Jinên Kurd ên li Rojhilat: Emê zêdetir têbikoşin
Di bin siya şerê ku bi zor hatî ferzkirin de jinên li Rojhilatê Kurdistanê dijîn, ne tenê barê malbatê di heman demê de giraniya hilweşîna aborî, fikarên civakî û pêşerojek ne diyar jî hildigrin, dibêjin ku ewê di vê rewşa tengav de zêdetir têbikoşin.

MARÎA KADÎMÎ
Sine – Şer ne tenê di aliyê tenduristiya ruhî û canî, di aliyê aborî de jî ziyanên jê veneger dide jinan. Di şertên şer de, barê herî giran ê jiyanê li ser milê jinan e. Jin hewl didin ku hem ji bo ewlehiya malbatê bibin mertal û hem ewlehiya malê pêk bînin, hem jî xwarinên bingehîn berhev bikin. Herî dawî îdareya kar li ser milê wan dimîne. Ev dosya, li ser jinên ku di pîşeyên cûda de dixebitin û niha bê kar mane re, ji bo ku asta van ziranan bê diyarkirin hat amadekirin.
Di siya şer de înternet qûte, pêşeroj ne diyare
Lînda Azimî ku nivîskarek Merîwanî ye, beriya ku şer destpê bike jiyanek serbixwe didomand. Berê debara xwe pêk dianî, desteka madî dida malbata xwe, lê belê niha bê kar e. Lînda wiha got: “Ji dema ku şer destpê kirî heta niha bê kar im. Karê min bi temamî girêdayî înternetê ye û bêyî înternetek bilez nikarim bixebitim. Berê jî girêdan ne sererast bû, hertim qut dibû. Lê belê niha gelek caran tavahiya rojê tuneye. Ez ji xwe zêdetir, gel difikirim. Bazar girtî ne, kar hemû sekinîn, derbeya herî mezin beşên civakê yên jêrîn dixwin. Ez ne zewicîme, tevî hemû tiştî ez kesek tenê me. Lê belê dema ez ên ku zarokên wan hene, yên ku neçar in nexweşan xwedî bikin, yan jî ên ku bi pêwîstiyên bingehîn re şer dikin difikirim, dilê min perçe dibe. Dîtina hikûmeta ku jiyana bi milyonan mirovan ji bo berjewendiyên xwe vegerandine lîstokekê, bi meriv re hêrsê ava dike.”
Xeyalên bi teqsît hatin avakirin, bi înternetê re diçin
Xwediya firoşgeha onlîne Servuh Meşayîhş da zanîn ku ev sê sal in ji bo firoşgeha xwe ya onlîne dixebite û wiha pê de çû: “Êdî min dest bi xwegihandina dahatek sabît kiribû, lê belê hemû tişt ji nişka ve hilweşiyan. Her tim qutbûna înternetê li aliyek, ketina hêza stendina gel li aliyek din. Herçend fêrî hêdîbûna înternetê bibim jî, hêza girtinê nemaye, ezê çi pêşkêşî krîgeran bikim? Êdî tu eleqeya kesek bi hilberindina luksê nemaye. Armanca sereke ya her kesî, jiyankirin e. Hemû berhemên ku min bi teqsît anî, di destê min de maye. Li Îranê tu kar heta dawî nadome. Her roj krîzek nû, hemû planan serobino dike. Ji bo jiyanek asan jî em nizanin emê xwe bispêrin ku derê.”
‘Atolyeyek biçûk, di bin kavilên şerên mezin de’
Azar Nikpî hunermendek ku di atolyeya xwe ya biçûk de bi hunerên dest re eleqader e, destnîşan kir ku siparîş bi awayek cidî kêm bûne, hema bêje bi dahata herî kêm dixebite û wiha got: “Min pereyê ku min ji bo madeya xam daye jî dernexistiye. Li vî welatî jiyan wê çawa bê dahat bibe? Hem jî li cîhek ku nirx ne mehane her serê saetê tê guhertin. Li gel şer dolar jî zêde dibe, bi wan re zem tê ser hemû tiştan. Em şerê siyasî, aborî û derûnî bi hev re dijîn. Her kêlî îhtimala ku bikevin krîzek nû dijîn, ev nediyarî mirovan bêzar dike. Xwezil siyasetmedar me nekin bi qurbana hirsa xwe. Jin tenê têkoşîna nan dikin, ji bo hezkiriyên xwe zindî bihêlin şer dikin.”
Li Tehranê dayîkek di nava fikara zarokê otîstîk û tirsa nan de
Dayîka ji Tahranê Sureya Dilşad diyar kir ku yek ji zarokên wê otîstîk e, ji qerebalixê direve, hîsa bê baweriyê li gor kesek normal, du qat zêde ye. Sureya destnîşan kir ku di demeke wisa de wê zaroka xwe kêliyek jî bi tenê nehiştiye û wiha got: “Her tim li ba min e, kêm jî be ez hewl didin hesta baweriyê bidimê. Bi dengek herî kêm jî krîz derbas dike. Li aliyê din firoşgeha me ya cilan ku tekane çavkaniya debara me ye, girtî ye. Kirêya mal û firoşgehê ketine ser hev. Em nikarin pêwîstiyên herî asan ên malbatê jî pêk bînin. Fikara pêşerojê, bêperetî û rewşa zarokê min a bi fikar dema tên ba hev, hişê min belav dibe. Di vê demê de dayîktî ne tenê xwedîkirina zarokan e, di heman demê de meşandina tenduristiya mêjî, têkoşîna aborî û jiyan kirin e jî.”
Şerê bê destûr di navbera hilweşîn û têkoşîna jinan de
Nêrîna jinan a li ser şer û encamên wê, ne yek tîp e. Gelek jinên ku bi salan e ji bo avakirina jiyanek serbixwe têdikoşin, îro bi girtina cihên kar, bêkarmayîn, sekinandina xebatan, şikestinek bi êş dijîn. Ji bo wan xebat ne tenê erkê aborî ye, di heman demê de têkoşîna li dijî feraseta mêr ku hewl dide jinê di malê de dîl bike ye jî. Gelek jin niha bi xeteriya windakirina xweseriya bi hewldanên salan bidest xistine re rûbirû ne.
Beramberî vê yekê hinek jin vê rewşê ne wek dawî, wek hînceta berdewamiya têkoşînê dibînin. Li gorî wan bûyerên ku ji derveyî kontrola wan diqewimîn, divê wek windakirinek neyê dîtin. Pêwîst e ku di nava krîzan de jî hilberandina wateyê, sûd dayîn û li ser piyan mayîn gengaz be.
Hişmendiya civakî, panzehîra krîzê ye
Haniye Resulî rewşa îro bi nirxandinek rast wiha dibêje: “Ez dizanim ku gelek jin wek min bê kar mane, yan jî karê wan xirab bûne. Lê belê tiştê ku herî dawî em bikin, xwe spartina bêhêvîtiyê ye. Divê îro ji hemû deman zêdetir jin nêzî hev bibin. Divê bi awayê derûnî û civakî ji bo em vê dema zor derbas bikin, em bi hev re çareseriyan hilberînin. Diyarde nîşan didin ku ev şer wê dirêj be. Ji ber vê yekê hê ku rewş xirabtir nebûyî divê destpêkê jinên hişmend werin ba hev, fikrên xwe parve bikin û mînak ji bo rewşa qutbûna înternetê û kaosên civakê çareseriyên pratîk bibînin. Ev kombûn di asta xwecihî, hevaltî yan jî mirovatî de jî dibe. Gel nîşan da ku bi caran di demên krîzê de, çawa bi xwe û bi awayek bandor wê organîze bibin. Lê belê divê vê carê em hê hişyartir û bi amadekarî bin. Di heman demê de divê em ceribandinên jinên ku şer dîtine ji bîr nekin. Ew dikarin fêrî nifşên ciwan bikin ku çawa karbeşî bikin, çawa aram bin û di nava krîzê de bijîn. Ev şert ne bijarteka kesê ye, lê belê ger em nexwazin lewaz bibin, divê em hişmendiya xwe ya civakî bixin meriyetê.”
‘Guherîn ne ji derve ne jî bi şer çêdibe’
Şahede Erdalan şerên heyî renxe kir û wiha got: “Ev şer ne bijarteka me bû û desteka Îsraîlê, yan jî Emerîkayê nabe rizgarî. Guherîna rast di hundir de, divê ji gel were. Berovajî wê, tenê wê werin guhertin, lê belê emê di nava zagonên cûda de dîl bimînin. Em demokrasiyê dixwazin, lê belê di vî şerî de ne bêhna azadî ne jî îradeya gel heye. Ev tenê hilweşînê tîne. Divê em hişyar bin, em bi daxwazên sexte nexapin. Tu hikûmet êşa gel wek gel nizane. Ev gel ev bi salane tundî, girtin, darvekirin, sansûr û xizaniyê dijî. Her sibehan bi zêdebûna enflasyon û bêkariyê şiyar dibin. Weke ku ev gel deyndarê vê hikûmetê û dinyayê ye. Ger ku guherînek çêbibe, ew guherîn cardin di nav vî gelî de, bi hişyarî û bi hev re bi hewldana yekpar çêbibe. Hêzên derve azadiya me naxwazin, berjewendiyên xwe dixwazin. Em radestî medyaya ku bêhêvîtiyê pompe dike, nabin.”