‘Jinên li Îranê bi pira xwişkîtiyê bi jinên Tirkiyeyê re dilsoz in’
Endama Platforma Jinan a Enqereyê Buse Uçer, diyar kir ku cezayê darvekirinê yê li rojnameger Pexşan Ezîzî hatiye birîn û zextên dewleta Îranê, bandorê li jinên Tirkiyeyê dike û bal kişand ser girîngiya avakirina tora piştgiriya bi jinên Îranê re.

EBRU ŞAHÎN
Enqere – Dewleta Îranê piştî serhildana ku bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ dest pê kir, hewl dide hemû kesên muxalif bi polîtîkayên zextê bêdeng bike. Pejirandina cezayê darvekirinê yê li girtiyên siyasî, Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhemmedî hat birîn, hem li herêmê, hem jî li welatên cîhanê rastî bertekan tê. Van hersê jinan dema ku polîtîkayên dewleta Îranê teşhîr kirine, di heman demê de bi navê xwe yê berxwedana li dijî pergalê derketin pêş. Pejirandina cezayê darvekirinê yê li Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhemmedî hat birîn, nîşan dide ku çawa hewl didin jinên li dijî zextên rejîman derdikevin bêdeng bikin.
Jin dengê xwe digihîjînin Îranê
Rojnamegera Kurd Pexşan Ezîzî, 4’ê Tebaxa 2023’yan li Tehranê hat binçavkirin û di 11’ê Mijdara 2023’yan de bi îdiaya ‘li dijî hikumeta Îranê çalakiya çekdarî’ hat girtin. Dadgeha Şoreşê ya Tehranê bi heman cûdariyê 23’yê Tîrmeha 2024’an cezayê darvekirinê li Pexşan Ezîzî birî. Konseya Daraza Bilind a Îranê, 8’ê Çileya 2025’an cezayê darvekirinê erê kir. Li her derê cîhanê ji bo vê biryarê bertek hatin nîşandan. Li Enqereyê jî jinan, ji bo Pexşan Ezîzî çalakiyan li dar xistin. Bûyerên qetilkirina jinan ku li hemû cîhanê diqewimin, şîdeta heyî, biryarên darazê yên alîgir û bi bêedaletiya heyî re jin ji her derê dengê xwe digihîjînin jinên Îranê.
‘Li Îranê jin bûn sembola berxwedanê’
Em bi endama Platforma Jinan a Enqereyê Buse Uçer re li ser Pexşan Ezîzî ya li Îranê cezayê darvekirinê lê hatiye birîn û rewşa jinên Tirkiyeyê axivîn.
Buse Uçer bal kişand ser polîtîkayên zextê yên li Îranê û diyar kir ku polîtîkayên bi wî rengî li Tirkiyeyê jî tên meşandin û wiha domand: “Li Tirkiyeyê jî heman polîtîka hene. Hem li dijî rojnamegeran zext zêde ne, hem jî her dem mirov tên binçavkirin. Her car bi operasyonên nû li dijî kesên ji bo azadî û wekheviyê têdikoşin pêlên êrîşan hene. Tiştên ku rejîma Îranê li dijî jinan dike, li Tirkiyeyê jî zextên bi wî rengî hene. Rojnamegerên li Îranê, jinên li Îranê, her dem bi pira xwişkîtiyê, bi jinên li Tirkiyeyê re dilsoz in. Divê van polîtîkayên zextê ji pêla faşîzm û otorîterbûnê ya li hemû cîhanê cuda nayê dîtin. Bêguman li Îranê rewşeke taybet heye ji aliyê rejîmê ve û têkoşîna jinan a bi salên dirêj e didome heye. Jin bûn sembolên serhildana li Îranê ji ber wê jin, bi taybetî dema rojnameger bin û rastiyan binivîsînin, ji bo rejîma Îranê bi pir xeter tên dîtin.”
‘Jin bi berxwedan û serhildanê dikarin ji bin zextan rizgar bibin’
Buse Uçer diyar kir ku li her derê cîhanê rejîmên otorîter hewl didin çavên jinan bitirsînin û wiha got: “Tiştên li Îranê diqewimin bêguman li ser me jî bandorê çêdikin. Komkujiyên li Rojhilata Navîn çêdibin an jî polîtîkayên zextê, polîtîkayên şer, ev hemû li ser me jî bandorê çêdikin. Divê mirov ji nedîtî ve neyê. Jinên li wê erê, bi taybetmendiyên xwe, bi têkoşîna xwe, li ser pirsgirêkên welatê xwe xweseriyek cuda di nava xwe de dihewînin. Divê mirov wê bizanibe û bifikire. Ji aliyê me ve, dibe ku ev yek weke çavtirsandin were dîtin lê li Tirkiyeya ku heta tu bibêjî hewl dide çavên jinan bitirsîne jixwe desthilatdariya AKP’ê heye. Em dibînin ku pir serkeftî nîn e. Jin li kolanan dest ji berxwedan û çalakiyan bernadin. Ev tenê di rojên dîrokî 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê de na; jin her roj, li her derê xwe bi berxwedanê bi rêxistin dikin. Dozên cînayetên jinan dişopînin, dest ji hev bernadin. Li cihên kar, zanîngeh, kampusan jin her dem hev diparêzin, hev bi rêxistin dikin dibin xwedî hêz. Ji ber wê ez tevgera jinan weke tevgerek ku her çendî hewl didin wan biçewisînin, çavên wan bitirsînin jî ji nû ve aj didin dibînim. Ji vî aliyê ve jî li gorî min Tirkiye jî di nav de, li gelek cihên cîhanê, rejîmên otorîter, rêveberiyên faşîst tenê dikarin hewl bidin çavên jinan bitirsînin lê nikarin wan bitirsînin. Bêguman li Tirkiyeyê jî li gelek cihên cîhanê jî zextên ewqas mezin, carna dibe sedem ku mirov xwe paşve bide lê weke min got dîsa yên herî bi tevger jin in. Jin ji nava vê pêvajoya zextê careke din dikarin bi berxwedan û serhildanê derbikevin.”
‘Krîza mêrîtî ya desthilatdariyê’
Buse Uçer got ku li Tirkiyeyê şîdeta mêr, bi polîtîkaya bêcezatiyê tê xelatkirin û da zanîn ku tevî şerê desthilatdariyê li dijî jinan dest pê kiriye jî jin li herê warî têkoşîna xwe didomînin û wiha got: “Li Tirkiyeyê têkiliya polîtîkaya bêcezabûnê bi krîza mêrîtiyê re heye. Jin êdî serkeftî ne, di her warê jiyanê de ne, êdî dikarin ji bo mêrên wan naxwazin bersiva ‘na’ bidin. Ev hemû destkeftiyên tevgera jinan in. Jin dikarin doza hevberdanê vekin, li ser lingên xwe bisekinin. Her çendî di karên ku temînata wan tune ye de bixebitin jî; derdikevin derve cesareta xebatê bi wan re çêbûye. Dikarin derfetên xwe yên madî bi pêş bixin. Li vê derê çi dibe? Desthilatdariya mêr, ji bo otorîteya xwe bi awayekî bidomîne, vê yekê napejirîne. Dê çawa para xwe parve bike? Diyar e ku di warê aborî de nikare belav bike. Çi dike? Bi bêcezatiyê xelat dike. Dibêje li malê koleya te heye, tu dikarî wê bikujî û tu yê ceza negirî. Para herî mezin a ku desthilatdariya AKP’ê dide mêran ev e. Di nava krîza ku em jê re dibêjin ‘krîza mêrîtiyê’ de mêr para xwe digrin. Li hemû cîhanê em dibînin ku jin bihêztir in bi serkeftinên xwe yên akademîk li pêştir in û tevî wan bendên li pêşiya xwe jî têkoşîna xwe didomînin.”
‘Darvekirin tune ye lê em her roj tên kuştin’
Buse Uçer got: “Em hemû dizanin li derdora me jî jinên ku jiyana wan vemiriye hene. Darvekirin tune ye lê her roj jin tên kuştin. Kiryar dest û milên xwe dihejînin digerin. Herî dawî me di doza Pinar Gultekîn de dît. Ji vê zêdetir çi dibe ku êdî ewqas bi hestên hovîtî kuştin? Mirovê ku Pinar Gultekîn kuşt, şewitand, xist bin beton dê 7 sal paşê berdin. Jiyana jinan ewqas erzan e li Tirkiyeyê. Tiştek din jî mirina bi guman e. Şerê ku li dijî jinan hatiye destpêkirin heye.”
‘Deng û rengê berxwedanê yek e’
Buse Uçer, bi van gotinan bal kişand ser piştgiriya di navbera jinên Îran û Tirkiyeyê: “Jinên Îranî yên li Tirkiyeyê dijîn hene, ji rejîma Îranê reviyane. Me li Tirkiyeyê bi wan re têkilî danîbûn. Pêdiviya me bi têkiliyan û hatina ba hev heye. Bi taybetî li ser mijara laîktiya femînîst ku em diparêzin, weke rêgeza femînîzmê difikirim ku ji nû ve em dikarin li ser bisekinin. Di çarçoveya laîktiya femînîst de gelek tiştên em bi jinên Îranê re bikin hene. Divê bi Îranê re torên piştgiriyan werin avakirin.
Em difikirin ku xwişkîtî tişteke navneteweyî ye. Jin li her derê ku dijîn rastî zexatan tên. Li welatên cuda, ji çandên cuda lê deng û rengê berxwedana li dijî zextan heman e. 8’ê Adarê nêz dibe, mirov dikare bangek jî bike. Li her derê cîhanê, em roja 8’ê Adarê dengê xwe bi hev re bilind dikin. Ev dengekî gelek bilind e. Gelek tevgerên pêşketî nikarin vê yekê bi hev re bikin. Lê di 8’ê Adarê de, jin li her derê cîhanê vê rojê bi hev re bi bîr tînin. Ev hêzeke navneteweyî ye û em di zanabûna vê hêzê de ne.”