Jinên Kurd di sala 2025’an de terka kolanan nedan
Her çiqas sala 2025’an salek ku êrîşên li ser mafên jinan zêde bûn jî, jinên Kurd bi pêşengiya TJA’yê, terka kolanan nedan. Jin amadekariyan dikin ku di sala 2026’an de li dijî tundî û şer gavên berbiçavtir bavêjin.
ARJÎN DİLEK ÖNCEL
Amed – Dema ku em amadekariya pêşwazîkirina saleke nû dikin, jinên li çar aliyên cîhanê sala 2025’an li dijî şer, xizanî û tundiyê şer kirin. Jinên Kurd ku têkoşîna wan li her çar beşên Kurdistanê ji bo jinên li çar aliyê cîhanê îlham dide, di sala 2025’an de jî, wekî salên berê li ser mijarên giran sekinîn.
Pirsgirêka Kurd û jinên li eniya aştiyê li dijî şer in
Di 1‘ê Cotmeha 2024’an de, serokê MHP’ê Devlet Bahçelî di vekirina Parlamentoyê de bi destê endamên Partiya Demokratîk girt. Her çiqas ev destgirtin bûye sedema şîroveyên ku pêvajoyek nû dest pê dike jî, domandina operasyonan û tayînkirina mufetîşan di nav raya giştî de bû sedema bêbawerî û tevliheviyê. Lê belê, banga ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de kir û pêşketinên piştre çêbûn, deriyek ji bo aştiyê vekir. Jin beşdarên herî çalak ên "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" a ku di çarçoveya çareserkirina pirsgirêka Kurd de hate lidarxistin bûn.
Înîsiyatîfa Jinan a “Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye” ava kirin
Ji salên 1990’î vir ve, jinên ku li dijî şer di eniya aştiyê ya bi rûmet de ne, piştî komxebata “Jinên ku li ser aştiyê diaxivin” a li Stenbolê hat lidarxistin, Înîsiyatîfa Jinan a “Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye" ava kirin. Înîsiyatîfa ku ji bo bilindkirina daxwaza aştiyê, têkoşîna li dijî bandorên şer û civakîkirina aştiyê di bin serokatiya jinan de hatiye damezrandin, meş û çalakiyan, bi daxwazên wekî çareserkirina pirsgirêka Kurd, bidawîanîna pergala qeyûm û dekrîmînalîzekirina çalakiyên siyasî li dar xistiye. Di 8‘ê Tîrmehê de jinan li ber Parlamentoyê daxuyaniyek dan, banga rakirina astengiyên li pêşiya aştiyê kirin û ji Parlamentoyê xwestin ku gav bavêje.
Komîsyonek 'Jin û Destûrê' hat damezrandin
Pêşveçûna hêdî ya "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" a ji hêla dewlet û hikûmetê ve û neavêtina gavên hêvîkirî, bû sedema rexne û bertekan. Tevgera Jinên Azad (TJA) ‘Komîsyona Jin û Destûrê’ ava kir û di 24’ê Tebaxê de ragihand. Jin beşdarî nîqaşên destûra nû bûn, daxwaza destûrek li ser bingeha wekheviya zayendî kirin.
Ji bo Rojîn Kabaîş û hemû jinên ku winda bûn û hatin kuştin
Salek di ser mirina gumanbar a Rojîn Kabaîş ku xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê re derbas bû, lê doz hîn jî nehatiye çareserkirin. Her çiqas li hemû bajarên Tirkiyeyê bal kişandibin ser mirina Rojîn, jinên Kurd ên li Kurdistanê bal kişandin ser jin û keçên ku di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet de winda bûn û hatin kuştin. Di tevahiya salê de, jinan pirsa "Çi bi serê Rojîn Kabaîş hat?" pirsîn, ji bo hemû jinên ku winda bûn û hatin kuştin hesab xwestin. Jinan her wiha bal kişandin ser torên narkotîk û fihûşê yên ku ji navçeya Lîce ya Amedê û her wiha Şirnex, Colemêrg û Dêrsimê derketin holê.
Jinên Kurd û hewldanên yekîtiyê
Jinên Kurd di tevahiya salê de li hemberî rastiya şer, pêwendiya xwe ya ji bo yekîtiya neteweyî parastin. Di vê çarçoveyê de, Platforma Yekîtîya Jinên Kurd di 21 û 22’yê Hezîranê de li Amedê konferansek bi şîara "Bi yekîtîya jinên Kurd, ji bo yekîtîya neteweyî" li dar xist. Konferansa 1’emîn a Parlamenterên Jin ên Kurd jî di 28-29’ê Gulanê de bi pêşengiya TJA’yê li Amedê hat lidarxistin. Her wiha di 9’ê Tîrmehê de li bajarê Silêmaniya başûrê Kurdistanê, bi beşdariya 80 delegeyên ji her çar perçeyên Kurdistan û Ewropayê, atolyeyek hat lidarxistin.
Ji bo azadiyê 7 rojan meşiyan
TJA’yê di 1ê Cotmehê de bi şîara "Bi Hêviyê Ber bi Azadiyê Ve Dimeşin" meşek 7 rojî ji Amed ber bi Enqerê ve da destpêkirin. Jinan daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, garantiyên destûrî yên mafên ziman û çandî yên gelê Kurd, vekişîna qeyûman û naskirina fermî ya sîstema hevserokatiyê kirin.
Komxebatên 'Îdeolojiya Rizgariya Jinan'
Partiyên siyasî yên ku li Kurdistanê dixebitin jî di tevahiya salê de li ser wekheviya zayendî, civaka demokratîk û li dijî tundiyê, rêzekomxebat li dar xistin. Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di meha Gulanê de komxebatên Îdeolojiya Rizgariya Jinan bi dirûşmeya "Ber bi Civakeke Demokratîk bi Jinên Azad ve" da destpêkirin. 130 komxebat li 25 bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hatin lidarxistin û jinan anîn cem hev.
Jin dibêjin 'Malbata Demokratîk'
Piştî ku sala 2025’an ji aliyê Serokê AKP'ê Tayyîp Erdogan ve wekî "Sala Malbatê" hat aşkerakirin, jinan li hember vê yekê xwe neqayîl kirin. Li gorî daneyên ku ji rêxistinên jinan û çapemeniyê hatine berhevkirin, di 11 mehên "Sala Malbatê" de 260 jin hatine kuştin. 267 jin di bin şert û mercên gumanbar de mirin. Li dijî wê ramana ku jin tenê di nav malbatê de têne pênasekirin, di bin serokatiya TJA (Tevgera Jinan) de kampanyayên hişyarkirinê yên li dijî tundiyê hatin lidarxistin û modela "Malbata Demokratîk" hate nîqaşkirin.
Aktîvîsta TJA’yê Bahar Peker, di nirxandina rojeva jinan a 2025’an de diyar kir ku ev sal salek e ku têkoşîna jinan a li dijî êrîşan bêtir xuya bûye. Bahar Peker bal kişand ser xebata wan a par û tekez kir ku jin kesayet û mijarên pêşeng ên "Pêvajoya Civaka Demokratîk" in, ku ev xala rojeva herî girîng a 2025’an e.
‘Me ji bo hilweşandina têgihîştina mêraniyê atolye lidar xistin’
Bahar Peker, li ser xebata ku bi pêşengiya TJA’yê hatiye kirin axivî û got: “Wekî TJA, di tevahiya salê de em li ser hişyarkirina mirovan, çareserkirina polîtîkayên şerê taybet û daîmîkirina banga aştiyê xebitîn. Em bi taybetî li ser atolyeyan sekinîn. Em li ser atolyeyên li ser mêraniyê sekinîn. Ji ber ku li Kurdistanê tundî û kuştinên jinan zêde bûne. Li dijî vê tundiya ku ji hêla mêran ve tê kirin, divê zihniyeta mêran biguhere. Atolyeyên mêraniyê armanc dikin ku vê bikin û ev atolye dê berdewam bikin. Em di pêvajoyek aştiyê de ne. Di ronahiya nîqaşên li ser ka em çawa dikarin vê pêvajoyê bi bandortirîn awayî birêve bibin, çalakî hatin kirin. Em bi ruhê aştiyê ketin 8’ê Adarê. Me ev giyan bir Newrozê jî. Di her du caran de, me qîr kir ku em dixwazin aştiyê daîmî bikin. Me di 4’ê Nîsanê de çalakî li dar xistin. Di çalakiyên rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku Kurd jê re dibêjin 'Rêberê' me de, me girîngiya azadiya wî ya fîzîkî tekez kir. Ji 1 heta 7‘ê Cotmehê, em ber bi Enqerê ve meşiyan. Me erkê Parlamentoyê bi bîr xist û got hêvî. Me daxwaza naskirina prensîba 'maf' û azadiya fîzîkî kir.”
'Qetlîam di Sala Malbatê de zêde bûn'
Bahar Peker, bal kişand ser zêdebûna tundiya li dijî jinan a di sala 2025’an de, behsa têkiliya di navbera vê sala ku wekî "Sala Malbatê" hatiye ragihandin de kir û wiha pê de çû: "Erê, ev sal wekî 'Sala Malbatê' hatiye ragihandin, lê daneyên fermî nîşanî me didin ku qetlîam ji hêla kesên herî nêzîkî jinan ve têne kirin. Ango, ji hêla endamek malbatê, mêr, bav, an bira ve.” Bahar Peker bi bîr xist ku ji Gulîstan Doku ya li Dêrsimê winda bû hê jî tu xeberek tuneye û wiha domand: “Rojîn Kabaîş di bin şert û mercên gumanbar de mir. Di doza wê de tu pêşveçûn tune. Kuştina Narîn Guran û pêşketinên paşê, careke din nîşanî me dan ka 'rûxandina civakî' çawa çêdibe. Dema ku ev hemû doz diqewimin, îlankirina Sala Malbatê jin û zarokan naparêze. Berovajî vê, ew bingehê ji bo qetlîamên nû amade dike. Wek TJA, em dibêjin ku 'Modela Malbata Demokratîk' dê çareserî be û pêwîst e ku malbat werin demokratîkkirin.”
'Qanûn têr nakin, divê em civatek ehlaqî û siyasî biafirînin'
Bahar Peker destnîşan kir ku piştî bidawîbûna Peymana Stenbolê ji ber polîtîkayên bêcezatiyê tundî zêde bûye, lê zêde kir ku peyman û qanûn ji bo guhertina civakekê têr nakin. Bahar Peker got, "Divê em bingeha civatek ehlaqî û siyasî biafirînin. Afirandina vê bingehê bi rêya komun û meclîsan pêkan e. Bi vî rengî, bi tevlîkirina jinên ciwan a di van hewldanan de, em dikarin guhertina civakî pêk bînin. Divê em hem xwe birêxistin bikin û hem jî şêwazek jiyana sosyalîst ava bikin, bi balkişandina ser avakirina pergalek demokratîk û konfederal.”
‘Budçe ji bo şer tên veqetandin, lê ji bo jinan nayên veqetandin’
Bahar Peker da zanîn ku nebûna veqetandina budçeyê ji bo jinan di dema nîqaşên budçeyê de bûye sedema bertekan, nemaze di vê serdema ku jin bi xizaniyeke kûr re têdikoşin û got “Jin di xizaniyeke kûr û bêpariyê de ne. Keda wan li malê tê binpêkiri, û keda wan di jiyana kar de ji ber newekheviya zayendî tê binpêkirin. Me salek li dû xwe hişt ku jinan tezmînata ku ji bo keda xwe heq dikirin negirtin. Budçe ji bo şer têne veqetandin, lê ji bo jinan nayên veqetandin. Ev hemû faktor in ku dibin sedema zêdebûna tundiyê. Jin dixwazin beşdarî jiyana kar bibin, lê ew nikarin navendên lênêrîna rojane (kreş) yên belaş bibînin ku zarokên xwe bihêlin."
‘Jin di pêvajoya aştiyê de bûn mijar’
Bahar Peker anî ziman ku jinan bi girtina berpirsyariyeke mezin di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de roleke pêşeng girtine ser xwe, got, ku “Jin bûn mijar û piştgirên pêvajoyê. Ji ber ku şer tê wateya zêdebûna sûcên li dijî jinan. Nimûneyên vê yekê gelek in” û bal kişand ser şer û pevçûnên li Îsraîl-Filistîn, Hindistan-Pakistan, Sûdan û Ukrayna-Rûsyayê.
Banga beşdarbûna Meşa 4’ê Çileyê
Bahar Peker behsa mîtînga "Hêvî û Azadî" ya ku dê di 4’ê Çileyê de li Qada Îstasyona Amedê bê lidarxistin kir û ragihand ku ev meş ji bo aştî û civakeke demokratîk girîng e û jin dê ji bo vê meşê bê westan bixebitin.
‘Em bi berfirehkirina têkoşînê saleke nû pêşwazî dikin’
Bahar Peker tekez kir ku ew bi berfirehkirina berxwedan û têkoşînê sala 2026’an pêşwazî dikin û nirxandinên xwe bi van gotinan bidawî kir: “Rojeva me ya 2026’an, avakirina komun û encumenên jinan ên bêhempa ye. Ji ber ku jiyaneke demokratîk, civakeke ehlaqî û siyasî û rêveberiya herêmî tenê bi vî rengî dikare were bidestxistin. Em ê komun û encumenan li dijî pratîkên dij-demokratîk xurt bikin. Em ê di sala 2026’an de têkoşînê berfireh bikin. Ne tenê wekî jinên Kurd, di heman demê de wekî jinên femînîst û enternasyonalîst jî li dijî şer û tundiyê bi hev re bixebitin. Me salek bi têkoşînê li pey xwe hişt. Di sala nû de, em ê bi avêtina gavên berbiçavtir xebata xwe bidomînin.”