Jinên Kurd ên li Elmanyayê ji CPT re bi sedan name şandin

Jinên Kurd ên li Elmanyayê ji bo tecrîta li Îmraliyê bi dawî bibe di çerçoveya kampanyaya “ji CPT re name” nameyên ku amadekiribûn şandin.

Navenda Nûçeyan - Meclîsa Jinan a Rozerîn a li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê, ji bo kampanya "Ji CPT re name” ya ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurd a Elmanyayê (YJK-E) ve ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, seferber bûn.

Di çarçoveya kampanyayê de 450 name ji Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê (CPT) re hatin şandin.

Di naveroka nameyê de pergala Îmraliyê ya êşkence, tecrîd û qirkirinê tê şermezarkirin û ji CPT tê xwestin ku berpirsyariya xwe bi cih bîne.

Nûnerên Meclîsa Jinan a Rozerîn 450 name birin postayê û ji CPT re şandin. Li vir jinan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga seferberiyê li jinan kir.

Kampanya li seranserî Elmanyayê berdewam dike.