Jinên li taxên derdora Mahabadê tên paşguhkirin
Nîvê şêniyên li taxên derdorê jin in û êşên mezintir dijîn. Ew di bin desthilatdariya hikûmetê de ne û dengê wan nayê bihîstin.

VIYAN MEHRWERWER
Mahabad – Di quncikên bajarê Mihabadê de kesên ku neketine nav pergala aborî û civakî, ji ber wan taxan bûne xwedî pirsgirêk. Ev pirsgirêk ji bo jinan encamên girantir bi xwe re tînin û tu rayedarek vî dengî nabihîze. Di vê nûçeyê de em behsa serpêhatiyên jinên ku tevî di civakê de bandora wan heye jî li kêlekê mane bikin.
Hê zarok bû zewicandin di nav malê de tundî dît
Sara, jineke li taxeke kêleka Mahabadê dijî. Di temenê zarokatiyê de bi zor hatiye zewicandin. Sara wiha dibêje: “Ez hê zarok bûm, dê û bavê min mirin. Di 16 saliya xwe de hatim zewicandin û zarokek min çêbû. Zarokê min hat revandin û cenazeyê wî hat dîtin. Li ser vê yekê hevjînê min doz li min vekir. Ez hê 20 salî bûm du sal di girtîgehê de mam. Lê piştî min dest ji mafê xwe yê mehrê berda, serbest hatim berdan. Dûre ez bi cîranê meta xwe re hatim zewicandin. 30 sal ji min mezintir bû, lê di jiyana ku xwişk û birayê min jî li dijî min bûn de, tu çareyek min tunebû. Li min dixist, bedena min reş dibû, lê riyek din tunebû. Kesên wek min pir bûn. Di kolaneke li jêr de hevjînê jinek madeya tiryakê dikişand û wê neçarî fihûşê dikir. Du zarokên wê hene û tu kesek wê tune ye.”
‘Kurên min tevlî DAIŞ’ê bûn hevjînê min ji ber tiryakê mir’
Li kêlekên bajar, xizanî zêdetir dibe û pê re jî ji çand tune dibe. Ev rewş dibe sedema girêdana bi madeyên tiryakê, riyên ketina nava sûcan zêdetir dike. Kulsum, hevjînê xwe ji ber tiryakêşiya metamfetamînê winda kiriye û du kurên wê yên ciwan bi xapandin tevlî DAIŞ’ê bûne. Keça wê li Îraqê zewiciye û salê du caran tê serdana dayîka xwe. Kulsum wiha behsa serpêhatiya xwe dike: “Xizmên min jî li gund dijîn. Di ciwaniya xwe de ez bi hevjînê re reviyam hatim bajêr, me xwest em jiyana nû ji xwe re ava bikin. Lê wî dest bi madeyên hişbir kir û zarokên min jî bi xwe re perîşan kir. Du xwişkên min her dem dixwazin ez vegerim gund, lê li wê derê êdî cihê min tuneye. Cilên li ser min jî saziyeke alîkariyê dide. Ez bi paqijkirina malan, karê pakêtkirinê, di firûna tûleyan an jî li fêkîfiroşan dixebitim û debara xwe dikim.”
Vederkirin xizanî û tunebûna perwerdeyê
Şeyda, bi dayîka xwe re di eraziyên aydê şaredariyê de dijî. Li taxê jê re dibêjin “xanima endezyar.” Ji ber nexweşiya MS bi zor dimeşe. Tevahiya rojê li malê rûdinê, li televîzyonê temaşe dike û carna jî bi cîranan re sohbet dike. Şeyda wiha dibêje: “Piştî ku bavê min mir, ez tenê bi dayîka xwe re mam. Malbata min ji gund koçber bûbû, tu tiştek me tunebû. Min xwend, dîplomaya endezyariyê girt. Her tişt xweş bû heta roja ku ez ji hemdê xwe çûm. Ez nexweş bûme lê hay jê nebûme. Ji ber vê nexweşiyê nikaribûm bixebitim, destek jî tunebû. 14 sal in li malê me. Bi xizanî, tenêtî û nexweşiyê re dijîm.”
Rewşa Şeyda bûye sedem ku xwe bide aliyek. Li gorî ku dibêje, li taxê gelek jinan zanîngeh nexwendine, hinek ji wan dîplomaya lîseyê jî negirtine. Ên ku zangîngehê qedandine jî, piştî ku zewicîne mehkûmî malê bûne.
‘Em tenê li kolanê rûdinên derdê xwe ji hev re dibêjin’
Jinên li vê herêmê, nikarin biçin park, salonên werzişê û pirtûkxaneyan. Ji derfetên aborî dûr in. Hesta ewlehiyê hema bêje ji bo wan têgeheke ku nayê zanîn e. Sohbeta wan li ser bêbaweriya wan a ji dewletê, pejirandina çarenûsê, zewicandina di temenê biçûk û zayendî, xebata bê pere yan jî bi mûçeyê kêm, malên biçûk lê tije mirov, asta kêm a perwerdeyê ye. Di nava tenêtiyê de dijîn.
Zeyneba ku yek ji wan jinan e wiha dibêje: “Em li kolanan rûdinên derdê xwe ji hev re dibêjin. Derdê me ne ferdî ne, hemû ev êş, ji ber ku rêveberî karê xwe nake çêdibin.
Bêdadiya heyî û bêdengiya dewletê
Tiştên ku ev jin behs dikin, ferdî nînin, nîşaneya bêdadiya pergalî û tunebûna eleqeya saziyan e. Ew tenê qurbanên xizanî û şîdeta nava malê nînin; di heman demê de bi salan e mexdûrên dewleta ku berpirsyariyên xwe ji bîr kiriye ne.
Kêmasiyên dewletê yên di plankirina edaleta civakî de, polîtîkayên têkçûyî û xemsar ên ji bo taxên li kenar, sedema vê trajediyê ne. Bêparbûna ji perwerdeyê, beşdariya komên radîkal, zewicandina di temenê biçûk de, girêdana bi madeyên hişbir û bêparbûna ji pêdiviyên bingehên ên jiyanê, ne îstîsna, encama sersariyek pergalî ne. Ne tenê dewlet; çîna navîn a bajar jî van mirovan veder dike, yan dilê xwe bi wan dişewitîne yan jî darizandiye û jinedîtî ve hatiye.
Taxên kenar ji ber xwe çênabin bi bêdadiyê çêdibin
Taxên kenar bi serê xwe çênabin. Berhemên bêdadî û sersariyan in. Nîvê şêniyên van taxên kenar jin in. Ger ev jin di mercên zortir de dijîn û hewl didin li ser piyên xwe bisekinin pirsa sereke ev e: Dê kengê dengê vana jinan were bihîstin? Bêdengiya civakê û rêveberiya xirab a dewletê dê heta kengê van kesan bêdeng bike?