Jinên Kurd banga tevlîbûna seferberiyê kirin
Bi armanca bersivdayîna banga Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jinên Kurd banga hişyarî û tevlîbûna seferberiyê kirin û gotin: “Dem dema hebûnê ye.”
RONÎDA HACÎ
Hesekê- Ji ber êrîşên Heyet Tehrîr El Şam û çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û tevegra şaneyên razayî yên DAIŞ’ê. Duh Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga seferberiyê kir .
Li ser banga seferberiyê ya Rêveberiya Xweser, jinên Bakûr Rojhhilatê Sûriyeyê tevlî seferberiyê bûn û banga hişyarî û girîngiya parastina mal û taxan kirin.
‘Em tevlî seferberiyê dibin û çi bê xwestin em amade ne’
Rojîn Xelef piştrast kir ku jinên Kurd bi têkoşîn û berxwedana xwe gelek destkeftî bi dest xistine li dijî terorîzma DAIŞ’ê şerekî bêhempa meşandine û got: "Rêveberiyê seferberiyeke giştî ragihandiye û em weke jin ji bo parastina destkeftiyên xwe û hebûna xwe tevlî vê seferberiyê dibin."
Rojîn bang li hemû jinan kir ku mal û taxên xwe ji êrîşan biparêzin û got ku divê her kes hişyar be û wiha axvî: “Em di qonaxa hebûn û tunebûnê de ne, ji ber vê yekê divê em hebûn û destkeftiyên xwe biparêzin.”
‘Banga parastinê’
Leyla Mihemed, diyar kir ku HTŞ û çeteyên dewleta Tirk bi taybetî gelê Kurd hedef digrin û got: “Divê hemû Kurd li hemû beşên Kurdistanê tevlî seferberiya giştî bibin, ji ber ku doza Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meseleyeke çarenûsê ye. Her wiha divê hemû jin xwe û herêma xwe biparêzin. Kes nayê parastina me nake, hemû dewlet li dijî Kurdan planên qirkirinê didin meşandin ji bo wê parastin bila ji av û nan girîngtir be.”