Jinên Kurd û Ereb bi hev re taxên xwe diparêzin

Kurd û Erebên bi çek û amûrên muzîkê taxên xwe diparêzin bi gotinên; “Em xwişkên hev in parêzvanên taxên xwe ne” diyar kirin ku Til Temir ne wekî Dêrazorê û Reqayê ye wê nekeve ji ber ku bi ruhê xwişkî-biratiya netewan tê parastin.

SORGUL ŞÊXO 

Til Temir - Li dijî êrîşên topyekun ku cîhadîstên hikûmeta demkî ku bi hevkariya dewleta Tirk a dagirker, li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin jin taxên xwe diparêzin.

Jinên ku li taxan nobedariyê dikin û li kêleka Hêzên Ewlekariya Hundirîn bajar diparêzin, piştgiriyê didin şervanên QSD’ê yên ku li çeperên pêş derbên giran li çete û cîhadîstan dixin.

Jinên Kurd û Ereb ên taxên bajarê Til Temirê yê Kantona Cizîrê diparêzin, ji ajansa me re axivîn.

‘Ji bo komkujî çênebin em li vir in’

Leyla Silêman got ku ji bo parastina taxan xalên parastinê çêkirine da ku dijmin derbasî bajar nebe û wiha berdewam kir: “Ji bo çeteyên DAIŞ’ê û çeteyên ser bi dewleta Tirk ve li bajarê me komkujiyan nekin, em ê heta dawî li ber xwe bidin û bajarê xwe radestî çeteyan nekin.”

‘Ger îro em xwe neparêzin wê kes neyê me neparêze’

Meha Salih Rêvebera Kongra Star e lê di heman demê de erka xwe ya welatparêziyê pêk tîne û taxa xwe diparêze. Meha got: “Îro herêmên me tevî gel û jinan rûbirûyê êrîşeke hovane ne. Em li vir in û taxên xwe diparêzin. Ev erka her kesê ye, bila her kes xwe biçek bike û dakeve taxan ji xewa xwe şiyar bibe. Ger îro em xwe neparêzin wê kes neyê me neparêze, çimkî îro roja hebûn û nebûnê ye. Bijî Kurd û Kurdistana ku ji bo wê îro em ewqas xwîn didin.”

Ez xwişka Kurd û Aşûriyan im û Kurd gelê me ne

Reşa Elo ya ku ji pêkhateya Ereb e bi amûra xwe ya muzîkê erbane moral dide nobedaran. Reşa da zanîn ku îro li gel xwişkên xwe yên Kurd tax û malên xwe diparêze û wiha pêl da gotinên xwe: “Ez îro xwişka pêkhateyên Kurd û Aşûriyan im li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Çeteyan dikaribûn Reqa û Dêrazorê di nava çend demijmêran de dagir û kontrol bikin lê em destnîşan dikin ku Til Temir cuda ye. Tevna me ya li vê derê bi hêsanî nayê parçekirin û Kurd gelê me ne.”

‘Şoreş dara berhemdar e loma rastî êrîşan tê’

Reşa Elo bal kişand ser îxanetên ku di herêmên êrîş lê rû didin de çêdibin û wiha helwesta xwe anî ziman: “Di vê demê de gelek îxanet çêbûn lê gotinek pêşiyan heye dibêje dara berhemdar her dem rastî keviran tê. Wate wê jî ev e: Ger îro şoreşa me ne berhemdar bûya wê rastî êrîşên dijwar nehata.

Weke keçek Ereb îro li kêleka xwişkên xwe yên Kurd, sîlsîleya îxanetê ku çêdibe dixwazim di vê xelekê de rawestînim. Ji ber xelekek dikare sîlsîleya îxanetê biguherîne.”

‘Bila gelê me yê Ereb nexape û îxanetê neke’

Reşa Elo li ser êrîşên ku gelê Kurd bi wan re rûbirû dimîne got ku ew jî gelek xwedî maf in û mafê wan ê aştî û jiyanê heye, wiha pêl da gotinên xwe: “Em Erebên ku bi aramî di bin sîwana Rêveberiya Xweser de jiya û hê jî dijî dixwazin ku bi şerê taybet neyên xapandin û dûrî îxanetê bin. Ji ber ku em baş dizanin lêvegera me wê li pergala neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk be.”

‘Şerê me ne tenê bi çekan bi amûrên muzîkê jî tê kirin’

Reşa di dawî de cureyên amûrên ku pê li dijî êrîşan li ber xwe didin bilêv kir û got: “Îro xwişka min a Kurd bi çeka xwe û ez jî bi hunera xwe ango amûra muzîkê erbaneyê li dijî êrîşan li ber xwe didin. Şerê me ne tenê bi çekê ye, ew huner û aştî ye jî. Şerê me ne tenê bi çekan e di heman demê de bi amûrên muzîkê jê tê kirin. Dema ku em çanda xwe bi riya wan nîşan didin yekîtiya me xurttir dibe.”