Jinên Kurd û Ereb li hember Ramî El-Dehş bertek nîşan dan

Jinên ji pêkhateyên cuda yên Hesekê, li hember Ramî Yûsif El-Dehş ê ku berê di vîdyoyekê de bi keziya qutkirî ya şervanek Kurd hatibû dîtin û di nav qelebalixa ku êrîşî koçberên Girê Spî kir de xuya bû, bertek nîşan dan.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Koçberên Kurd ên ku piştî heft salan ji bo vegera mal û milkên xwe gihîştin bajarê Girê Spî, di 26’ê Cotmeha 2026’an de rastî êrîşan hatin. Li gorî raporên medyayê, wesayîtên wan hatin şikandin û şewitandin û di dema bûyerê de dengê çekan jî hat bihîstin. Ev bûyer careke din pirsên girîng derbarê parastina sivîlan, mafê vegerê û berpirsyariya aliyên desthilatdar derxistin holê.

Li gorî agahiyên ku hatin weşandin, malbatên Kurd bi daxwaza rêveberiya herêmê çûbûn avahiya rêveberiya Girê Spî da ku belgeyên xwe yên milk û erdên wan pêşkêş bikin û ji bo vegera xwe gav bavêjin. Lê piştî gihîştina wan, komên ku li dijî vegera wan bûn êrîşî wan kirin. Raporên Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihandin ku nêzî 20 wesayîtên koçberan hatine şikandin an şewitandin.

Her wiha, li gorî raporên medyayê nêzî 100 koçberên Kurdên di nav wan de jin û zarok jî hebûn, di avahiya rêveberiyê de di bin dorpêçê de mabûn, du êvarê gihiştin bajarê Kobanê.

 ‘Êrîşên li ser koçberan berdewama siyasetên fitne û tevliheviyê ye’

Jinên pêkhateyên Hesekê yên Kurd û Ereb, êrîşên li ser koçberên Kurd şermezar kirin û bang li hikûmeta demkî ya Sûriyeyê kirin ku berpirsyariya parastina sivîlan hilgire ser xwe.

Noor El-Abid ku ji pêkhateya Ereb e, destnîşan kir ku êrîşên li ser welatiyên Kurd ên ku vegeriyane Girê Spî, encama nebûna hemahengiya pêwîst a di navbera hêz û aliyên têkildar de ji bo dabînkirina vegera wan a biewle bûne. Wê got ku ev êrîş bûne sedema wêrankirinê û hewldana çêkirina fitneya di navbera pêkhateyên herêmê, ango Ereb, Kurd û Suryanan de.

Wê diyar kir ku hikûmetê berpirsyariya xwe ya dabînkirina ewlehî û parastina malbatên vegeriyane, pêk neaniye. Wê bal kişand ser wê yekê ku şikandina û şewitandina otomobîlan û belavkirina tirsê di nav gel de, dibe sedem ku hin koçber ji vegera mal û warên xwe bitirsin û ji biryara vegerê dudilî bibin. Noor got ku divê hikûmet li hember gel zelal be û wiha pê de çû: “Ger nikaribe berpirsyariya xwe pêk bîne, divê vê yekê eşkere bike, da ku aliyên din bikaribin berpirsyariya parastina gel bigirin. Kesê ku bi keziyê şervana Kurd a jin birî  hat naskirin, careke din di nav komên ku di êrîşan û şewitandina otomobîlan de xuya bû. Divê gavên cidî bên avêtin da ku ji kesên berpirsyar hesab bên pirsîn û rê li ber dubarebûna van binpêkirinan bê girtin.”

‘Êrîş peymana 29’ê Çileyê binpê dike’

Leyla Hesen  diyar kir ku mafê her koçberî heye ku piştî heft salên koçberiyê vegere mala xwe û axa xwe. Wê got êrîşkirina li ser kesên ku vedigerin û hewldana astengkirina wan ji vegera mal û milkên xwe, sûcekî giran û binpêkirina mafên wan e. Leyla Hesen wiha berdewam kir: “Ev êrîş li dijî peymana 29’ê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikûmeta demkî de ya Sûriyê de ye.

Leyla Hesen bal kişand ku kesê bi birîna keziyê şervana Kurd a jin hat naskirin, careke din di nav kesên êrîşkar ên li Girê Spî de xuya bû. Wê got divê ev mijar bê lêkolînkirin û ji kesên sûcdar hesab bên pirsîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê li dijî kesên ku van kiryaran pêk tînin, gavên yasayî bên avêtin da ku mafên welatiyan bên parastin û li hember êrîşên li ser wan, bê rawestandin.”

‘Em binpêkirina rûmeta xwe qebûl nakin’

Coza Mehmûd jî, êrîşên li ser koçberên ku vegeriyane Girê Spî, bi tundî şermezar kir. Coza destnîşan kir ku divê hikûmeta demkî berpirsyariya xwe ya parastina welatiyan bigre û kesên ku di van êrîşan de beşdar bûne, li ber yasayê bên darizandin. Wê diyar kir ku ev kiryar hewldanên fitneyê û têkbirina pêwendiyên di navbera pêkhateyên herêmê de ne û hestên xwe wiha anî ziman: “Siyaseta ku li Hesekê hat dîtin, niha li Girê Spî jî berdewam dike.Kurd û Ereb bi hezaran salan e bi hev re dijîn û ev êrîş ne li gorî exlaqê mirovatî ne û ne jî yasayî ne.”

Coza Mehmûd hişyarî da ku heke fitne di navbera gelan de bê çêkirin, dê bibe sedema wêrankirineke mezin û bandorê li ser hemû pêkhateyan bike. Wê bang li eşîrên Ereb kir ku rewşê kontrol bikin, li hember fitneyê rawestin û rê li ber belavbûna nakokiyan bigirin, da ku hemû gel bikaribin bi hev re Sûriyeke nû ava bikin.