Jinên Libyayê bi analîzên xwe yên siyasî di nava civakê de tên qebûlkirin

Di demeke ku li Lîbyayê ewqas nakokî hene, pêwîstiya rewşa siyasî bi analîzerên siyasî ku bikaribin rewşê baş binirxînin heye. Ji bo vê yekê jî jin li pêş in û bi analîzên xwe yên siyasî di nava civakê de rastî eleqeyê tên.

ÎBTÎSAM AXFÎR

Bingazî-Emel Boqşata El-Irêbî ya ku di warê siyasî de xwedî analîzan e, teqez kir ku nakokiyên li Lîbyayê bi awayekî neyînî bandorê li kesên ku analîzên siyasî dikin çêdike. Di vê mijarê de rola herî girîng û hesas dikeve ser milên jinan.

Emel Boqşata El-Irêbî diyar kir ku piraniya kesên analîzan dikin ji ber di vê mijarê de ne serwer in behsa mijarên hesas li Lîbyayê bêyî ku paşxaneya wê bizanibin û bibînin dê çi bandorê li rewşê bike dikin.

‘Bi analîzan ne tenê rewşa niha divê demên pêş jî werin dîtin û nirxandin’

Her wiha teqez kir ku divê bi analîzan ne tenê rewşa niha were nirxandin divê ew xwe bispêrin tiştên ku niha çêdibin û ji bo pêşerojê xwedî pêşbînî bin û got: "Divê ew di karê xwe de pispor bin û gelek agahî der barê derdora xwe û cîhanê de hebin. Divê ku mirovek wêrek be ji ber ew hewl dide bandorê bike û bala raya giştî ber bi xwe yan jî ber bi mijara ku behsa wê dike ve bibe."

‘Jin baştir dikirin di warê siyasî de analîzan bikin’

Der barê rola jinan a di analîzên siyasî de û bi taybetî li Lîbyayê ku hê jî edet û kevneşopî hene de got ku divê malbat piştgiriya jinan bikin, çand û zanista wan a siyasî hebe ji ber ya herî rast di analîzên siyasî de diaxivin jin in.

‘Gelê Libyayê êdî nezan nîn e wateya her têgehê baş dizane’

Emel Boqşata El-Irêbî der barê kêmbûna jinan di warê siyasî de jî got: "Jin ji vê yekê ditirsin ji ber gelek xeter û zehmet e, parastina mafên mirovan li Lîbyayê û yekalîbûn her kesê dixe xeterê. Bi taybetî jin ji bo vê yekê dibe ku werin kuştin, jî gef li wan bê xwarin an jî revandin û rastî lêdanê bên." Emel Boqşata El-Irêbî teqez kir ku qebûlkirina civakê ji jinên ku di siyasetê de diaxivin yek ji gavên herî girîng e û wiha domand: "Jinên ku ji bo welatê xwe her tişt bidin ber çavên xwe û jê hez bikin, her çiqas gef li wan were xwarin jî dê dest ji karê xwe yê siyasî bernedin û di wê mijarê de analîzên xwe bikin. Gelê Lîbyayê êdî nezan nîn e wateya her têgehê baş dizane. Ji ber ku cîhana torên dîjîtal hiştiye her kes li vê cîhanê hev nas bike."

Di dawiya axaftina xwe de Emel Boqşata El-Irêbî diyar kir ku rewşa dawî di salên dawiyê de bandorek neyînî li jinan kiriye û got: "Civaka Lîbyayê êdî analîzên siyasî yên jinan qebûl dike. Ez behsa tecrubeya xwe bikim, dema ez diçim deverekê xelk bi coş min pêşwazî dike û analîzên ku min kirine jî baş dinirxînin loma divê ku em her dem rastiyê bibêjin."