Jinên Kurd di yekîtiya netewî de bi îsrar in’

Jinên Kurd ên ji bo gelê Kurdistana ku bi Peymana Qesr-î Şêrîn û Peymana Lozanê bi sînorên çêkirî hat perçekirin bînin ba hev têdikoşin, bawer dikin ku dê bi xebatên ji bo yekîtiyê encamên erênî bigrin.

ARJÎN DÎLEK ONCEL
Amed – Di her serdemeke dîrokê de erdnîgariya Kurdistanê ya ku bala hêzên hegamon kişandiye, destpêkê di sala 1639’an (sedsala 17’an) de bi Peymana Qesrî Şêrîn a di navbera Îran û Osmaniyan de, hat perçekirin. Cara duyem jî di salên şerê cîhanê yê 1’emîn, di sedsala 20’an de bi Peymana Lozanê Kurdistan bû çar perçe. Kurdên ku nifûsa wan 50 milyon bû, hatin înkarkirin, axa wan hat dagirkirin. Bi sînorên çêkirî, neteweyek hat perçekirin, axa wan bi têldiriyan ji hev hat veqetandin, bi mayînan gef hatin xwarin. Bi van hemû pêşketinan re, Kurdên ku êşa perçebûyînê kişandin, ji bo yekîtiyê her dem di nava hewldanan de bûn. Li çar aliyan ji bo “Yekîtiya Kurd” têkoşîn hat destpêkirin.

Xebatên ji bo yekîtiya neteweyî
Xebatên ji bo yekîtiya netewî di salên 1970’yan de ji aliyê partî û rêxistinên Kurd ve dest pê kir, heta salên 1980’yî berdewam kirin. Di vê çarçoveyê de, di sala 2011’an de 1’ekemîn Konferansa Yekîtiya Netewî, li Amedê hatlidarxistin. Di sala 2013’an de jî konferans û komxebat hatin lidarxistin. Ji wê demê û şûnve, hem pêşketinên li Rojhilata Navîn, hem jî bi zêdebûna êrîşên li dijî Kurdan, ji bo çar aliyên Kurdistanê, xebatên ji bo yekîtiya netewî zêde bûn.
Li Kurdistana ku ‘mêtingeh’ e jinan ji salên 1978’yî heta salên 90’î her çiqas bi hişmendiya netewî di nava têkoşînê de cih girtibin jî, bi demê re têkoşîna ji bo mafên jinan zêdetir bû. Têkoşîna netewî û zayendî ya jinan, ji dîrokê heta îro didome. Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Aştî û Civaka Demokratîk” a di 27’ê Sibatê de, jinan wek pêvajoya aştiyê biryar dan di xebatên yekîtiya netewî de pêşengiyê bikin.

Di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de di navbera 28-29’ê Gulanê de bi dirûşma "Em siyasetê demokratîk bikin, civaka demokratîk ava bikin", "1'emîn Konferansa Jinên Kurd ên Parlamenter" hat lidarxistin. Dîsa li Amedê di rojên 21-22’yê Hezîranê de 3'yemîn Konferansa Platforma Yekîtiya Jinên Kurd hat lidarxistin. Herdu konferans jî rojeva wan li ser yekîtiya neteweyî bû, di encamnameyên konferansan de peyam ew bû ku dê jin heta encam bigrin, ji bo yekîtiya netewî pêşengiyê bikin.

‘Jinên Kurd li 4 aliyên Kurdistanê ji bo civaka demokratîk hewl didin’


Ji Însiyatîfa Jinan a Pêdiviya min bi Aştiyê heye Esra Kahraman, diyar kir ku jinên li 4 aliyên Kurdistanê, tenê bi sînorên çêkirî ji hev dûr in û got ku jinên Kurd wan sînoran nas nakin. Esra Kahraman wiha got: “Di navbera me de tenê sînorên çêkirî hene lê jinên Kurd, li dijî vê yekê hewl dan li çar aliyên Kurdistanê vê têkoşîna ji bo yekîtiyê bimeşînin. Lewre armanca têkoşîna me yek e. Em bi polîtîkayên şer û cudakariyê re têdikoşin. Ji bo civakeke demokratîk em di nava hewldanan de ne. Bi taybetî di vê pêvajoyê de yekîtiya jinan, tevgera wan a bi hev re gelek girîng e.”

Têkoşîna li hember şerê taybet

Esra Kahraman wiha domand: “Avakirina yekîtiya jinan, têkoşîneke bihêztir, hevgirtineke baştir bi xwe re tîne. Jin li çar aliyan ji bo wekhevî û civaka demokratîk têdikoşin. Li cîhanê şer û mîlîtarîzm, pergala mêr, polîtîkayên zayendî yên civakî û desthilatdariyên ku ji van polîtîkayan xwedî dibin, dimeşînin. Em tenê behsa şer û pevçûnên germ nakin, polîtîkayên şerî taybet jî hene. Têkoşîna jinan zêdetir li dijî van polîtîkayên şerê taybet e.” Esra Kahraman diyar kir ku jinên Kurd di vê pêvajoyê de pêşengên herî çalak in û bi peyama yekîtiyê axaftina xwe bi dawî kir.

‘Divê destpêkê em aştiya navxweyî ava bikin’

Berdevka Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Menîce Rumeysa Gulmez jî got ku sedema Tirkiye ketiye nava hewldana aştiyê, pêşketinên li Rojhilata Navîn in. Menîce Gulmez şerê Îsraîl-Filistînê, êrîşa Îsraîlê ya li ser Îranê û Sûriyeyê mînak nîşan da û wiha got: “Bêguman tiştên Îsraîl li Filistînê dike nayê qebûlkirin. Bi heman awayî êrîşa Îranê ya li dijî gel, dijminahiya bi Kurdan re, darvekirina aktivîstên Kurd, di nava wê de kaosek çêkir. Îsraîlê jî vê yekê derfet dît û mudaxele kir. Yek ji sedemên ku Tirkiyeyê xwest di meseleya Kurd de gav bavêje ev bû lewre naxwaze bi Îranê re bikeve heman rewşê. Pêşî Sûriye, paşê Îran, diyar bû ku dor tê ser Tirkiyeyê.”

Menîce Gulmez diyar kir ku ji bo çareserkirina krîzan pêşî dive aştiya navxweyî çêbibe û got: “Em ê bi aştiya ku em di navbera xwe de çêkin, li dijî hemû êrîşên ji derve bihêztir rawestin.” Menîce Gulmez bal kişand ser pêvajoya aştiyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tirkiyeyê ji bo bicîhanîna daxwazên gelê Kurd dest bi vê pêvajoyê nekir. Her çiqas ji bo mayîndetiya xwe dest pê kiribe jî, ên ji vê yekê sûdê bigrin gel in. Ji ber vê yekê ez vê pêvajoyê erênî dibînim. Ji bo bi awayekî baş bimeşe, divê hinek daxwazên Kurdan werin bicîhanîn. Çawa ku ji Kurd dixwazin gavan bavêjin, divê hikûmet jî gavan bavêje. Tenê bi avêtina gavên baş, bawerî û hiqûqî, serkeftina pêvajoyê çêdibe.”

‘Dê dîrok behsa jinên Kurd bike’
Ji PÎA’yê Şermîn Aygoren jî got ku ji roja destpêkê ve di nava xebatên yekîtiya neteweyî de ye û diyar kir ku PÎA di vî warî de di nava hewldanan de ye û got: “Jin xwedî roleke hilberîner in, sembola aştî û axê ne. Dest dide çi diafirîne. Van aliyên xwe niha di siyasetê de nîşan dide. Tiştê ku di xwezaya wê de heye dide jiyîn. Hewl dide vê yekê fêrî civaka bi desthilatdariya mêr bike. Ji bo jinên gelek netewan jî bûye îlham. Di têkoşîna xwe ya di her warî de bûye mînak. A girîng ew e ku yekîtiya Kurdan çêbibe. Jin dê di vê pêvajoyê de pêşengiyê bikin. Dê dîrok behsa jinên Kurd bike.”

‘Em li benda gavên şênber in’

Şermîn Aygoren diyar kir ku divê pêvajoya aştiyê bi çalakiyên şênbertir bi pêş bikeve û wiha domand: “Her çend hewl bidin pêşketina vê pêvajoyê ji bo Kurdan bikin zorê jî, ger encam aştî be ji hemû awayên şer çêtir e. Gundên me hatin valakirin, çand û nirxên civakê hatin guhertin. Ji bo ku ev pirsgirêk bi dawî bibin, pêvajoya ku dest pê kiriye girîng e.”
Şermîn got ku ji bo pêvajo di hêla Kurdan de qenc be, dê jinên Kurd têkoşîna xwe bidomînin û diyar kir ku daxwaza wan ew e ku pêvajo bi azadiyê bi encam bibe.