Jinên li Bamyanê tevî qedexeyan hewldanên xwe didomînin
Piştî qedexeyên li ser derfetên kar û perwerdeya jinan li Efganistanê, gelek jinên li Bamyanê berê xwe dane hunerên destan; lê belê qedexe û nebûna piştgiriyê rewşa wan dijwartir dike.
BAHARÎN LEHÎB
Bamyan – Li Efganistanê, jin her dem di pîşesazî û bazirganiyê de xwedî rol bûn. Jinên li parêzgeha Bamyanê jî ji bo zêdekirina xwendin û nivîsandina xwe û beşdarbûna jiyana civakî û her wiha ji bo berxwedana li dijî qedexeyên baviksalar û tundrew têkoşiyan. Ew ne tenê beşdarî civakê dibin, di heman demê de roleke çalak di hilberîna berhemên destan de digrin da ku ji hêla aborî ve tevkarî ji malbatên xwe re bikin.
Bi hatina Talîbanê re, jinên li Bamyanê li saziyên dewletê ji kar hatin derxistin û bi taybetî berdewamiya perwerdeyê ji bo wan hat astengkirin. Di encamê de, mîna jinên li deverên din ên Efganistanê, bi sermayeya xwe ya sînorkirî berê xwe dan hunerên destan. Her çendî ev bazar li Bamyanê xwedî dîrokeke dirêj be jî niha ji bo gelek jinan bûye çavkaniya dahatê ya yekane. Ew beşdarî fuarên ku li Bamyan û Kabîlê tên lidarxistin dibin da ku berhemên xwe bazar bikin û bifroşin.
Ji ber derfetên kêm derfetên bazarê ji bo jinan her diçe kêm dibin
Ji bilî pirsgirêkên aborî û sînorên civakî, jinên hunermend dibêjin ku nebûna piştgirî û tunebûna derfetên pêşxistinê her roj bazara berhemên wan kêm dike. Her çendî hunerên destan ên Bamyanê ji hêla çandî û hunerî ve cihekî taybetî digrin jî nebûna çavkaniyan û sînordarên ku ji hêla Talîbanê ve hatine danîn karê jinan dijwartir kiriye.
Di navbera 19 û 2O mehê de pêşangehek berhemên destan ên jinan li parkeke li Bamyanê hat lidarxistin.
Ji bo ku em vê pêşangehê bibînin, çûn cihê pêşangehê. Tenê çend firoşgeh cil û bergên destçêkirî û berhemên terzîtiyê difirotin. Li ber derî, jinên ku ji aliyê rejîma Talîbanê ve hatibûn destnîşankirin, her kesê hişyar dikirin ku di dema kontrolkirina ewlehiyê de wêneyan nekişînin.
Nehiştin wêneyan bikşînin
Gava ku em ketin hundir, hem berpirsên Talîbanê û hem jî firoşkarên jin bi berdewamî bi bîr xistin ku kişandina wêne yan vîdyoyên bûyerê qedexe ye û heke ne wisa be dê tedbîrên qanûnî werin girtin.
Her çendî me tenê dixwest wêneyên berheman bikşînin jî destûr nehat dayîn. Me rave kir ku hevalekî me cil û bergek hilbijartiye û em dixwazin wêneyê wê bikşînin lê firoşkar dîsa jî me ji firoşgeha xwe derxist.
Ji aliyekî din ve, gelek firoşkaran ji rewşa heyî ya li pêşangehê bi gazin in û diyar kirin ku pêşangehên bi vî rengî dikarin derfetan ji bo dîtina xerîdaran û pêşvebirina berheman biafirînin lê sînorên zêde serkeftina van bernameyan asteng kirin.
Ji ber vê yekê, em bi Fatima Welî re axivî. Fatîma got ku beriya pêşangeh were organîzekirin, ji wan re hatiye gotin ku mafê tu kesê yan dezgeheke medyayê tune ye ku pêşangehê pêşve bibe. Fatîma Welî got: “Ji ber vê yekê, her kesê ku destûr da wêne yan vîdyo ji standa wan werin kişandin, rastî destwerdanê hat.”
‘Kirêya standan pir zêde ye’
Fatîma Welî wiha domand: “Her wiha, xerca standan pir zêde bû, gelek jin nikaribûn ji xwe re cih bigrin. Ji ber vê yekê, ez nikarim beşdarî pêşangehê bibim û berhemên xwe nîşan bidim. Bamyan bajarekî biçûk e, nifûsa wê kêm e. Wekî din, rewşa aborî ya mirovan pir qels e; gelek kes nikarin berhemên me bikirin.”
Fatîma Welî bal kişand ser hunermendên jin û wiha dawî li gotinên xwe tîne: “Gelek jinên hunermend hemû hêviya xwe bi van berheman ve girê dane, ji ber ku piştî girtina deriyên kar û perwerdeyê, derfetên din ên dahatê pir kêm in. Ger pêşvebirin û piştgirî ji wan re were peydakirin, jin dikarin berhemên xwe ne tenê li Bamyanê, li parêzgehên din jî bifroşin.”
‘Jinên li Bamyanê qedexeyan nas nakin’
Divê were zanîn ku tevî qedexeyên zêde, zextên aborî û polîtîkayên dijwar ên Talîbanê jî; jinên li Bamyanê hebûna xwe di civakê de didomînin û bi riya berhemên destan ji bo malbatên xwe riya dahatê ava dikin. Lê belê, nebûna piştgirî, sînorên li ser pêşvebirinê û lêçûnên standên pêşangehê yên zêde ji bo çalakiyên wan dibin sedema pirsgirêkên cidî.
Jin bawer dikin ku ger derfet ji wan re were dayîn berhemên xwe pêşve bibin û bifroşin, ew dikarin roleke girîngtir hem di aboriya malbata xwe de û hem jî di civakê de bilîzin.