Jinên li Iraqê daxwaza 'Peymana Ewlehiyê' dikin

Rêxistina Bihêzkirina Jinan Kahramana, bi armanca ewlehî, edalet û bihêzkirina jinan, bi beşdariya jinên di warê siyasî de li pêş û nûnerên saziyên civaka sivîl, furumeke neteweyî ya bi sernavê “Peymana Ewlehiyê” li dar xist.

RECA HEMÎD REŞÎD

Iraq – Aktivîstên ku beşdarî Fomuma Kahramana bûn, bal kişandin ku bihêzkirina jinan şerteke neteweyî ye û divê ewlehiya wan çêbibe, pêşî li hemû awayên şîdetê were girtin. Her wiha hat diyarkirin ku perwerde û serxwebûna aborî, di warê siyasî de bingeha beşdariyê xurt dike.

Rêxistina Bihêzkirina Jinan Kahramana di 19’ê Kanûnê de li Bexdayê bi sernavê “Peymana Ewlehiyê” forumek li dar xist. Di formê de jinên pêşeng ên ku di gelek waran de biryaran didin û nûnerên saziyên civaka sivîl amade bûn.

Armanca forumê ew bû jinan di warê ewlehî û edaletê de bi hêz bike, bi parastina nirxên wan, û parastinê beşdarî jiyana giştî dike loma bi navê “Peymana Ewlehiyê” çarçoveyek berfireh girt dest. Her wiha diyaloga di navbera pêşengên jin û aktorên sivîl de bi hêz bike, polîtîkayên ji zayendparêziyê dûr bi pêş bixe, tifaqa Ereb a ku mafên jinan diparêze destek bike û hejmara jinan di mekanîzmayên biryaran de zêdetir bike.

‘Ewlekarî berpirsyariyeke hevpar e’

Berpirsa Pêşxistin û Lêkolîna Rêxistina Kahramana û endama Tifaqa NADA’ya Bexdayê Rafaa Abbas Alî, di axaftina di forumê de bal kişand ku ewlekarî pirsgirêkeke hevpar e, bal kişand ku divê jin hemû awayên şîdet û tirsê yên li ser jiyana xwe red bikin, guherînê çêbikin û wiha got: “Peyama forumê zelal e: Banga ji bo jiyana ji şîdetê paqijbûyî û avakirina şert û mercên ku jinan diparêzin û bi hêz dikin e. Dengê jinan hêzek e, hebûna wan nirxek e, pêşeroja wan jî mafek e loma em her cureyê şîdetê red dikin.”

‘Hêza rastîn ne bi dirûşm û konferansan bi xebatên şênber û bi bandor ên li qadan çêdibe’

Parêzer û aktivîst Asîl Cemal Er-Rubaî ya ku ji bo piştgiriya mafên jinan dixebite diyar kir ku bihêzkirina jinan êdî ne vebijarkek duyem e; ji bo avakirina dewletek xwedî îstîqrar, adil û bi ewle neçarî ye. Her wiha da zanîn ku hêza rastîn, ne bi dirûşm û konferansan, bi xebatên şênber û bi bandor ên li qadan e çêdibe.

Asîl Cemal El-Rubaî, got ku zêdekirina beşdariya jinan a ji bo xebatên sivîl, pêşxistina kapasîteyê, parastina mafan û bicihbûna têgehên ewlehî, edalet û hesabdayînê stûnên bingehîn in û wih got: “Heta ku serxwebûna aborî nebe, jin nebin xwedî hêza aborî ya bi temînat, beşdariya bi bandor a siyasî ne pêkan e.”

Her wiha bal kişand ku axaftina wê bangeke exlaqî ya ji bo jin di polîtîkayên giştî de bibin xwedî rola sereke ye û wiha bi dawî kir: “Beşdariya jinan a di pêvajoyên biryaran de, temînata dewleteke bi hêz û civakeke xwedî şêwrê ye.”

‘Ji ber hinek rewşên ku ne li gorî civaka Iraqê ne awayên şîdetê zêde bûne’

Dr. Abir Muhammed a li ser navê Nadia el-Alewiye axivî diyar kir ku ji ber hinek rewşên ku ne li gorî civaka Iraqê ne, awayên şîdetê zêde bûne, da zanîn ku şîdet tenê ne di nava malbatê de, li cihên kar, qadên giştî jî heye û wiha got: “Şîdeta di navbera hevjînan de, zextên ku rêveber li xebatkarên jin dikin û tacîza devkî ya ku jin li kolanan rast tên di asteke bi fikar de ne.”

Her wiha bal kişand ku ji bo kêmbûna vê diyardeyê divê ji temenê biçûk ve perwerdeya zanîna civakî were dayîn û baş fam bibe ku rûmeta jinan, perçeyek jêneger ê rûmeta civakê bi xwe ye.

Jinên li ser maseyên biryaran

Di forumê de panela bi sernavê “Ji bo çûyîna ber bi şertê ewlehya neteweyî ve hebûna jinan a li ser maseyên biryarê” de parêzer Merwa Abdurreda, axivî û li ser zoriyên zagonî û civakî yên di pêvajoyên biryaran de li pêşiya jinan tên derxistin nirxandin hatin kirin.

Parlamento di derxistina zagonên ku jin û malbatê diparêzin de bi ser neket

Parlamenter û siyasetmedar Sarwa Abdulwahîd, diyar kir ku di serdema pêncemîn de, rola Meclîsa Nûneran kêm bûye. Da zanîn ku di serdemên berê yên parlamentoyê de, zagonên der barê jin û malbatê de girîng nehatine dîtin û wiha got: “Parlamentoyê zagona têkoşîna bi şîdeta nava malbatê re dernexist. Di Zagona Rewşa Kesane de guherînên adil nehatin çêkirin û gelek zagon ji civakê zêdetir ji berjewendiyên desthilatdariyê re xizmetê dikin.”

Siyasi partilerin bu yasamalara zayıf destek vermesinin, parlamentonun etkin rolünü hayata geçirmesinin önündeki temel engel olduğunu vurguladı; bu alanda bir sonraki parlamento döneminde gerçek bir değişim olacağına dair kötümserliğini dile getirdi.

Di warê parastina jinan de valahiyên di navbera makezagon û zagonên di meriyetê de

Parêzer Taybe Ahmed diyar kir ku ji mirov û bi taybetî ji bo jinan zagonên ku jinan diparêzin û şîdetê sûc dibînin hene lê di zagona ceza de metnên ku bi van re bi nakok in hene û wiha domand: “Hinek zagon, di bin navê ‘terbiyekirina hevjîn an jî zarokan’ de şîdetê meşrû dikin, hinek bend, dema ku ew kes bi a rastî şîdetê hatiye re bizewicin kesên ku destdirêjî kirine cezayê wan kêm dibe. Ev rewş nîşan dide ku di navbera zagonan û makezagonê de valahiyek heye.” Taybe Ahmed bi bîr xist ku Iraq alîgirê Peymana Pêşîgirtina li Her Cure Cudakariya li Dijî Jinan (CEDAW) e lê di pêkanînê de rastî zoriyên civakî û hiqûqî tên.

Perwerdeya aborî û serbixwe bingeha bihêzkirina jinan e

Akademîsyen Ragda Abdulmunîm, bal kişand ku bi taybetî ji bo jinan perwerde esasî ye, tenê bi zanînê bi sînor nîn e; deriye ku ber bi xebat û serxwebûna aborî ve vedibe ye û wiha got: “Bi xebatên li qadê diyar dibe ku jin û zarokên keçik heta yên ku xwendin û nivîsandinê nizanin diyar kirine ku perwerdeya jinan, ji bo desteka malbatê û avakirina civakê hêza esasî ye.”

Lîstika şanoyê

Di forumê de lîstika şanoyê ya bi navê “Dengê kêm” hat pêşandan. Şanoya ku xebateke însanî û bi cesaret e, êşên ji ber bêdengiya ku hatiye verzkirin vedibêje. Di lîstikê de zext, vederkirin û binpêkirinên rûmeta jinan, hatin pêşkêşkirin, bal hat kişandin ku ewlehiya rastîn dema ku mirov bê tirs dengê xwe bide bihîstin dest pê dike.

Di forumê de her wiha bazara berhemên jinan jî hat vekirin. Armanc ew bû ku afrîneriya jinan were dîtin, teşwîqê serxwebûna borî werin kirin û rola jinan a di pêşxistina civakî de were bihêzkirin.