Jinên li kolanên Amedê: Bila 8’ê Adare ji bo jinan aştî û azadiyê bîne

Jinên bajarê Amedê diyar kirin ku ew ê di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de careke din ji bo aştiyê dengê xwe bilind bikin û xwestin roja 8’ê Adare bibe wesîleya aştiyeke bi rûmet.

MEDNÎE MAMEDOGLU

Amed – Li Amedê amadekariyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê didomin û dê fînal mitînga li Qada Îstasyonê be. Ji bo mitînga ku bi bêşengiya Platforma Jinan a Dîcle Amedê tê lidarxistin, çav li rê ye ku bi hezaran jin beşdar bibin.

Me ji jinên li bajaran bendewariyên li ser 8’ê Adarê pirsî. Jinan xwest ji bo krîza aborî, şer û qetilkirina jinan çareserî werin dîtin, bal kişandin ser peyama 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a banga “Aştî û Civaka Demokratîk.” Jinan diyar kir ku çareseriya bingehîn a pirsgirêkên civakî bi rêxistinbûna aştiya civakî û têkoşînê pêkan e.

‘Daxwaza me ya pêşîn aştî ye’

Hatun Varan, diyar kir ku ji bo pirsgirêkên jinan tu çareserî nayê dîtin bal kişand ku bi taybetî kujerên jinan bê ceza dimînin û got: “Li vî welatî pirsgirêkên jinan zêde ne. Em îro behsa aştiyê dikin, aştî ji her kesê re pêwîst e lê zêdetir pêdiviya jinan pê heye. Daxwaza me ya di 8’ê Adarê de aştî ye. Pêvajoyek dest pê kir em hêvî dikin ku ji dil be. Daxwaza me tenê aştî ye.”

‘Divê zagonên pêşîgirtinê werin derxistin’

Amîne Yiltaş jî bal kişand ku ji bo sûcên li dijî jinan tên kirin zagonên bi bandor tune ne, bang li hikumetê kir ku berpirsyariya xwe bi cih bîne û wiha got: “Em jin îro çi li welat biqewime jê bi bandor dibin. Ji krîza aborî bigre, heta şîdet û ewlehiyê. Bere dema diçûm malê fikara min tunebû lê niha ez her dem li pişt xwe dinêrim. Em li tu cihî û di tu warî de xwe di ewlehiyê de hîs nakin. Niha bi roj jî em newêrin derkevin derve. 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ye lê mixabin tu carî qîmetê nadin jinan. Divê ji bo pêşî li qetilkirina jinan were girtin, ji nû ve zagon werin derxistin.”

Amîne Yiltaş got ku mêrên jinan dikûjin, ji valahiyên zagonî sûdê digrin û piştî demek girtî dimînin tên berdan û wiha domand: “Li welat li dijî şîdeta li ser jinan polîtîkayeke pêşîgirtinê tune ye. Divê gavên ku pêşî li vê yekê bigrin werin avêtin. Krîza aborî û xizanî me hemûyan dide zorê. Jineke ku bi tenê bixebite û zarokên wê hebin pir zor debara xwe dike. Gelek jin hene nikarin ji zarokên xwe re xwarinê jî bikirin.”

‘Em jiyana azad dixwazin’

Amîne Yiltaş, daxwazên ji bo aştiyê wiha anî ziman: “Li Tirkiyeyê her dem behsa aştiyê tê kirin lê tu encam jê dernakeve. Em dixwazin her kes li vî welatî bi hezkirin û aştî bijî. Divê ev tenê di gotinê de nemînin û hinek guherîn çêbibin. Ez dawiyê dixwazim vê bibêjim; li welat roja jinan heye lê navê wan tune ye. Em jin tenê dixwazin bijîn. Em jiyana azad û adil dixwazin.”

‘Ez ê li qadan daxwazên xwe bînim ziman’

Mizgîn Elîk jî bal kişand ku 8’ê Adarê ji bo wê tê wateya “têkoşîn û rêxistinbûnê û got ku ew ê roja 8’ê Adarê li qada mîtîngê be. Mizgîn Elîk got ku ew ê bi dengê bilind daxwazên xwe bîne ziman û diyar kir ku daxwaza wê ya sereke aştiyeke bi rûmet e.

Mizgîn Elîk diyar kir ku qetilkirina jinan bûye weke komkujiyên jinan û wiha domand: “Têkoşîna jinan a cîhanî heye û her diçe mezin dibe. Divê êdî mêr jî bibin dengê vê têkoşînê. Îsal qirkirina jinan bû. Li dijî vê qirkirinê divê jin, mêr û hemû kes li qadan bin dengê xwe li dijî komkujiyan bilind bikin. Em ê jî wê rojê li qadan bin. Em vê rojê di nava dorpêça xizanî, krîz û şîdetê de pêşwazî dikin. Li dijî van, têkoşîneke birêxistinbûyî heye. Ez aştiyeke bi rûmet û jiyana azad dixwazim.”

‘Divê jin ji bo aştiyê pêşengiyê bikin’

Ayşe Adsoy diyar kir ku ji ber polîtîkayên li dijî jinan, her rojê bi berxwedanê derbas dikin û ev nirxandin kir: “Ji bo me ne tenê 8’ê Adarê, hemû rojên salê bi têkoşîn û berxwedanê diborin. Di vê serdema ku li Rojhilata Navîn jin di nava şerek mezin de ne, ji bo me 8’ê Adarê pir girîng e. Divê hemû jin wê rojê di nava têkoşînê de bin. Gelek pirsgirêkên jinan bi şer ve girêdayî ne. Pereyî ji şer re tê xerckirin, ji cêba me tê girtin, kolan bi polîtîkayên şerê taybet di rewşek xirab de ne. Ji ber vê divê hem ji bo aştiyê hem jî têkoşînê jin pêşengî bikin.”

‘Em 8’ê Adara ku xizanî û şîdet tê de tunebe xeyal dikin’

Mulkiye Kazici jî xwest şer bi dawî bibin, jin bi awayê azad bijîn û diyar kir ku divê êdî li cîhanê aştî çêbibe, ew bi xeyala 8’ê Adara bê şîdet û xizanî dijîn û wiha bi dawî kir: “Beriya her tiştî ez aştî û wekheviyê dixwazim. Bila 8’ê Adarê ji hemû cîhanê, Rojava û hemû deran re aştiyê bîne. Zêdetir em jin aştiyê dixwazin. Bila êdî zarokên dayikan neyên kuştin. Em jin hem ji bo aştiyê hem jî edaletê berxwedana xwe didomînin.”