Jinên Koye: Divê jin hişyar bin û li dijî tundiyê bisekinin

Mamosteyên jin ên zanîngeha Koye diyar kirin ku divê jin li hemberî tundiya fizîkî û derûnî şiyar bin, ne li gorî pargala ku li ser wan tê ferzkirin, li gorî bingeh û baweriya xwe tevbigerin û li dijî tundiyê bisekinin.”

ŞIYA KOYE

Koye – Di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Naveneteweyî de, dengê jinên ku rastî zilmê hatine tê guhên me. Qêrîna gelek jinên ku dengê wan hatiye qutkirin û bênav hatine kuştin dilê me dişewitîne. Wêne û navê wan jinan hê bîra me de ye, xeyalên jinên ki bi çavên rondik û bêmaf spartin xakê ji hişê me dernakeve. Tevî vê yekê her roj feraseta serdestiya mêr ku xwe weke parêzvanên jinan nîşan didin û di heman demê de jî yên ku dibin sedema tundiya li dijî jinan jî ew in.

Mamosteyên jin ên zanîngeha navçeya Koye têkildarî 25’ê Mijdarê ji ajansa me re axivîn.

‘Medyaya dijîtal roleke xirab dilîze’

Mamoste û derûnînas a ji zanîngeha Koye xanenişîn bûye, Xalîde Qadir Ferec têkildarî tundiya li dijî jinan wiha got: “Mixabin tundî li dijî jinan tê bikaranîn û mafên jinan tên binpêkirin. Yek ji sedemên tundiya li dijî jinan bikaranîna xirab a medyaya dijîtal e. Ji ber tu kontrolek li ser medyaya dijîtal nîn e, her kes li gorî daxwazên xwe bi kar tîne. Rojane em nûçeyên kuştina jinan dibihîsin. Roleke xirab a civakê der barê tundiya li dijî jinan de heye. Di tundiya li dijî jinan de rola malbatan jî heye. Zarokên ku di malbateke parçebûyî û ne perwerdekirî de dema mezin, tundiyê bi kar tînin. Di heman demê de xizanî û pirsgirêkên aborî tundiyê ava dike. Ez di wê hêviyê de me ku jin bigihîjin mafên xwe û jinên bi hêz hewl bidin van diyardeyên tundiyê tune bikin.”

‘Divê jin hişyar bin û li dijî tundiyê bisekinin’

Cîgira berpirsa Enstîtuya Zeyneb Xan a Koya Benaz Fatîh wiha got: “Li Kurdistanê tundî kêm bûye, ev yek jî ji ber zanîna jinan a di warê wan de ye. Di heman demê de bandora rêxistin û civaka medenî di rewşa jinan û civakê de asteke bi bandor bû, jin û mêr têgihîstin ku mafên jinan jî heye. Ji ber wê li gorî welatên din li Kurdistanê tundî kêmtir bûye. Divê jin vegerin wê bingeha ku jê bawer dikin. Divê jin hişyar bin da ku wek kes di ferqa mafên xwe de bin û li dijî tundiyê bisekinin.”

‘Ji tundiya fizîkî ber bi derûnî ve’
 

Profesora alîkara beşa Kurdî ya zanîngeha Koye Şadan Şokir wiha got: “Niha tundiya fîzîkî bi tundiya derûnî hatiye guhertin. Tundiya fizîkî her heye lê belê ya derûnî zêdetir bûye. Ew jî ji ber medyaya dîjîtal a ku li cîhanê belav bûye zêdetir dibe. Ji ber krîzên aborî jin neçar in bixebitin. Ev jî rê li ber zêdebûna tundiyê vedike. Gelek caran li cihên kar jin rastî tacîz û êrîşên zayendî tên. Ji ber ku neçarin bixebitin, li dijî van cureyên êrîşan bêdeng dibin. Ji ber wê divê jin hişyar bin û her dem bi semîner û panelan xwe di vê mijarê de bi pêş bixin. Da ku netirsin û di pirsgirêkên aliyên pêwendîdar de xwe agahdar bikin û parastina xwe bikin. Her çendî aliyên pêwendîdar hewl didin bi riya konferansn tundiyê kêm bikin jî ev yek tenê di gotinê de dimîne û nayê bicihanîn.”