de komkujî li peravên Sûriyeyê û Suweydayê kirin, gelek jin û zarok hatin kuştin hemû cureyên tundiyê li ser wan pêk anîn.”

‘Em tu car binpêkirinan qebûl nakin’

Saliha anî ziman ku ew van komkujiyan şermezar dikin, bang li saziyên mafên mirovan ên ku dibêjin em mafên mirovan diparêzin dikin ku çavên xwe ji rastiyê re negirin û kesên ku van komkujiyan pêk tînin werin cezakirin. Saliha wiha got: “Em jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tu car van binpêkirinan qebûl nakin. Em daxwaza Sûriyeya aram, wekhev û demokratîk dikin. Mafê me di destûra Sûriyeyê ya nû de divê hebe. Em ê jî weke jinên Kurd xwedî li ax û destkeftiyên şehîdên xwe derkevin heta dawiyê em ê li pey şopa wan bin.”

‘Gerek tu car siyaset û ol bi hev ve neyên girêdan’

Fewziya Musa jî komkujiyên ku li peravên Sûriyeyê û Suweydayê çêbûn şermezar kir û daxwaza Sûriyeya demokrat ne navendî kir û wiha berdewam kir: “Rêveberiya demkî ya Sûriyeyê gelek binpêkirinan li ser pêkhateyên Sûriyeyê dimeşîne. Her dem kuştin, revandin û tundî li Sûriyeyê heye. Gerek ol nebin amûrên siyasetê. Em van gefan û komkujiyan şermezar dikin. Daxwaza me ew e ku em li Sûriyeya bi aram bijîn, hemû netew bi hev re rengîniya xwe bijîn, mafê me hemû pêkhateyan di Sûriyeyê de hebe.”

‘Em ê destkeftiyên şehîdên xwe biparêzin’

Cîhan Ehmed jî tekez kir ku wê li keda şehîdan xwedî derkevin, axa xwe biparêzin û wiha bi dawî kir: “Rêveberiya Sûriyeyê ya demkî di esasê xwe de DAIŞ e, destê wî di kuştin û xwîna gel de heye. Me dît ku kujerê Hevrîn Xelef kirin wezîr di wê demê de wê çawa welatek were avakirin? Me her dem bi  çeteyên DAIŞ’ê re şer dikir, niha em dibînin çeteyên DAIŞ’ê bûne rêveberên rêveberiyê demkî ya Sûriyeyê. Çi dibe bila bibe em ê parastina axa xwe bikin destkeftiyên ku bi keda 15 hezar şehîdan hatine avakirin biparêzin. Em dibînin ku li pêşiya çavên hemû cîhanê komkujiyên çawa pêk tînin û kes dengê xwe nake lê em weke gelê Kurd van komkujiyan şermezar dikin. Em êdî dixwazin bi aramî di Sûriyeya demokratîk de bijîn.”