Jinên li Sûriyeyê tên revandin rastî zextên fihûşê tên

Hatina agahiyên derbarê komkujî û revandina Elewiyan ên li bajarên peravê yên Sûriyeyê, didome. Li gorî çalakvanên mafên mirovan ên Elewî, herî kêm 60 jinên Elewî hatine revandin û bi zewicandina bi darê zorê û tecawizê re rû bi rû ne.

Navenda Nûçeyan –  Di kovara siyasî û çandî ya heftane ya bi navê The Spectator a ku ji sala 1828’an vir ve li Îngilîstanê tê weşandin de nûçeyek hat belavkirin. Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku civakên Elewî yên li Sûriyeyê, bi tirsa ku jin û keçên wan werin revandin û wekî "sabaya (kişandina fihûşê)" werin girtin, dijîn. Di nûçeyê de ev agahî hatin dayîn:

“Piştî hilweşîna rejîma Esed, hatibû ragihandin ku êrîşên "tolhildanê" yên milîsên dilsoz ên desthilatdarên nû pêk hatine, di van êrîşan de rewşên wek revandina jinan a ji bo tecawizê û zewaca bi darê zorê, pêk hatine. Çalakvanên mafên mirovan ên Elewî dibêjin ku hinek jin hîn jî dîlgirtî ne û revandina jinan berdewam dikin. Çalakvan diyar dikin ku rayedarên Sûriyeyê bi awayê "nexwestin an jî nekarînê" li hember van êrîşan bêdeng dimînin.

Li gorî çalakvanan, di navbera 50 û 60’î de jin û keç hatine revandin. Tê zanîn ku di meha Adarê de zêdetirî hezar û 600 sivîl di pêla tundiya mezhebî de hatin kuştin.

Çîroka Samirayê: Tecawiz, zewaca bi darê zorê û revandin

Milîsên Sunnî mêr û kurên Elewî li kolanan kuştin. Jinên ku hatine revandin wiha dibêjin;

Samîra (ne navê wê yê rastî ye) ya 23 salî ye. Piştî ku hat revandin, bi komî tecawiz lê hat kirin û bi darê zorê hat zewacindin. Piştre reviya. Samîrayê bi rêya wergêrekî li ser WhatsAppê axivî û got ku di meha Sibatê de gava li kolanên Humsê dimeşiya, otomobîlek rawestiya û şeş zilamên rûpoş ji wesayîtek spî ya bi heriyê veşartî daketin. Wê hewl da bireve, lê hat girtin û avêtin nav wesayîtê. Dema ku wê li ber xwe da, bi pihînan li rûyê wê xistin. Dibêje: "Piştî vê yekê, min nekarî tevbigerim."

‘Hûn fîdye nedin emê destê wê ji we re bişînin’

Bi qasî saetekê bi awayek çavên wê girtî birin. Dema ku sekinîn, îşkenceya ku di xaniyek nîv-avakirî de li benda wê bû, dît. Hinek ji milîsên rûpoş cilên cîhadîstan li xwe kiribûn; hin ji wan li ser eniya xwe xêzên reş hebûn ku li ser wan "La îlahe îlallah" nivîsandibû. Ew bi telefona wê li malbata wê geriyan û 500 milyon lîreyên Sûrî (nêzîkî 30,000 £) fîdye xwestin. Gotin “Ger ku hûn nedin, em ê destê wê bişînin.”

Wê şevê, zilamekî got ku ew ê "wê bibe malê" lê ew bir odeyeke din û tecawizî wê kir. Roja din, çar zilamên din jî heman tişt kirin. Piştî çend rojan tecawizê, ew ligel jineke pîr ji bo kuştinê hat girtin. Guleyek li sîngê wê pîrejinê hat xistin û ew kuştin. Samîrayê jî wek mirî nîşan dan û wêneyê wê kişandin. Piştre "emîrekî" pîr hat û Samîrayê bi pere kirî.

Emîr ji Semîrayê re got: "Tu êdî ya min î, tu dê bibî mîna jina min." Semîrayê di malek li Îdlibê de girtî bû. Derfetek dêt û bi telefonê li malbata xwe geriya. Ji ber wêneyên sextê yên mirina wê li ser medyaya civakî hatibûn parvekirin, malbata wê merasîmek cenazeyê ji bo wê organîze kiribû. Piştre ew birin Lubnanê, lê di nebûna emîr de karî bireve. Niha xwe vedişêre û dibêje: "Ez ji azadiya xwe kêfxweş im, lê ji tirsan felc bûme."

56 doz hatin tespîtkirin

Çalakvana bi navê Înana Barakat, li derveyî Sûriyeyê dixebite. Înana, piştî ku bangên alîkariyê di ser medyaya civakî de girt, bi malbatan re têkilî danî. Ew dibêje ku 56 bûyerên revandinê hatine tespîtkirin. 25 ji van qurbaniyan vegeriyane ba malbatên xwe (bi piranî rastî tecawizê hatine), lê çarenûsa yên mayî nayê zanîn. Qurbaniya herî biçûk 15 salî bû, ya herî mezin 55 salî bû. Malbat ditirsin keçên xwe bişînin dibistanê.

Di nav çend bûyerên din de, jineke 23 salî ku dema bi kurê xwe yê 11 mehî re li benda taksiyê bû winda bûye û jineke 29 salî ku ji randevûya nexweşxaneyê venegeriya hene. Di peyameke bi deng ku ji malbata wê re hatiye şandin de dibêje "Ez li derveyî welêt im û zewicîm. Li min nepirsin."

Bêxemiya rayedaran û pêşeroja tirsê

Li gorî The Spectator, her çiqas Tehrîr el-Şam ku niha Sûriyeyê birêve dibe, "bi fermî" girtina koleyan red dike jî, îhtîmaleke mezin heye ku di nav refên wê de endamên berê yên DAIŞ’ê hebin. Her wiha îhtîmaleke heye ku sûcdar ji kaosê sûd wergirin.

Vîdeoyên sexte amade dikin

Çalakvanên mafên mirovan dibêjin ku polîs "bêdil" tevdigerin û naxwazin lêkolîna windabûna jinên Elewî bikin an jî hewl didin ku sûc bikin stûyê malbatan. Rayedar angaşt dikin ku çend keçan vîdeo weşandine û tê de îdia dikin ku ew reviyane. Rayedar van vîdeoyan diweşînin û dibêjin delîlên ku wek sûc bên dîtin tunene. Lê çalakvan dibêjin ku vîdeo bi darê zorê hatine kişandin.