Jinên Mexmûrê Jîna Emînî bi daxuyaniyek bi bîranîn
Meclisa Îştar ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî bi boneya salvegera serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ daxuyanî da, di daxuyaniyê de banga bilindkirina têkoşînê hat kirin.
Mexmûr- Jîna Mehsa Emînî ya 22 salî, di 16’ê Îlona 2022’an de li Tehranê bi hinceta ku li gor qûralê hîcabê tevnegeriya ye, ji aliyê 'polîsên exlaq' ve hat qetilkirin. Jîna Emînî ya ku di dema binçavkirinê de ji aliyê polîsan ve rastî lêdanê hat, rakirin Nexweşxaneya Kasrî ya Tehranê û jiyana xwe ji dest da. Piştî buyerê li Îran û Rojhilat Kurdistanê bi pêşengtiya jinan serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” dest pê kir. Serhildan li hemu aliyên cîhanê deng veda û bu banga têkoşîna jinê ya li hemberî desthilatdariyê. Li her deverê cîhanê ji bo salvegera serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ gel rabûn ser lingan û ev roj bû roja qêrîna dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’.
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê jî dibin pêşengtiya Meclîsa Îştar de bi boneya salvegera serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî bi beşdarbûna jinên wargehê li parka 4’ê Nîsanê hat dayîn. Beriya ku daxuyanî were dayîn, ji bo tevayî giyanê şehîdan deqeyek rêz hat girtin û piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê mamosta Ruken Tunç ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
‘Di şoreşê de bi pêşengiya jinan mêr jî daketin qadan û şer kirin’
“Bi salane pergala netew-dewletê bi zîhniyeta baviksalarî xwest wateya ‘Jin Jiyan Azadî’ tune bike û têkiliya xwe ya bi jinan re qut bike. Lê di şoreşê de girêdana jin û jiyanê careke din watedar bû. Pirsên ser wateya jinê û girêdana wê ya bi jiyanê re careke din hatin bersivandin. ‘Jin Jiyan Azadî’ niha ji dirûşmeyekê wêdetir, weke felsefeya şoreşê, felsefeya jiyanê û heta ronesansekê nû li Îran, Rojhilat û Rojhilata Navîn belav buye. Ger ev şoreş bi pêşengiya jinan despê nekira, ewqas belav nedibû. Ji ber ku jin pêşenga civakê û rengê jiyanê ye. Lewma dema ku bi pêşengiya jinan serhildan çêbû, herkesî di nava şoreşê de cihê xwe girt. Di şoreşê de bi pêşengiya jinan mêr jî daketin qadan û şer kirin, li dibistan û zanîngehan heskes tevlî şoreşê bû. Destkeftiyên vê şoreşê çine û li ser bingeha destkeftiyan wê çawa bidome gelekî girîng e. Piştî Jîna Emînî di şoreşê de bi sedan kes şehîd bûn û bi hezaran kes hatin girtin.
‘Dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ îro veguheriye karakterekî gerdûnî’
Rastiya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku beriya bi salan ji aliyê Rêber APO ve hat bilêv kirin, beriya salekê wek van rojan bû qêrîna azadiyê û hêrsa bilindkirina têkoşîna jinên Rojhilat, Îran û giştî jinên cîhanê. ‘Jin, Jiyan Azadî’ peymana jinan e ku îspata sedsala 21’ê sedsala şoreşa jinê ye. Lewma ev yek ji aliyê cewherî ve paradîgmaya jiyana azadiya me jinan û giştî civakê ye. Ev paradîgmaya navê wê felsefeyê ye ku wê civakê, jinan, çandan ji kiryarên koletiyê yên desthilatdaran rizgar bike, bi pêşengiya jinê jiyanê bi azadiyê ava bike. ‘Jin Jiyan Azadî’ îro veguheriye karakterekî gerdûnî. Jinan bi çalakiyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ îspat kirin ku li cîhaneke bindest, têkoşîna jinê jî wê hevpar be. Jîna Emînî ji aliyê aqlê mêrê kujer ve hate qetil kirin. Lê belê ev komkujî bi dawî nebû. Polîtîkayên komkujiyê yên dijminê jinê yên dewletên cîhanê, salên dawî di asta hovîtiyê de dewam dikin. Ji ber polîtîkayên qirkirina jinê yên li her deverê belav bûne, hersal bi hezaran jin têne qetil kirin.
‘Divê em kesayeta ku şoreşê derxistiye holê biparêzin û mezin bikin’
Weke jinên wargeha penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî armanca me ya sereke di salvegera yekemîn ya şoreşê de xurtkirina rêxistinbûn û yekitiya jinan e. Em bi salene ji bo vê têdikoşin, em berdelên giran didin. Divê em kesayeta ku şoreşê derxistiye holê biparêzin û mezin bikin. Li ser vî bingehî tevayî şehîdên şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî bi mînetdarî bi bîrtînin û soza bilindkirina têkoşîna wan didin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.