Jinên Lubnanî ji qirkirinan re dibêjin na
Çalakvana femînîst û rojnamevana Lubnanî Meryem Yaghî derbarê rewşa siyasî û planên hêzên hegomanîk ên li ser jinan de got ku: "Yên ku bandorek zêde ji pevçûnan dibînin jin in.

FEDIYA CUMAA
Beyrût – Li başûrê Lubnana ku pevçûnên bi hêzên Îsraîlê re dijwartir bûn, jin di şerê ji bo mayînê de parastina axê, ji nûve avakirina jiyanê û rêwîtiya başbûna di nav wêraniyê de wek hêzek girîng derketin holê. Ev rol, wek ku di civakên bavsalar û serdest ên mêran de tiştekî asayî ye, pir caran di siya wan de diman. Ji cîhên biryardanê dûr diman û ji aliyê sîstemên cudakar ve bargiran bûn. Lawaziya wan hem di demên şer de û hem jî di demên aştiya nazik de zêde dikirin.
Çalakvana femînîst û rojnamevana Lubnanî Meryem Yaghî nihêrînek kurt li ser rewşa siyasî ya heyî ya Lubnanê û bandora şerên li Sûriyeyê û Filistînê ya li ser rewşa navxweyî ya Lubnanê, bi taybetî jî li ser jin û komên paşguhkirî, bi me re parve kir.
'Şerên dewletên cîran dê rewşa Lubnanê dijwartir bike'
Meryem Yaghî di destpêka gotinên xwe de anî ziman ku her pevçûnek berdewam a li welatên wan, li gor dîrokê îspat dike ku jin û komên paşguhkirî û lawaz ên di nav wan komên herî zêde zirar û bandorên neyînî yên van pevçûnan de ne. Meryem Yaghî wiha got: "Tiştê ku li Sûriyeyê û Filîstînê diqewime, dê rewşa Lubnanê jî lawaztir bike. Di encamê de, bi bandorên siyasî, aborî û civakî, komên lawaz herî zêde bi bandor dibin. Ji ber vê zexta li ser komên paşguhkirî yên wek penaberên jin û karkerên biyanî du qat dibe, ji hêla koçberiyê, xizaniyê, windakirina derfetên kar, an jî ji hêla tundiya zêdebûyî ya ji ber pevçûn û tundiya navmalî ve çêdibe."
Bandorên şer û pevçûnan ên li ser jinan
Derbarê bandora nakokiyên herêmî yên li ser jinan de Meryem Yaghî wiha axivî: "Di demên krîzê de komên lawaz bi taybetî jin, herî zêde ji binpêkirina mafên wan bi bandor dibin. Krîz dibin sedema xirabûna xizmetên giştî yên wek tenduristî û perwerdehiyê. Ji bo ku jin û jinên ciwan di hawîrdorên cudakar de bi awayek dijwartir ji van xizmetan sûd digre. Ev kom di gihîştina xizmetên berdest de bi astengiyên mezintir re rûbirû dimînin. Bûyerên şîdeta navmalî jî li deverên ku krîzên dubare dijîn, nearamiya siyasî û aborî wek hincetek ji bo sûcdaran tê bikaranîn. Di encamê de rewş ji bo jinê û jinên ciwan girantir dibe. Ji ber ku civak ji bo sûcdaran hincetan peyda dike. Ev jî êşa wan zêde dike."
‘Têkoşîna me li dijî dagirkerî û rejîmên zordar yek e’
Meryem Yaghî li ser girîngiya hebûna hevgirtina femînîst jî rawestiya û nêrînên xwe wiha anî ziman: "Hevgirtina siyasî ya femînîst li seranserê sînoran heye. Bi taybetî ji însiyatîfên femînîst ên bingehîn ên ku em di demên şer, komkujî û karesatan de dibînin. Dengê jinan bilind dibe da ku hevgirtina xwe veguherînin hevgirtinek siyasî ya femînîst a rastîn. Di demên krîzê de helwestên zelal û rastîn ji van însiyatîfên bingehîn hene."
'Li hember bêdengî û qirkirinê dengê jinan bilind dibe'
Meryem Yaghî armanca hevgirtin û planên hêzên hegomanîk ên li ser jinan li cîhanê çêdibin anî ziman û wiha pêl da gotinên xwe: "Pirsgirêkên kolonyalîzmê û hemû pirsgirêkên rejîmên zordar, pirsgirêkên femînîst in. Şerê me li dijî dagirkeriyê, rejîmên zordar û bavsalariyê ye. Ev rejîm li welatên me, ji Lubnanê bigre heta Filistîn, Sûriye, Misir, Sûdan, Yemen û yên din bi gelek awayan tên avakirin û pratîkkkirin. Em dibînin ku çawa rejîmên zordar rasterast di nav civakên bindest, paşguhkirî û bêparastin ên li van herêman de di bin slogan û pankartên siyasî de, beşdar dibin. Em dibînin ku çawa rejîmên leşkerî û rejîmên bavsalar ên zordar ji bo çewisandina van komên bêparastin tifaq dikin. Ji ber vê yekê dengê jinan her tim bilind e, pêş ve diçe û ew dê van pergalên bavsalar û zordar hilweşîne."
'Divê kolonyalîzm ji Rojhilata Navîn bê rakirin'
Meryem diyar kir ku xeyala Lubnana azad û serbixwe dike ku hemû cureyên dagirkerî û kolonyalîzmê, bi taybetî jî kolonyalîzma siyonîst, qut bike. Meryem li ser rola jinan a di vê çarçoveyê de sekinî û gotinên xwe wiha bidawî kir: “Rola jinan ne tenê xewnek e, rastiyek e jî. Ji ber ku jin her gav di pêşengiya dijberiya vê kolonyalîzmê de bûne. Xewna me Lubnanek ku ji kolonyalîzma siyonîst rizgar bibe û divê ji Lubnanê, Filistînê û tevahî Rojhilata Navîn were rakirin e."