Jinên Mexrîbê ji bo jiyan û mafên xwe têdikoşîn
Jinên ji gundên dûr ên Mexrîbê an jî herêmên mîna "Mexrîba Kûr" tên zanîn, bêdengiya li dijî vederkirin û sînordarkirinên li ser jiyana wan hatine ferzkirin şikandin û dest bi derketina kolanan kirin.
HENAN HERÊT
Mexrib – Di mehên dawî de gelek gundên Mexrîbê, şahidiya xwepêşandanên ku hem mêr û hem jî jin beşdar bûn, kir. Her çend daxwazên tên xwestin hêsan bin jî, di aliyê wateyê de di asta bingehîn de bûn; rêyên dikarin bên bikaranîn, ava vexwarinê, xwegihandina xizmetên tenduristî û perwerdehiyê yên nêzîk û binesaziyên ku jiyanekî hêjayî rûmeta mirovan biewle bike. Dubarebûna van xwepêşandanan a li gelek herêman, ne tenê paşketinên demkî nîşan dide, di heman demê de derbarê bandora polîtîkayên pêşketinê û kapasîteya wan a kêmkirina newekheviyên mekanî de pirsên kûr jî tîne rojevê.
Di 13’ê Mijdarê de, niştecihên Tâʿbît Douarî ya parêzgeha Hénifra ya beşa navendî ya Mexrîbê, bi daxwaza avakirina pergala kanalîzasyonê ku bi salan hatine rawestandin, ber bi avahiya walitiyê ve meşiyan. Xwepêşandaran, diyar kirin ku pirsgirêkên wan tenê bi nebûna pergala selebê re sînordar nîne, pirsgirêkên mîna xirabûna rêyan, nebûna tesîsên giştî û kêmbûna xizmetên av û ronahiyê yên nebaş jî dihewîne û dirûşmeyên ku daxwaza jiyanek bi rûmet dikin, berz kirin.
Roja din, niştecihên taxa Aghandra li Demnat a li parêzgeha Azilal a beşa navendî ya Mexrîbê jî, qutbûna ava vexwarinê ya digel ku tax girêdayî şebekeyê ye, protesto kirin. Xwepêşandaran, diyar kir ku ev binpêkirina mafekî bingehîn ê hestên wan ên ji holê rakirinê kûrtir dike û nebûna çareseriyên domdar piştrast dike.
Niştecihên Bouarousê ya girêdayî parêzgeha Taounate ya bakurê Mexrîbê jî, bi armanca protestokirina kêmbûna avê û xirabûna şert û mercên jiyanê, ber bi bajarê Fesê ve meşek dirêj lidar xistin. Tevî ku meş hate rawestandin jî, bandora wê deng veda. Daxwazên gel dabînkirina avê, baştirkirina binesaziya rêyan, veguhastin û xwegihandina perwerdehiyê bû.
Niştecihên gundê Aït Azzouza aydê şaredariya Aglmous a parêzgeha Hénifra jî, ji bo protestokirina nebûna rê û avê ber bi avahiya walitiyê ve meşiyan û dirûşmeyên ku pirsgirêkên ku ji ber marjînalkirin û vederkirinê dijîn diyar dike, berz kirin.
Xwepêşandanên domdar ên li Rojhilatê Mexribê
Di vê çarçoveyê de, Behra Figuig a li rojhilatê Mexrîbê hêj cihê xwepêşandanên li dijî taybetkirina rêveberiya avê ya ji du salan zêdetir berdewam dikin e. Ev tevger, mîna yek ji tevgerên protestoyên aştiyane yên herî dirêj li Mexrîbê derdikeve pêş. Di van çalakiyan de hebûna xurt a jinan balkêş e; jin tenê bi beşdariya sembolîk razî nabin, di eniyên pêş ên meşê de cih digrin, çalakiyên rûniştinê organîze dikin û diyar dikin ku av mafek kolektîf û xwedî girîngiyek jiyanî ye.
‘Jin di nebûna xizmetên bingehîn de barê herî mezin hildigrin’
Aktîvîsta mafên mirovan û endama Komeleya Parastina Mafên Jinan Soraya Tenanî ya li parêzgeha Hénifra xebat dimeşîne, diyar dike ku beşdariya jinê ya ji bo van xwepêşandanan ne tesadufî ye, encama kombûna dûrketina demdirêj û tundiya nedîtî ya ku jinên li herêmên çiyayî dijîn, jiyan dikin e.
Soraya Tenanî, da zanîn jin berî her tişî ji bo "parastina rûmetê" derketine kolanan û got: “Nebûna binesaziya bingehîn di jiyana rojane de barên giran dide ser milên jinan. Jin ji hilgirtina avê bigre heta lênêrîna malbatên xwe pêk tînin û rastî zehmetiyên gihîştina perwerde û lênêrîna tenduristiyê tên.”
Soraya Tenanî, destnîşan kir beşdariya jinan a ji bo xwepêşandanên Hénifra, encama hişmendiyeke gav bi gav e ku bi pirsgirêkên salên dirêj ên zehmetiyên rojane re şêwe bûye ye û diyar kir ku jin di nebûna xizmetên bingehîn de barê herî mezin hildigrin: "Tiştê ku jinan ber bi xwepêşandanê ve bir ne hêrsek demkî bû, 'heqareta’ kûr û hesta niheqiya civakî bû."
‘Nebûna van xizmetan dibe sedema tevliheviyên tenduristiyê yên cidî’
Soraya Tenanî, diyar kir ku gelek jin û zarokên neçar bimînin ji bo gihîştina dibistan an jî navendên tenduristiyê rêyên dirêj biçin û pirî caran vê yekê di bin şert û mercên hewayê yên dijwar de pêk tînin. Soraya da zanîn ku ev yek bi taybetî di werzên hişkesalî û zarokanînê de xetereyên cidî ava dike û wiha got: “Nebûna van xizmetan, dibe sedema tevliheviyên tenduristiyê yên cidî. Her wiha ger binesaziya lênêrîna tenduristiyê ya bi hêsanî û bi kalîte hebûya, ev yek dikarîbû were astengkirin.”
‘Hişmendiya jinan şêwe dibe’
Soraya Tenanî, axaftina xwe wiha domand: “Her çend ev jin xwedî çandeke siyasî an mafparêz a akademîk nebin jî, xwedî hişmendiyek kûr a bi ezmûna rojane tê xwedîkirin e. Ev hişmendî ji hesta berpirsyariyê ya li hember malbat û jiyanê derdikeve. Ji ber ku li deverên gundewarî, barê hilgirtina avê, lênêrîna zarokan û têkoşîna bi şert û mercên jiyanê yên dijwar re hê li ser milên jinan e. Ev rastiya nayê dîtin, di nav jinan de hişmendiyek bêhempa ya protestoyî afirandiye û jinan neçar dike ku ji bo parastina rûmeta xwe derkevin kolanan. Di bingeha protestoya jinan de çalakiyek mirovî heye û ev yek redkirina bêdengiya li ser wan hatiye ferzkirin e.”
‘Dengê van jinan heq dike ku bê bihîstin’
Soraya Tenanî, di daxuyaniya axaftina xwe de diyar kir ku hişmendiya jinan ne wekî hişmendiyeke teorîk an îdeolojîk, mîna hişmendiyek ku ji hestek rûmetê û xwesteka jiyaneke mirovî li welêt çêdibe şêwe dibe û got: “Xwepêşandanên jinan îfadeyek rewa ya mafê jiyanek bi rûmet û redkirina dûrxistina domdar e. Dengê van jinan heq dike ku bê bihîstin û divê daxwazên wan veguherînin polîtîkayên giştî yên adilane û wekhev."