Jinên Mexribê li navendên guhdarkirinê dibin xwedî bawerî

Ji Komeleya Têkoşîna Welatîbûn û Wekheviyê ya Mexribê Amîna Baja, got ku guhdarkirin, ji bo jinên rastî şîdetê hatine ne tenê destek e di heman demê de xwebaweriya wan zêde dike û wan ji nû ve tîne asta ku dikarin biryar bidin.

HENAN HARÎTE

Mexrib- Beriya serlêdanên zagonî, gilî û proseduran, tişta esasî ya ku jinên rastî şîdetê tên û ji civakê tên vederkirin ew e ku kesek li wan guhdarî bike. Piştî bêdengiya bi salan, tirsa demxebûnê û ji ber bêbaweriya ji derdor û saziyan, jin hem naxwazin biaxivin hem jî cesareta wan namîne. Li Mexribê di mercên ku astengiyên çandî û aborî, bi yên civakî re dibin yek de, jin derfeta axaftinê nabînin lê bi saya komeleyan niha di xaleke werçerxê ya ku seyra jiyana wan biguherîne de ne. Bi qadên giştî yên destekê, seansên psîkolojîk an jî komên guhdarîkirinê, jin ji nû ve dibin xwedî bawerî û bêdengiya bi salan dişkînin.

‘Dema ku tevlî komê bûm min hîs kir ku dengê min tê bihîstin’

Sumeye A. ya 34 salî ya ku ji vê destekê sûd girtiye diyar dike ku beriya du salan hevjînê xwe berdaye, du zarokên wê hene ji ber wê ji aliyê civakê ve rastî bertekan hatiye û wiha dibêje: “Ji dema hevberdanê ve heta niha jiyana min guherî. Ji nêrîna mirovan min digot qey min gunehek mezin kiriye. Ji ber van darizandinên ku bi bêdengî dihatin kirin, jiyana min a rojane û derûniya min nebaş bû, heta ku tevlî komeke jinan a ji bo destekê ku li ser onlaine kar dikirin bûm. Dema tevlî komê bûm, min hîs kir ku dengê min tê bihîstin, bê tirs axivîm û min keşf kir ku tiştek jê şerm bikim min nekiriye." Sumeye A. bal kişand ku bi saya guhdarîkirinê bandorek baş li ser çêbûye û xwe bi hêz hîs kiriye.

‘Ji bo guhdarkirinê pisporî pêwist e’

Amîna Baja ya di Komeleya Têkoşîna Welatîbûn û Wekheviyê de pênc sal in koordînatoriyê dike diyar kir ku li komeleyê rojê bi çar an jî deh jinan re bi telefonê yan jî rûbirû diaxive. Amîna Baja da zanîn ku guhdarîkirin tenê empatî yan jî mijara niyeta baş nîn e, mijareke hesas û profesyonel e divê xwedî tecrubeyên li qadê be û der barê şîdeta zayendî de ferasetek hebe. Li gorî Amîna Baja, her kes nikare rola guhdarîkirinê bigre ser xwe lewre ger pisporî tunebe, li cihê kêmkirina zirarê dibe ku rewşê xirabtir bike.

Bandora baş a guhdarkirina bê darizandin

Amîna Baja wiha domand: "Gelek jin dema ku cara yekem tên vê derê, bêparastin, di nava tirs û xofê de ne û xwebaweriya wan kêm e. Nizanin çawa biaxivin. Nizanin ka dê ji aliyê civakê ve werin darizandin an na. Ji ber vê yekê, ji bo şikandina bêdengiyê û çêbûna xwebaweriyê divê qadeke ku xwe bi ewle hîs bikin û rêzê bibînin hebe. Dema destpêka guhdarkirina li jinên rastî şîdetê hatine pir girîng e. Ev tenê çareseriyên demkî pêşkêş nake, di heman demê de jinan derdixe nava civakê. Dema ku jinek kesek lê guhdarî bike dibîne, dikare rewşa xwe pê re binirxîne û pê bawer dibe ku tenê nîn e, xwebaweriya wê çêdibe û ji nû ve dikare biryar bide.”

‘Guhdarkirin ji bo parastina mafên jinan gava yekemîn e’

Amîna Baja got ku guhdarkirin dibe sedem ku jin rewşa xwe ya psîkolojîk, zagonî û civakî fam bikin û wiha domand: "Ev pêvajo, li cihê ku ji bo jinan çareseriyên ku xwe naspêrin rastiyê û amade ferz bike, rê nîşan dide ku riyên guncaw bibînin. Di heman demê de guhdarkirin, ji bo paratina mafên jinan jî gaveke bingehîn e lewre bi saya vê yekê, mirov dikar şîdeta ku jin rast tên û qalibên binpêkirinan fam dike û dikare plana mudaxeleyê bike.”

Tirsa civakî aborî û psîkolojîk

Amîna Baja bal kişand ku faktorên ku li pêşiya xwestina alîkariya jinan dibin asteng tenê tirsa psîkolojîk nîn e û got: "Zextên civakî û aborî, bi taybetî rewşa aborî ya nebaş û kêmbûna derfetên xweser, roleke mezin dilîzin. Gelek jin, bi tirsa windakirina mala xwe û çavkaniyên debarê yan jî ji ber ku ji desteka zagonî û derûnî bêpar in newêrin gav bavêjin. Ev rwş gelek caran dibe sedem ku bi salan li hemberî şîdetê serî bitewînin û di mercên herî bi xeter de jiyana xwe bidomînin."

Amîna Baja, got ku guhdarîkirin tenê destpêka ji bo destekê nîn e, bingeha hemû mudaxeleyên li pey wê ava dike û wiha bi dawî kir: "Guhdarîkirin, gaveke profesyonel e û ji bo jinan mafê mirovî ye. Têkoşîna bi şîdetê re ji bo avakirina jiyana bi rûmet şertê herî bingehîn e.”