Jinên misilman ku Çarşema Sor pîroz kirin: Ola me cuda be jî dilê me yek e

Jinên Kurd ên misilman ku ji çar aliyê Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê beşdarî pîrozbahiya Çarşema Sor a li Gundê Kîwexa Hezexê bûn, diyar kirin ku dixwazin li ser axa xwe, pîrozbahiyên xwe bi awayek azad pêk bînin.

BINEVŞ STÊRK

Şirnex – Meha Nîsanê, ji aliyê civaka Êzidî ve wek mizgîniya hatina biharê tê qebûlkirin. Her sal heftiya duyemîn a Nîsanê, Cejna Çarşema Sor tê pîrozkirin. Li gor baweriya Êzdiyan, di vê rojê de Melekê Tawis hatiye ser rûyê erdê. Hin kevneşopiyên ku di Çarşema Sor de tên dîtin, boyaxkirina hêkan ku wek sembola destpêka jiyanê tê dîtin, pêxistina agir ku wek safîbûn û nûbûnê tê qebûlkirin, daleqandina kulîlkan a li ser deriyan ku ji bo anîna serfiraziyê ye, serdana goristanan a ji bo bîranîna pêşiyên xwe dikin û serdana malbatan e.

Jinan bi cil û bergên rengîn bal kişandin

Îsal jî li warên ku Êzidî lê jiyane û hê jî terka axa xwe nedane, ev cejn hat pîrozkirin. Yek ji van deveran jî, Gundê Kîwex a girêdayî navçeya Hezexa Şirnexê ye. Gund vala ye, lê ji bo vegerê xebat tên meşandin. Li vî gundê vala, bi pêşengiya muxtarê berê yê gund ku li Ewropayê dijî lê xwestiye ev der dîsa zindî bibe, Cejna Çarşema Sor hat pîrozkirin. Bi hezaran kesên ku beşdarî pîrozbahiyê bûn, heta êvarê li ber muzîkê govend girtin, hêkan boyax kirin, xwarinên ku bi xwe re anîbûn li hev parve kirin û kesên nû nas kirin. Bi sedan jinên ku gihîştine hevdu û bi erebeyên xwe hatine gund, asta azadiya jinê nîşan da. Jin û ciwan kom bi kom hatin qada pîrozbahiyê ya li binya gund hatiye amadekirin. Di pîrozbahiyê de jî rengîniya cil û bergên jinan balê kişand. Ne tenê jinên Êzidî, her wiha yên misilman û ji baweriyên din jî di pîrozbahiyê de cihê xwe girtin. Jinên ku ji çar aliyê Kurdistan û cîhanê hatin, hest û nêrînên xwe bi me re parve kirin. 

‘Ez misilman im, lê ji bo pîrozkirina cejna xelkê me yê Êzidî hatim’

Dayîka Helîma ragihand ku ji Navçeya Kerborana Mêrdînê ji bo pîrozbahiyê hatiye Kîwexê. Helîma diyar kir ku ji bo fikra jinan hebe, mafên wan hebe, niheqiyê û nebaşiyê naxwazin û wiha got: “Ez misilman im, lê ji bo ku cejna xelkê me yê Êzidî pîroz bikim, hatim Kîwexê. Baweriya me çiqas ji hev cuda be jî, gerek em jin, bi hev re tevbigerin. Ji ber ku em di bin zilmê de ne. Em vê zilm û zorê naxwazin, em ziman û nasnameya xwe dixwazin.”

‘Em newêrin vegerin Şengalê’

Dayîka Rewşê, di dema fermana Şengalê de ji cih û warên xwe bûye. Bi tevî neviya xwe, li baxçeyê ziyaretê rûniştiye û li derdora xwe temaşe dike. Dayîka ku xuya ye diponije, destpêkê nexwest biaxive. Piştî ku axînek kûr kişand, dest bi axaftinê kir. Dayîka Rewşê tiştên ku xuya ye qet ji bîra wê naçin, anî ser zimanê xwe û deriyê dilê xwe ji me re vekir. Dayîkê bi vegotina sedema hatina ji Şengalê, destpê kir û wiha pê de çû: “Di dema fermanê de malên me ji destê me stendin, zarokên me birin, em ji cih û warên me kirin. Ev 4 sal in jî li Midyadê dijîm. Em vegerin Şengalê jî, cihek ku em lê bistirin tuneye. Em newêrin vegerin.” Dayîka Rewşê xwest ku ev cejn bibe wesîleya hevgirtina di navbera gelan de û wiha got: “Hêvîdar im ku ev zilma li ser me, rabe û em hemû cejnên xwe azad pîroz bikin.”

‘Hêvîdar im bibe sembola aştî û serkeftinê’

Jina bi navê Murşîde jî jineke misilman e, lê bi heman armancê hatiye Kîwexê. Murşîde da zanîn ku ji Cizîrê xwestiye tevlî pîrozbahiyê bibe û wiha domand: “Em Çarşema Sor li hemû Êzidiyan, Zerduştiyan, Suryaniyan û misilmanan pîroz dikin. Hêvîdar im bibe sembola aştiyê, xwişk û biratiya gelan û serkeftinê.”

Nûhat, jineke ciwan e û ji Şengalê ye. Wê jî da zanîn ku ji bo cejnê hatine Kîwexê û wiha got: “Ev cejneke gelek xweş e, mezin e, bi qedr û qîmet e. Em wekî hemû hevalên xwe gelek kêfxweş in ku em li vir in. Hemû Êzidiyên li vir û her derê silav dikim û cejna wan pîroz dikim.” Nûhat anî ziman ku ji ber hatina ji gelek deveran a pîrozbahiyê gelek kêfxweş e û got ku “Ji bo ku em tenê nehiştine, em gelek spasiya xwe dikin.”

Jina ciwan a bi navê Ayfer, ji Almanyayê bi tevî malbata xwe hatiye Kîwexê. Ayfer diyar kir ku ev yekem car e tevlî pîrozbahiya li vir dibe û kêfxweşiya xwe bi gotinên “Bi hatina vir min gelek tiştên nû dîtin û kesên nû nas kirin, pir kêfxweş bûm” anî ziman.

Misliman e lê dilê wê bi gelê Êzidî re ye

Pinar a ku ji bo Çarşema Sor ji Cizîra Botan hatiye jî, diyar kir ku ew misilman e, lê dilê wê bi gelê Êzidî re ye û hestên xwe wiha vegot: “Ev yekem car e têm vir. Gelek kêfa me ji wan re hat. Gelek kêfxweş im ku li vir im.”

Rindaya ciwan ku Êzidî ye û ji Şengalê ye jî, wek Pinar difikire. Rinda ya li Almanyayê dijî, da zanîn ku ji bo cejnê hatiye Midyadê û anî ziman ku bi dîtina vê qerebalixê gelek kêfxweş bûye. Rinda hestên xwe bi gotinên “Baş e ku hatim vir. Cejna hemû Êzidiyan pîroz dikim û dixwazim bibe sedema aramiyê” anîn ziman.

Daxwaza ‘Ev agir vemire û ji bo hemû kesan bibe xweşî’

Dayîkek din ku ji Ewropayê hatiye jî, Çarşema Sor li tevahiya gelê Êzidî pîroz kir û hêviya xwe bi gotina “Ev agir vemire û ji bo hemû kesan bibe xweşî” anî ziman. 

Gelek dayîkên din ku ji bajarên wek Amed, Şirnex, Mêrdîn, Êlih, heta Mûşê hatine jî, li ser girîngiya yekîtiya gelan û rêzgirtina li hember baweriyên cuda axivîn, bang li hemû Kurdan kirin ku yekîtiya navxweyî ava bikin û xwestin ku xelkê Êzidî tenê neyê hiştin.