Jinên ku berxwedan û azadiyê ji nû ve pênase dikin
Tekoşîn û ezmûna gerîlayên Hêzên Parastina Jin (HPJ) ên Rojhilatê Kurdistanê nîşan dide ku ne tenê di aliyê leşkerî û siyasî her wiha di aliyê hişmendiya azad ku pênaseya xwe ji civaka demokratîk digre de, xwedî bandorek xurt e.
AMARA HEBÛN
Navenda Nûçeyan – Gelek ezmûnên tekoşîna azadiya gerîlayên jin ên Rojhilatê Kurdistanê di aliyê dîrokî û civakî de çêbûne. Ev ezmûn ne tenê bi aliyê polîtîk an jî civakî re sînordar e. Jin di her qadê de bi awayek zana cihê xwe digre û pênaseya xwe dike. Jinên Kurd di pêvajoya xwe azadkirinê de di naskirina nasnameya xwe û îradeya xwe de rolek navendî dileyîze. Hebûna gerîlayên jin jî di vê tekoşînê de xwedî cîhek şênber e.
Pênaseyek nû ya berxwedaniyê
Gerîlayên jin ên ku em behsa wan dikin, bi piranî di jiyana xwe ya berê de jiyanek normal jiyane, lê bi tevlîbûna tevgera azadiyê re, bi awayek zana, fedakar, bi wêrekî û dilsoziyek xurt rêya azadiyê ji xwe re vekirin. Gerîlayên jin ne tenê di aliyê leşkerî de, di pêvajoyên perwerde, çand, rêxistinkirin û civakî de jî rolên gelekî girîng digrin ser milê xwe. Ev sekna jinên ku li pêy azadiyê dibezin, hem di aliyê hişmendî de qalibên klasîk dişkîne hem jî pênasek nû ya berxwedaniyê derdixe holê.
Sembolên çandî, bi taybetî porên şervanên jin di tekoşîna azadiya Rojhilatê Kurdistanê de wateyek xwe ya cuda heye. Di çanda Kurd de por her dem bûye sembola nasname, bedewî û jiyanê. Lê di çarçoveya têkoşînê de, ev por dibe sembola azadî, serhildan û sekna li dijî zordestiyê. Çalakiyên qutkirin an berdana por di gelek rewşan de, tê wateya li hember kevneşopên paşverû serîrakirin û ketina qonaxek nû ya hişmendî û berxwedanê. Ev sembol, zimanek bêgotin ya têkoşînê ye ku peyama xwe bi zelalî radighîne.
Di navbera aqil û hest de hevsengî
Dîsîplîna jinên şervan ên HPJ ên ku bale dikşîne ser xwe, yek ji taybetmendiyên girîng û balkêş e. Ji bilî nêrîna hişmendiya mêr û desthilatdar ku dîsîplîna leşkerî bi mêr re sînordar dike, li vir modelek ku berpirsyartiyek kolektîf, girêdayî dîsîplînê tê pêşxistin. Gerîlayên jin bi afirandina hevsengiya di navbera hest û aqil de, karîbûn modela nû ya hevgirtinê nîşan bidin; hevgirtinek ku ji têgihîştinek hevpar û armancdariyê çavkaniya xwe digre.
Fedekarî û hêvî, bingeha ruhê vê berxwedanê ye. Jin ne tenê ji bo xwe, ji bo azadiya tevahiya civakê şer dike. Ev nêrîna kolektîf bûye sedem ku têkiliyên wan li ser bingeha bawerî alîkarî û dilsoziyê bêne avakirin. Di kombûnên wisa de, her kes ne tenê berpirsyarê xwe ye, berovajî vê ji bo pêşketina komê xwedî ked û fedekariyê ye.
Azadî, bêyî beşdariya çalak a jinan, têgînek kêm e!
Pîvanên leşkerî yên di navbera gerîlayên jin de hatiye avakirin, bi nirxên civakî û mirovî re di nav hevsengiyek de ye. Pîvanên parastina gel, jingeh, di tekîliyan de zelalî, dilsoziya bi nirxên kolektîf re, ji wan mijaran in ku hem di pêvajoya perwerdê hem jî di qada pratîkê de pêkanîna sereke ye. Ev pîvan, tenê bi çalakiyên leşkerî sînordar nine û wê vediguhezîne projeyek ehlaqî û civakî.
Di dawiyê de, dikare bê gotin ku têkoşîna gerîlayên jin ên Rojhilatê Kurdistanê, ne tenê li dijî hêzên desthilatdar û hegemon e. Di avakirina civakek demokratîk û azadiya hemû jinên Îranê de xwedî rolek bi bandor e. Ji ber çareseriya ku di pêşengtiya Rêber Apo daniye hole de, hêzên gerîla jî xwedî vê îradeyê ne ku pirsgirêkên bûne girêhişk, çareser bikin. Gerîlayên jin, bi amadebûna xwe û performansa xwe, vê îmkanê nêzîkî rastiyê kirine û nîşan dane ku azadî, bê beşdariya çalak a jinan, têgînek kêm e.