Jinên ku tên kuştin di nava bêdengiyê de tên veşartin
Sînorê di navbera ‘şanazî’ û ‘cînayetê’ de dema ku ji bin siya hiqûqê û kevneşopiyan derkeve, ev pirs derdikeve holê: Ger civakek, qîrîna jinan a beriya mirinê nebihîstibe dê piştî mirina jinan çi bîne bîra xwe?

NESÎM AHMEDÎ
Kirmanşah – Di quncikên jibîrbûyî yên goristanan de, li cihê ku ne kevirên mermer hene ne jî bîrdariyên bi îhtîşam hene, kesên ku nasnameya wan nediyar e hatine binaxkirin. Ev bedenên bi xwîn, ku ji bo bilindkirina ala “namûsê” ya bi xwîn hatine fedakirin, aydê jinan in. Di dilê van goristanên bê kêlî û neçêkirî de jinên ku sûcê wan tenê jinbûn e, bi saxî hatine binaxkirin.
Medya û hiqûq kujeran vediguherînin qehremanan
Pêdivî bi dane û çavkaniyan tuneye; li çar aliyên Îranê her sal bi sedan jin bi hinceta “namûsê” bi awayê herî hov, ji aliyê bira, bav, hevjîn an jî mêrên derdorê ve tên kuştin.
Ji ber ku helwest û tedbîrên baş tunene û raya giştî di vî warî de bêdeng e, destekê dide kiryaran, ev kujer ne tên darizandin, ne jî ji nava civakê tên vederkirin. Berovajî wê, gelek caran pesnê wan tê dayîn.
Di civakeke ku zagonên desthilatdariya mêr serdest in de, ji ber ku qural û sînor ji aliyê mêran ve tên xêzkirin, dema jin li gorî van sînoran tevnegerin, mêr xwe xwedî mafê serdestiyê dibîne. Ev darizandin, gelek caran bi biryarên ji nişkave, bi rêbazên herî bi êş û hovane bi encam dibin.
Jina kêmaqil ducanî kirin paşê kuştin û avêtin çalek
Jina ku navê Raziye Ahmedî li xwe kiriye, wiha behsa bûyera kuştina jinek li Kirmanşahê dike: “Nûşîn ji aliyê mêjî ve kêm bû lê rûyekî wê yê pir xweşik hebû. Keçeke nazik bû lê ji nişkave êrîşkar bû. Rojek dema ji ber êşa zik wê birin nexweşxaneyê, diyar bû ku ducanî ye. Kesî nizanibû kesê wiha kiriye kî ye. Piştî bihîstina bûyerê gotegot belav bûn. Malbatê wê ji bo xwe weke şerm dît. Şevek, ap, pismam, bav û birayê wê lê xistin, jehrî dan wê. Roja din gotin ‘Nûşînê întixar kiriye.’ Ne hat şûştin ne jî kefenkirin, wê xistin çalek. Xwişka wê beriya salek xwe şewitandibû. Piştî kuştina Nûşîn her kes gihîşt wê qenaetê ku hatiye kuştin.”
Dema ku mirov dibîne kiryarên destdirêjî û tecawizê zêdetir kesên nava malbatê ne, mirov dighîje wê encamê ku di serpêhatiya Nûşînê de, tecawizkar yek ji kujerên wê bi xwe ye.
Nivîskara Misirî Newal Sedawî di pirtûka xwe ya bi navê “Rûyê tazî yê jinên Ereb” de wiha dibêje: “Di civaka me de êrîşên zayendî li dijî keçikên ciwan, bûne rewşeke ku tê pejirandin. Tenê li ser şîdeta êrîşê nîqaş hatin hatin kirin. Zarokên ji heft salî biçûktir jî ji ber êrîşên ji aliyê mêrên mezin, ji xizmetkar an jî dergevanan, di ewlehiyê de nînin. Niha di xala felaketê de ne, ne tenê ji ber neparastina mexdûran her wiha cihê xwe di cezakirinê de jî digirin. Ango bi nobedariya namûsê xwe rizgar dike.”
Tiştê ku cesaretê dide mêr tecawiz bikin û bikujin, valahiyên zagonî û çavgirtina civakê ya li hemberî van bûyeran e. Çanda serdest a li Îranê, mafê fermana mirina jinan dide mêran.
Di serpêhatiya Nûşîn de yek ji kitekitên herî bi êş ew e ku kiryar yek ji xizmên wê ye û şeva kuştinê di navbera kujeran de bûye. Di vê malbatê de keçek xwe şewitandiye, yekê jî bi jehriyê xwe kuştiye. Li cihê ku kujer werin cezakirin, di nava gel de weke “namus” û “sembola mêraniye” hatine binavkirin.
Dema ku civakek qîrînê nebihîse
Jina ku behsa serpêhatiya Nûşînê dike, dizane ku bi îşkenceyê hatiye kuştin. Em bawer in ku kesên din jî van qîrînan bihîstine, lê tiştê ku mirov ditirsîne ev e: Tu kesî newêrî wê rizgar bike. Tevî ku dizanibûn çi bûye, çi qewimiye jî, mudaxele nekirin. Di vê civakê de yên ji kujeran xetertir, ên ku bi bêdengî li wan bûyeran temaşe kirine lê di dilê xwe de jî gotine “gelo keçan mirinê heq kirine?” ne.
Namûs li dijî jinan bûye çekeke pîroz!
Li Îranê têgeha “namûsê” ji mirovahiyê pîroztir tê dîtin. Ji bo parastina wê her tişt rewa tê dîtin. Ger keçek weke gef ji bo “namûsa” malbata xwe were dîtin, mêrên malbatê dikarin biryara mirina wê bidin.
Edaleta mêr ne mirov namûsê esas digre
Jina ku navê Leyla Fatimî li xwe kiriye, xwendekara hiqûqê ye, li ser “kuştinên namûsê” wiha dibêje: “Kesên ku bi hinceta namûsê, mirovan dikujin, di girtîgehan de qehreman tên dîtin. Bi taybetî mêrên ku hevjînên xwe dikujin, weke “sembola mêraniyê” pesnê wan tê dayîn. Zagon jî destekê didin vê çandê. Mînak; dema ku bavek, zarokê xwe bikuje nayê darvekirin, lê dema ku dayîkek heman sûcê bike tê darvekirin. Ji bo heman sûcê dayîna cezayên cuda, cesaretê dide mêran ku keçên xwe bikujin. Bira dema ku xwişka xwe bikuje û malbat wî efû bike, ceza nagire. Jixwe bav destek dide kurê xwe û ev yek jî dibe sedem ku ceza negire. Ji ber vê yekê kujer bi tu awayê nayê astengkirin û jiyana xwe didomîne. Bi kurtasî berpirsê yekem ê van bûyerên kuştinê zagon in”
Mêr bi kuştinê pesnê xwe dide
Gelek mêr, bi kuştina jinan hêza xwe nîşan didin. Mêr, bi kuştina xwişk, hevjîn, dayîk an jî hevala xwe ya keç hêza xwe îsbat dike. Vê yekê jî, ji bo ku mêr wî pîroz bikin dike. Ji bo ku di nava civakê de “mêraniya xwe îsbat bike” van cînayetan dike.
Keça 16 salî ji aliyê birayê xwe ve hat xeniqandin
Nergis, li Kirmanşanê di nexweşxaneyek de hemşîre ye. Nergis wiha dibêje: “Gelek jin bi reşahî û şikandina hestiyên bedena xwe tên nexweşxasneyê, lê ya herî hovane keça 16 salî bû. Bi nîşaneyên xeniqînê wê anîn nexweşxaneyê. Malbatê got ku hewl daye xwe bikuje. Bi lêkolînan me fam kir ku zavayê wan bi gotina “fahîşe” malbatê çavsor koriye. Birayê wê, bi egala serê wê xwişka xwe qeniqandiye. Diyar bû ku zava ji bo ji hevjîna xwe rizgar bibe û bi kesek din re bizewice derewan kiriye. Keçik hat binaxkirin, bav gilî nekir, kujer serbest hat berdan.”
Di vê serpêhatiyê de zewicandina zarokan, derew, çavsorkirin û desthilatdariya mêr hemû gihîştine hev, ji bo di nava mêran de xwe qehreman nîşan bidin keçek ciwan hat kuştin û navê wê jî nehat bihîstin.
Kuştina jinan kiryareke bi hev re ya hiqûq malbat û civakê ye
Ev cînayetên ku di bin navê namûsê de tên kirin, ji ber valahiyên zagonî, hebûna desthilatdariya mêr û bêdengiya civakê derfet dibînin. Ji bo şikandina zincîrên vê şîdetê divê zagon ji nû ve werin sererastkirin, civak zana û şiyar bibe û her kes berpiryariyê bigre ser xwe.
Riya pêşîgirtina van felaketan tenê ew e ku jin-mêr, civaka sivîl, hiqûq û saziyên çandê bi hev re tevbigerin.