Jinên mexdûrên erdhejê: Em ji bo pereyê nanek bênavber dixebitin
Erdheja li Antakyayê li ser îstîhdama jinan bandorek mezin çêkir. Jinan diyar kirin ku ji bo pereyê nan bênavber dixebitin û wiha gotin: “Bi erdhejê re me ne tenê malên xwe, pêşeroja xwe jî winda kir. Li vê derê barê her tiştî li ser milên jinan e.”
MEDÎNE MAMEDOGLU
Antakya- Di ser erdhejên 6'ê Sibata 2023’an a navenda wan Mereş bû re salek derbas bû. Erdhej bi bajaran re, di jiyana kar de jî bû sedema hilweşandinê. Rêjeyên bêkariyê li herêmên erdhejê, ji rêjeya bêkariyê li parêzgehên din ên welat pir zêdetir e. Bi erdhejê re îstîhdama jinan jî bi awayekî cidî kêm bû.
Mexdûrên erdhejê yên li Antakyayê Azîze Unal û Sebahat Demîr jî ji bo di warê aborî de li ser piyan bimînin, hewl didin di karên ku dîtine de bixebitin.
'Ne mal ne jî karê me ma’
Azîze Unal a ku di erdhejê de 2 zarokên xwe winda kir û mala wê hilweşiya, hewl dide bi firotina zebzeyan di tezgaha ku li Uzun Çarşi ya li Kolana Kurtuluşê vekir debara xwe bike. Azîze Unal, anî ziman ku tevî salek di ser erdhejê re derbas bûye jî her tişt zehmetir bûye û wiha got: “Me gelek kes winda kirin. Jiyana me bi zehmetî bû lê çi dibe bila bibe em neçar in bixebitin. Ne mala me û ne jî karê me, tu tiştekî nema ji me re. Ez piştî erdhejê ji vê derê çûm lê piştî du mehan vegeriyam. Çi dibe bila bibe, tu tişt mîna axa mirov nabe.”
Azîze Unal, diyar kir ku tevî şert û mercên zehmet jî naxwazin ji Antakyayê biçin û wiha axivî: “Me ne xwe û ne jî welatê xwe neterikand. Ez ji bo zarokên xwe xwedî bikim, neçar im bixebitim. Ji bo li ser piyan bimînim her tiştî dikim. Ez li vê derê li bazarê sebzeyan difiroşim, jinên din jî hesin an jî xurdeyan kom dikin." Azîze Unal bi gotinên: "Ez wek jinek neçar im bi hêz bibim” diyar kir ku yekane daxwaza wê ew e ku bêyî alîkariya kesek debara xwe bike.
'Me ne tenê paşeroja xwe pêşeroja xwe jî winda kir'
Azîze Unal, anî ziman ku der barê pêşerojê de bêhêvî ye û hestên xwe bi van gotinan anî ziman: “Em her tiştî dikin, karên ji destên me tê em dikin. Çima? Em neçar in bijîn. Niha tu rewşek me nîn e, hemû sifir bûn. Min di erdhejê de du zarokên xwe winda kir. Me piştî erdhejê hemû tiştên xwe winda kir. Me ne tenê paşeroja xwe, pêşeroja xwe jî winda kir. Ger Antakya baş bibe jî di bin her malê de cenaze û êş hene. Dilê me diêşe û şikandiye. Berê xeyalên me hebûn, niha xeyal neman. Em niha dixebitin lê tenê ji bo birçî nemînin dixebitin. Em xwarinê dixwin û radizên. Ji bo jiyanê tu hêviyek me nemaye.”
'Em ji bo pereyê nanek bênavber dixebitin’
Sebahat Demîr a ku hewl dide bi firotina xurdeyên ji xirbayan kom dike debara bike jî diyar kir ku ji bo xwedîkirina 5 zarokên xwe neçar e bixebite. Sebahat Demîr, diyar kir ku di nava saleke ku li ser erdhejê re derbas bûye de her tişt xirabtir bûye û wiha axivî: “Em hewl didin xwe kom bikin lê em nikarin bikin. Ji bo em bi ser xwe ve werin em di nava lêgerînan de ne lê hê ji bo vê zemîn û hêviyek nîn e. Ev hêviya me roj bi roj kêm dibe. Ne weke berê lê dîsa jî em neçar in têbikoşîn. Ma em ji kê alîkarî bixwazin, em bi keda xwe dixebitin. Em neçar in çi ji destên me were bikin. Em vê yekê ji bo pereyê nanek dikin, ji bo pereyê nan bênavber dixebitin.”
'Derfetên kar tunebûn’
Sebahat Demîr, destnîşan kir ku piştî erdhejê derfetên kar ên li Antakyayê jî tune bûne û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Li vê derê ne ji bo jinan, ne jî ji bo ciwanan derfetên kar tune ne. Bi taybetî piştî erdhejê mirov ne kar û ne jî nan nabînin. Divê demildest ev pirsgirêk bê çareserkirin. Salek e kes nizane em çawa debara xwe dikin û çi dikin. Em hemû li kolanan di derdê nan de ne. Em ji bo hewceyê kesek nebin, bi şev û roj dixebitin. Em ê karê xwe berdewam jî bikin. Barê her tiştî li ser milên jinan e. Em li her derê dixebitin, her dem ji bo bigihîjin cihekî dibezin. Em diwestin lê biwestin jî tiştekî ku em bikin nîn e."