Jinên Kurd: Nasname û berxwedan
Li Sûriyeyê, ji sala 2011’an ve heta niha, gelek guherîn û veguherînên ku bandorê li ser aliyê siyasî û civakî de kirine çêbûn. Van guheranînan ne wisa demkî û demborî, bandorê li ser awa û rêbazên bingehên desthilatdariyê kirin û veguherandin.
LEMAN ŞÊXO
Pergala mehzebgerî ya rejîma otorîter ku bi dehan salan welat birêve bir, hejiya li ser rê û rêbazên şîdetê her wiha biryarên siyasî bandorên mezin çêbûn û ji wan merheleyan derbas bûn. Beramberî vê yekê, bi bilindbûna aktorên herêmî û navneteweyî re hêzên nû yên hevsengiyê çêbûn. Bi vê yekê re pevçûnên li Sûriyeyê tenê navxweyî nîn in, veguheriye qada têkoşîna belavbûyî ya ku gelek aliyên we hene. Vê rewşê bandorê li ser modelên rêveberiyê, nasname, jiyana hevpar û awayê jiyana civakî ya herêmî kiriye.
Bi vê girêdayî, dorpêç û birçîhiştin, yek ji amûrên siyasî û leşkerî ne ji bo civakên li herêmê bigre bin kontrolê. Her wiha bi taybetî Kurd û jin, ango aktorên civakî yên ku nasname û bîra kolektîf diparêzin, bi awayê sîstematîk hatine hedefgirtin. Bi van polîtîkayan, hewl didin civakê li gorî hevsengiyên hêzê yên nû bi teşe bikin.
Heleb, ji aliyê siyasî, aborî û demokrafîk ve yek ji bajarên herî girîng ê Sûriyeyê ye. Taxên Şêş Meqsûd ve Eşrefiyê, ji ber rewşa xwe ya stratejîk a li bajar, xwedî qadeke taybet a siyasî ne. Cihên bilind ên van taxan, ji bo kontrolkirina qaden krîtîk û derdorê guncaw in.
Taxa Şêx Meqsûd navê xwe ji alim û mutesewifê Kurd ê digre
Taxa Şêx Meqsûd, bi Kurdî bi navê “Çiyayê Seydê” ango “Çiyayê Xanim” tê zanîn. Alim û mutesewifê Kurd ê ku bi malbata xwe re li vî girê bi cih bûye, ji bo avabûna pergala civakê ya li taxê ked daye, vî navê li taxê kiriye. Van taybetmendiyan, bûn sedem ku herdu tax ji destpêka şere Sûriyeyê ve heta niha bibin hedefa êrîş û dorpêçê. Di heman demê van taxan, bûne navendên berxwedana civakî û cihê xwerexistinkirina civakê, her dem li dijî polîtîkayên siyasî, leşkerî û aborî yên ji bo teslîmeyetê berxwedan hatiye raberkirin.
Şêniyên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê zêdetirî wan Kurd in. Vê rewşê ji ber polîtîkayên faşîst ên partiya Beasê, Projeya Kembera Ereb û astengkirina xebatên senayî û aborî yên li bajarên Kurdan çêbûye. Malbatên Kurd ji bo ku debara xwe bikin û jiyana xwe bidomînin, neçar mane li Helebê bi cih bibin. Cudahiyên etnîkî û olî, van taxan rasterast kiriye hedefa polîtîkayên vederkirinê. Bi van polîtîkayan, gel ji pêvajoyên biryargirtinê hatiye vederkirin, derfetên jiyana mirovî hatine astengkirin, sembolên ziman û çandî hatine înkarkirin û marjînalbûna li ser bingeha etnîkî û olî hatiye ferzkirin.
Polîtîkaya dorpêç û birçîhiştinê ji sala 2011’an ve li ser taxên Kurdan hat ferzkirin
Li Sûriyeyê hedefgirtina Kurdan, bûyereke tesaduf an jî îzole nîn e. Ji bo ku pêşî li nasnameya siyasî ya Kurd were girtin, modelên rêveberiya demokratîk û alternatîf werin astengkirin û ev herêm di bin kontrola navendî de were girtin polîtîkayên dîrokî hatine meşandin. Ji ber wê hedefgirtina taxan, ne tenê bi cudahiya etnîkî, bi naskirina mafên Kurdan ku daxwaza wan a dîrokî ye û bi rêxistinbûna wan a siyasî ve girêdayî ye.
Binpêkirinên li van taxan û polîtîkayên zextê piralî ne. Dorpêç, birçîhiştin, ji sala 2011’an ve li ser taxan hat ferzkirin, bi awayekî sîstematîk nehiştin malzemeyên bingehîn bikevin taxê û xizmetên aborî hatin astengkirin. Vê rewşê bi xwe re tirs, bêîstîqrariyê çêkir, krîza mirovî kûrtir kir û mercên jiyanê anî asteke ku mirov nikaribe tehemul bike. Armanc ew bû ku gel neçarî teslîmeyetê bimîne yan jî koçber bibe. Tevî vê yekê jî, şêniyên taxê, berxwedaneke ku bala her kesê kişand raber kirin, hevgirtina xwe ya civakî parast têkoşîna xwe ya li dijî polîtîkayên zextê berdewam kirin.
Li dijî hedefgirtinê berxwedana jinan
Hedefgirtina jinan, li Sûriyeyê tişteke nû nîn e, dijberî wê xwe disperse bingeha yek ji stratejiyên kontrolê. Jin stûna berdewamkirina civakê ye; aktora ziman, çand û bîra kolektîf e. Her wiha malbatê tîne ba hev, ji bo nirxên îro ji nifşê pêşerojê re ragihîne rolake sereke dilîze.
Ji ber wê hedefgirtina jinan, ne tenê îro, bandorê li ser hemû pêşeroja civakê dike. Armanc bi vê yekê qelskirina bingehên exlaqî û rêxistinî ye. Jinên Kurd bi derbaskirina sînorên rolên kevneşopî, di warê biryargirtin, rêveberiya civakî de roleke aktîf girtin, ji wê rewşa pasîf û îmaja ‘mexdûriyetê’ derketin, veguherîn sembolên berxwedana civakî. Vê rewşê, ji bo pergalên baviksalar û otorîter, rasterast gefek bû, pêşî li pêkanîna polîtîkayên pergalî vekir. Berevajîkirina îmaja jinên azad, jêbirina bîra nasname û kolektîf, valakirina herêmê ji gelê resen çend ji van pêkanînan in.
Armanc bi êrîşan ew e ku îradeya Kurdan bişkînin
Dema ku mirov li bûyerên siyasî yên li herêma Kurdan dinêre, zextên domdar ên li (Efrîn, Serê Kaniyê, Şehba, Şêx Meqsûd û Eşrefiye) dibîne ku ev bûyer ji hev cuda nîn in, polîtîkayeke pergalî ya tenê di xetek de didome ye. Bi vê polîtîkayê armanc ew e ku îradeya siyasî ya Kurdan were şikandin, dawî li awayên xwerêvebirinê were û modela civakî ya ku serkêşiya wê jin dikin were hedefgirtin.
Efrîn di sala 2018’an de di bin navê “Operasyona Şaxa Zeytûnê” de rastî êrîşan hat. Gelê wê yê resen hat koçberkirin, mal û milkê taybet û erdên çandiniyê hatin desteserkirin. Mirov bi kêfî hatin girtin û winakirin, sembolên çandî û civakî hatin tunekirin, nave gundan hat guherandin û têkiliya dîro
Serêkaniyê di sala 2019’an de bi operasyonên Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê rastî êrîşan hat. Hewl dan pergala Rêveberiya Xweser tune bikin. Saziyên civaka sivîl ji hev hatin belavkirin.
Herêma Şehbayê ku bûbû stargeh ji bo koçberên Efrînê û her dem di dorpêçê de bû di sala 2024’an de rastî êrîşan hat. Cihên sivîl lê dijîn û kampên koçberan hatin bombekirin. Tevî hemû zoriyên ku bi salan hatin kişandin jî, gelê Şehbayê pergala Rêveberiya Xweser domand û herêm bû sembola berxwedana sivîl.
Berxwedan û rola jinên Kurd
Jinen Kurd li wan herêman, rola xwe û berxwedana xwe îsbat kirin û tenê bi ahenga mercên zor re bi sînor neman, dijberî wê, ji bo berxwedêrî û berdewamiya civakê, roleke sereke girtin ser xwe. Jinan li Efrîn, Serê Kaniyê, Şehba, Şêx Meqsûd û Eşrefiye, di warê siyasî, dîplomatîk, meclîsên herêmî, komîteyên civakê, medya û xebatên rojane yên xwerêvebirinê (xurek, perwerde hevgirtina civakî de rolên çalak girtin û dengê civakê û jinan kirin yek û çanda jiyana hevpar bi hêz kirin.
Rola jinan di heman demê de di warê tendirustî, alîkarî û organîzasyonên civakî de jî hebû; di refên xweparastinê de jî jinan cihê xwe girt, di mercên herî zor de moralê civakê bilind kirin.
Tirsa ji ber rêxistinbûna jinan
Weke encam; li tevahiya Sûriyeyê bi taybetî li herêmên Kurdan, hedefgirtina jinan tesadufî nîn e, dijberî wî bi armanca belavkirina civakê û qelskirina çand û exlaqê rêxistinî perçeyek ji stratejiya sîstematîk e. Bûyerên ku vê dawiyê qewimîn, vê yekê pir vekirî nîşan dide. Tiştên ku li herêmên kevî yên Sûriyeyê û li Suweydayê qewimîn, pêşketinên li herêmên Kurdan, tirsa ji ber rexistinbûna jinan, dengê wan ê ji bo azadî û wekheviyê bilind dibe nîşan dide.
Li Şêx Meqsûd, Eşrefiyê, Efrîn, Şehba, Serê Kaniyê û herêmên Kurdan ên ku niha di bin gefa şer de ne; jinên Kurd, ji nû ve berxwedanê pênase dikin û jiyan, nasname û bîra kolektîf diparêzin. Berxwedana jinan, hêz, zanîn, çalakî û kapasîteya guherînê, hêviya jiyan û pêşerojeke adiltir nîşan dide. Bûyer pir vekirî nîşan didin ku jin ji gotina ‘mexdûriyetê’ pir dûr in aktorên çalak û berxwedêr in.
Jinan ji bo ax û rûmeta xwe têkoşînê domandin û ji tu bedelê xwe paşve nedan
Şoreşa Rojava, nîşan dide ku jinan çawa xwe bi rêxistin kirine û bi çi awayî li dijî êrîşan xwe amade kirine. Jinan ji bo parastina ax û rûmeta xwe têkoşînê domandin û dema ku vê yekê kirine jî ji tu bedele xwe paşve nedane. Van tecrubeyan nîşan didin ku tu çareseriyeke siyasî ya li Sûriyeyê bê pejirandina pêşengiya jinan dê nebe û kêm bimîne. Aştiya rastîn, ji bingeha civakê dest pê dike; azadkirina civakê, bi azadkirina jinan destpê dike lewre jin, dendika civakê ne.
*Endama Akademiya Jineolojiyê