Jinên Koye beşdarî kampanyaya hûnandina keziyan bûn

Jinên Koye li dijî birîna keziya şervaneke jin ji aliyê çeteyên HTŞ’ê ve, bertek nîşan dan û gotin: “Ger keziyek were birîn, em ê bi hezaran bihûnin”.

ŞIYA KOYE

Koye- Çeteyên HTŞ’ê ku desteka xwe ji dewleta Tirk digrin bi êrîşên xwe yên hovane li ser gelê Kurd û belavkirina dîmenên hovane rûyê xwe yê rast careke din nîşanî hemû cîhanê dan. Yek ji wan dîmenan ê çeteyên dirinde HTŞ’ê ew bû ku keziyê şervaneke jin girtibû destê xwe de û diyar dikir ku piştî şervana jin şehîd xistiye keziya wê biriye. Ev dîmen li seranserê Kurdistanê û cîhanê bû sedema bertekên tund. Li dijî vê hovîtiyê jinan kampanyaya hûnandina keziyan dan destpêkirin û ev kampanya di demeke kurt de belavî hemû cîhanê bû, hemû jinan bi hûnandina keziyên xwe piştevanî dan jinên Kurd. Her wiha bavan jî keziyên keçên xwe hûnandin. Li navçeya Koye ya girêdayî bajarê Hewlêrê jî jinên beşdarî kampanyaya hûnandina keziyan bûn û hemûyan porê xwe kirin kezî, ji ajansa me re axivîn.

‘Yekîtiya Kurd cihê kêfxweşiyê ye’

Parlamentera Herêma Kurdistanê Destan Behram wiha got: “Ez weke keça şehîdan û kasûkara enfalkiriyan, piştevaniya berxwedana Rojava dikim. Cihê kêfxweşiyê ye ku niha gelê Kurd li her aliyê Kurdistanê bi dengekî û heman helwestê li dijî dijmin disekine. Ev jî nîşan dide ku Kurd tu caran nakevin. Ez bang li civaka navneteweyî dikim ku piştevaniya gelê Kurd ê Rojava bikin. Li ber çavên hemû dinyayê serê Kurdan tên birîn û keziyên şervanan tên jêkirin, cenaze ji avahiyan de tên avêtin. Gelê Kurd tu caran xilas nabe. Em careke din dibêjin wê Kurd bi ser bikevin. Bi vê yekîtiya xwe em ji dijmin re dibêjin wê Kurd dê bi ser bikevin.”

‘Jinên me jîr û bê tirs in’

Çalakvan Semîre Yasîn jî wiha got: “Ew çete wisa ji mirovahiyê dûr û dirinde ne ku van kiryaran li dijî şervanên jin dikin. Jinên me gelek jîr û bê tirs in. Jinên me natirsin û ger keziya şervanek were birîn, wê bi hezaran kezî werin hûnandin. Hemû kes dizane ku di tu hiqûq û olan de tiştek wiha tune ye. Kesek dema jiyana xwe ji dest dabe divê bi awayê dest nedin cenaze lê belê kiryarên ku çete dikin, dijberî hemû ol û hiqûqa gerdûnî ne, keziyên keçên me dibirin an jî cenazeye wan ji avahiyên bilind  davêjin xwarê. Kurd wê hertim serbikevin.”

‘Em bi hezaran keziyan dihûnin’

Çalakvan Nîgar Ehmed jî wiha got: “Ger ew keziyek me bibirin, em ê bi hezaran keziyan bihûnin. Divê rêxistinên cîhanî yên jinan li dijî van kiriyaran bisekinin.”

Çalakvana jinan Ronak Selah got: “Ez bi dîtina dîmenê birîna keziyê şervana jin şok bûm. Ev kiryareke xirab e ne li gorî tu zagonên şer û olan e  û nayê qebûlkirin. Di cîhanê de tiştek wisa nîn e. Bi rastî em gelek pê êşiyan û ez dibêjim ger ew keziyek bibirin, em ê bi hezaran keziyan bihûnin.”