Jinên Libyayî ji bo jinên Xezayê banga hevgirtinê kirin

Jinên Libyayî piştgiriya xwe ya ji bo jinên Filistînî didomînin û daxwaza destwerdana lezgîn û parastina sivîlên li Xezayê dikin. Bi taybetî ji bo jin û zarokan hewl didin piştgiriyê bidin.

 

HINDIYÊ EL-EŞÊBÎ

Lîbya – Piştgiriya ji bo jinên Filistînî yên ku ji bo parastina ax û welatê xwe şer dikin, berdewam dike her kes daxwaza destwerdana lezgîn û parastina sivîlên li Xezayê dike. Her wiha wan daxwaza gavên cidî kirin da ku bi awayên curbecur piştgirî bidin dozê, ji ber ku civaka navneteweyî nikare van sûcên ku ji Cotmeha 2023'an vir ve li dijî zarok, jin û tevahiya nifûsê tên kirin, rawestîne.

'Gelê Xezayê her dem bi qirkirin û komkujiyan re mane'

Çalakvana sivîl Sebah Salih ku di teftîşa perwerdeyê de li Wezareta Perwerdeyê ya Lîbyayê dixebite, got ku boykot yek ji kampanyayên herî girîng e ku piştgirî da doza Filistînê û wiha got: "Bi boykotkirina kirîna berheman ji şîrket an karsazên ku piştgiriyê didin rayedarên Îsraîlê em piştevaniyê didin doza Fillistînê. Ev jî bandorek mezin li ser piştgiriya darayî û madî ji bo hêzên Îsraîlê û hevalbendên wan, dike. Gelê Lîbyayê ji demên kevnar ve ji bo piştgiriya gelê Filistînê li dijî dagirkeriyê rabûye ser piyan, ji ber ku ev gel rastî qirkirinê tê ku operasyonên sîstematîk ên wekî sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê ne."

‘Rola jinan di vê hemleyê de gelek girîng e'

Sebah Salih qala rola jinan di vê piştevaniyê de anî ziman û wiha axivî: "Rola jinên Lîbyayê û dayîkan di mezinkirina zarokên xwe de ji bo piştgiriya doza Filistînê girîng e, ji ber ku ew doza neteweyî û aîdiyetê ye û divê hemû malbat van nirxan ji temenê biçûk ve di nav zarokên xwe de biçînin."

'Divê hewldanên piştevaniya bi gelê Xezayê re zêdetir bibin'

Karmenda Komeleya Otêlên Ciwanan Eyat Ezat tekez kir ku boykot di nav rêbazên herî girîng ên piştgiriya doza Filistînê de ne û wiha pêl da gotinên xwe: "Berhevkirina bexş û piştgiriya darayî di van deman de pir girîng e. Divê em bi riya kampanyayên bexşê yên serhêl, bi riya lînkên ku ji hêla saziyên fermî, piştgir û pêbawer ve têne weşandin, piştgiriya darayî ya gelê Filistînî bikin. Em jinên Lîbyayê piştgirî û hevgirtina xwe bi Filistîniyan re radigihînin û em daxwaza zêdekirina hewldanên ji bo piştgiriya vê dozê û parastina zarok, jin û sivîlan ji van êrîşan dikin. Filistîn welatekî Erebî ye û em ê wê radestî dagirker nekin."

Jinên Filistînî her cure êşê dikşînin''

Eyat Ezet bal kişand ser êşên ku jinên Filistînî dikşînin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Jinên Filistînî her cure êşê dikşînin, xizmên xwe winda kirin, koçberî dîtin, birçîbûn û hwd.. Tevî vê berxwedêr in û dikarin gelek tiştan pêşkêş bikin. Em bi hêvî ne ku sînor bên vekirin û alîkariyên mirovî bigihîjin gelê Xezayê."

Kampanyayek cîhanî ye

Kampanyayên boykotkirina Îsraîlê hewldaneke cîhanî ye armanc ew e ku zextê li rayedarên Îsraîlê bikin da ku dagirkirina axa Filistînê bi dawî bikin, rêzê ji mafên Filistîniyan re bigrin û cudakariya li dijî wan rawestînin. Ev kampanya li ser bingeha tevgera Boykot, Veberhênan û Tehrîkkirinê (BDS) li dijî şîrketên ku bi Îsraîlê ve girêdayî ne yan jî piştgiriyê didin xebatên xwe dike.