Jinên li binarê Qendîl ê: Jin bi felsefeya azadiyê dîroka xwe nû dikin

Di civîna li binarê Qendîlê de jinan diyar gotin ku jin bi Felsefeya azadiyê dîroka xwe nû dikin û tekez kirin ku ewê tekoşîna xwe bidomînin.

Qendîl – Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, li gundê Darwakotrî yê li binarê Qendîlê civînek girseyî hate lidarxistin. Jinan di civînê de diyar kirin  ku heta jin azad nebe, civak azad nabe û tenê bi tekoşîn û rêxistinbûnê jin dikare dawî li sîstema zordarî û baviksalarî bîne.

‘Azadiya civakê bi azadiya jinan dest pê dike’

Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê nemirên tevgera azadiyê dest pê kir. Li ser navê Meclîsa Jinan, endama Meclîsê Sarwîn Celal axivî û ev roj li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû têkoşerên jin pîroz kir. Sarwîn Celal jinên pêşeng ên wekî Sakîna Cansiz, Rosa Luxemburg û Clara Zetkîn ku bûn meşaleya rêya azadiyê bi bîr anî.

Sarwîn Celal di axaftina xwe de balkişand ser Felsefeya Rêberê Relê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Heta ku jin azad nebin, civak jî azad nabe. Desthilatî û sîstemên baviksalar hewl didin ku civakê bi kolekirina jinan di mal, sazî û siyasetê de xirab bikin.” Her wiha Sarwîn destnîşan kir ku zincîrên zilmê  jinan bê maf dihêle û gotinên xwe wiha domand: “Dema ku hikûmet û desthilatî zextê li mêran dikin û wan ji mafên xwe bêpar dihêlin, rol dikeve ser jinê. Ji ber ku ew dikare zarok û civakê bi tendurist perwerde bike.”

‘Jin dîrokê bi xwe dinvsînin’

Hevseroka Meclîsa Gel a Qendîlê Lavan Mistefa pişt e axivî û destnîşan kir ku jin êdî ne ‘kelûpel’ û makîneyên hilberînê ne û wiha got: “Ne wek dîroka mêr ferz kiriye, niha jin bi xwe dîrokê ji nû ve dinvîsin.”

Pergala Hevserokatiyê; bi ked û xwîna jinan hat bidestxistin

Lavan Mistefa mînaka jinên binarê Qendîlê da û wiha domand: “Li Qendîla ku ji pênc herêman pêk tê, hemû herêm xwedî meclîs in ku tê de her du zayend jî bi hev re di nava pergala hevserokatiyê de dixebitin. Vê yekê di jiyan û parastina jîngehê de ferqek mezin çêkiriye. Dema ku du zayendên ‘mêr û jin’ bi hev re dixebitin, ew baştir xizmet dike ji ber her du zayend hevdû temam dikin.”

Lavan Mistefa balkişand ser berxwedana jinan a li Rojavayê Kurdistanê û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Destkeftî bi ked û xwîna jinan hatine bidestxistin. Wekî jin, divê em tekoşîna xwe bilind bikin û xwe perwerde bikin da ku tu hêz zirarê nede me. Em di hundirê malên xwe de dibistanek mezin a perwerdehiyê ne û em bi destên xwe dîrokek nû dinvîsin.”