Jinên penaber ên li Îranê dijîn: Ger em tevnegerin tiştek nayê guhertin
Jinên Efgan ên ku ji ber zilma li welatê xwe koçî Îranê kirine, ji perwerdeyê heta tenduristiyê di her qadê de rastî cudakariyê tên. Mahbûba J. jî wiha got: “Heta ku em jin bi hev re tevnegerin wê tiştek neguhere.”

Îsfehan – Li gorî amarên ne fermî, Îran ku nêzî 40 sal in koçberên ji Efxanistanê dihewîne; li wir 6 heta 8 milyon Efganî dijîn û beşeke girîng ji wan jin in. Jinên ku ji ber zext û zordariya Talîbanê neçar man cih û warên xwe biterikînin, li Îrana ku koçber bûne jî rastî polîtîkayên mêtingeriyê yên dewletê tên.
Jinên Îranî bi salan li dijî pergala baviksalarî têdikoşin û di dirêjahiya vê têkoşînê de rastî gelek zextan û zulmê hatin. Lê ji bo jinên Efgan êşa penaberiyê li êşa jinbûnê tê zêdekirin. Ji ber zordestiya sîstematîk ji aliyê hikûmeta Îranê ve, di nav de rêbazên bi darê zorê û zewicandina zarokan, jinên Efganî di mafên qanûnî de xwedî mafên sînordar in.
'Li gorî qanûnên Îranê tu mafên me nîn in'
Şukriya A. ya Efgan ku li Îranê dijî jî wiha got: "Hevjînê min gelek caran min îstîsmar kir lê tu cihekî din ê ku ez biçim nemaye. Ji ber ku weke 'seriyê malbatê' tê pênasekirin, cihê rûniştina min û zarokên min girêdayî wî ye. Ger wiha berdewam bike ez ê biçim Efganistanê. Li gorî qanûnên Îranê tu mafên me nîn in. Ez li vir bimrim jî tu kes xem nake."
Wê dev ji xwendina xwe berda û bi zorê hat zewicandin
"Ez di zarokatiya xwe de hatim Îranê û nikaribûm xwendina xwe bidomînim, ji ber ku tu belgeyên qanûnî li cem min tunebûn. Carekê bavê min di bin îşkenceyê de hat girtin û birin kampekê û roja din şandin Efganistanê. Pênc zarokên din ên diya min hebûn û mamê min biryar dabû min bizewicîne. Min nizanibû zewac çi ye lê apê min ji min re digot ku ger ez li Efganistanê bûma dê rewşa min xerabtir bûya.”
15 salî li Herat û Efganistanê
Tevî ku ji bo zarokên Efgan bi awayekî qanûnî mafê çûyîna dibistanên fermî li Îranê heye jî gelek ji wan ji ber astengiyên qanûnî û çandî, weke nebûna belgeyan, cudakariya nijadî yan zextên darayî, ji çûyîna wan bi sînor dimînin. Hinek malbat zarokên xwe dişînin dibistanên ne fermî yan semîneran. Hinek dibistanên li derdora Îsfehanê zarokên Efgan ên bi belgeyên penaberiyê yên qanûnî qebûl dikin. Tevî ku belgeyên penaberan mafê perwerdeyê dide zarokên Efgan jî ev yek tundiya binpêkirinan kêm nake.
Parîsa D. jineke ciwan a Efgan e, wiha dibêje: "Ez li Îranê ji dayik bûme û li dibistaneke giştî dixwînim ku tê de ciwanên Efgan dixwînin. Gelek ji wan dev ji zanîngehê berdidin an jî nikarin biçin zanîngehê."
Destûrên xebatê yên qanûnî tunene
Piraniya koçberên Efgan ên li Îranê xwediyên destûra karkirinê ya zagonî nîn in. Di hinek karan de, tenê yên xwedî karta kar an destûra rûniştinê ya taybet dikarin bixebitin. Gelek caran rastî îstîsmara karkeran tên û statuya wan a qanûnî ji aliyê kardêran ve tê binpêkirin. Ev mijar bi taybetî ji bo jinên koçber dibe rewşeke krîtîk.
Zubeyda, ji Efganistanê, jineke ciwan a 28 salî ye li taxeke Îsfehanê dijî. Hevjînê wê karkerê çêkirina avahiyan e û çend sal in di kargeheke paqijkirina fêkiyên hişk de kar dike. Zubeyda der barê demjimêr û mûçeyên jinên Efgan de agahî da û got: "Ji jinên Efgan re bi gelemperî li cihên girtî yên wekî kargeh û kargehên dirûtinê kar tên dayîn. Sîgortaya me tune ye û mûçeyên me ji karkerên Îranî kêmtir e. Eger em îtîraz bikin dê kardêr bi hêsanî me ji kar derxin. Ji ber şert û mercên aborî yên Îranê û desthilatdariya Talîbanê li Efganistanê, em neçar in bimînin."
Pirsgirêkên wan zêde dibin
Piraniya penaberên Efgan ên li Îranê xwedî bîmeya tenduristiyê nîn in. Her çiqas xwediyê qertek niştecihbûnê yan plansaziyê be jî sîgortaya wan pir kêm e û gelek xizmetên bingehîn nagirin. Ev rewş jinên penaber dixe bin xeterên mezin ên tenduristiyê. Êşa jinên penaber roj bi roj zêde dibe.
Mahbûba J. a ji Efganistanê got: "Sê nifşên me li Îranê ji dayik bûne û ez nizanim li ku me. Lê ji ber êş û azarên jinan ên li her du welatan ez bêzar im. Em li cîhanê desteka pêwist nagirin. Heta ku em jin bi hev re tevnegerin dê tiştek neyê guhertin."