Jinên Mexrîbê: Aktivîstên jin berdin
Piştî li Mexrîbê derbarê Mamoste Nezhe Mecdî de ji ber beşdarî protestoyên qada perwerdeyê bû û derbarê aktivîst Saîda Alamî de cezayê girtîgehê hat erêkirin, li welat bangên piştevaniyê û protesto zêde bûn.
Navenda Nûçeyan – Li Mexrîbê hikmên derbarê aktivîstên jin de tên dayîn, wek binpêkirina destûra bingehîn a Mexrîbê û peymanên Mafê Mirovan ên Navnetewî tên dîtin. Ev rewş azadiya îfadeyê teng dike.
Dadgeha Temyîzê ya Mexrîbê, Mamoste Nezhe Mecdî ji ber beşdarî protestoyên qada perwerdê bûye ceza kir. Aktivîst û blooger Saîda el- Alamî jî, ji aliyê Dadgeha Cezayê Îstinafê ve 3 sal cezayê girtîgehê girt. Komek jinên ciwan ku têkoşîna demokratîk dikin, ji bo piştevaniya bi Mamoste Nezhe û blooger Saîde re, daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku cezayê derbarê Nezhe Mecdî û Saîda el-Alamî de, binpêkirina eşkere ya li dijî mafê protestoya aştiyane, azadiya îfadeyê, mafê bingehîn e. Di daxuyaniyê de hate îfadekirin ku ev pêvajoyên darizadinê ji bo krîmînalîzekirina xebatên çalakiyan e û cezakirina hiqûqê weke amûra tepesandinê bikar tîne.
Di daxuyaniyê de doza herdu jinan, wek ‘tundiya saziyê’ hat binavkirin û dan zanîn ku ev cûreyên biryaran li dijî destûra bingehîn a Mexrîbê, peymana Mafê Medenî û siyasî yê navnetewî û erkên biryardariya navnetewî ye.
Banga berdanê
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji ber nêrînên aştiyane û seknan, darizandina aktivîstan û girtina wan darbeyek li dijî rêgezên dewlata hiqûqê ye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev li dijî hemû jinên ku beşdarî têkoşîna edalet, maf û civakan dibin peyama gefê ye. Di daxuyaniyê de jinan daxwaz kirin ku divê tavilê Nezhe Mecdî û Saîda el-Alamî bê şert werin berdan, di heman demê de hemû girtiyên siyasî werin berdan.
Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku rêz li azadiya giştî bê girtin, mafê protestoyên aştiyane, rêxistinî û îfadeyê werin mîsogerkirin û dawî li hemû zextên li dijî aktivîstên jin û hemû awayên tundiya saziyê were anîn.
Li dijî biryarê xwepêşandan
Li dijî girtina mamoste Nezhe Mecdî ku ji ber beşdarî xwepêşandana qada perwerdeyê bûye, bangên protestoyan her ku diçe zêde dibin. Sendîkayên perwerdê û koordînasyona mamosteyên bi peyman ragihandin ku dê çalakiyan li dar bixin. Tevgera ‘Gen Z’ jî ragihand ku ew destekê didin van gavan û ji bo parastina mafê protestoyên aştiyane û azadiya îfadeyê banga beşdariya awayên cûda yên çalakiyan kir.