Jinên koçber tundiyê nîqaş kirin: Koçberiya darê zorê tundiya herî mezin e

Di bin dirûşmeya "Berxwedana jinên koçber garantiya têkbirina tundûtûjî û dagirkeriyê ye” Nivîsgeha Jinan a Desteya Karûbarên Penaber û Koçberan a Kantona Cezîrê komxebatek diyalogî li dar xist.

Hesekê – Nivîsgeha Jinan a Desteya Karûbarên Penaber û Koçberan a Kantona Cezîrê, di çarçoveya çalakiyên Roja Navneteweyî ya Ji Holêrakirina Tundiya Li Dijî Jinan de, bi dirûşmeya "Berxwedana jinên koçber garantiya têkbirina tundûtûjî û dagirkeriyê ye" ji bo jinên koçber ên li kampa Sarî Kanî komxebatek diyalogê li dar xist.

Nûnerên kampên Newroz, Waşokanî, Erîşa û Serêkaniyê yên li Kantona Cizîrê, endamên rêxistinên jinan, partiyên siyasî û jinên koçber ên li kampa Serêkaniyê dijîn beşdarî komxebatê bûn.

Komxebat bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Hevseroka kampên Kantona Cizîrê Sara Hesen axaftinek bi xêrhatinê kir, beşdaran silav kir û hemû şehîdên jin ên ku ji bo azadiya xwe canê xwe feda kirine bi bîr anî.

Sara destnîşan kir ku jin, ji destpêka dîrokê heta roja îro, ji bo bidestxistina azadiya xwe têkoşiyane û li dijî neheqî û tundûtûjiyê serê xwe rakiriye, çi di asta şexsî de ji bo jinan be, çi jî di asta rêxistin û tevgerên jinan de be û wiha got: "Leza têkoşîna jinan di fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan de zêde bû û bû bingeha tevgera Apocî."

‘Jin pêşengiya kêliyên dîrokî dikin’

Sara piştrast kir ku ji destpêka dîroka mirovahiyê ve, jin bingeha aştî, têkoşîn û azadiyê bûne û ji bo vê yekê bedelên giran dane, çi di şeran de, çi di civakan de bi rêya tundûtûjiyê, çi jî di zindanan de ji bo daxwaza azadiya xwe û wiha dewam kir: “Têkoşîna jinan îro, di serdema aştî û têkoşînê ya li Rojhilata Navîn de ku ji hêla jinan ve bi xwe tê rêvebirin, qonaxa xwe ya herî bilind dijî, û wekî kêliyek dîrokî di têkoşîna jinan de ye.”

Sara destnîşan kir ku koçberî û dagirkerî şêweyên tundûtûjiya li dijî jinan in, û koçberî jî şêweyekî têkoşînê ye ji bo jinên ku bûne hedefa dagirkeriyê, çi ew tiştên ku jinan li kampên Efrîn, Serê Kaniyê, Waşokanî û Şahbayê jiyan kirin be.

‘Êşa jinên di kampê de ne tenê pirsgirêkek mirovî ye’

Komxebat du mijarên sereke nîqaş kir. Mijara yekem li ser pênasekirina têgeha koçberiyê û rola rêxistinan di dema koçberiyê de bû. Hevseroka Desteya Penaber û Koçberan a Kantona Cezîrê, Gulistan Oso, rave kir ku êşa jinên di hundirê kampê de ne tenê pirsgirêkek mirovî ye, lê berpirsiyariyek kolektîf e ku hevkariya hikûmetan, rêxistinên navneteweyî û civakên herêmî hewce dike.

‘Koçberî bandorê li jinan dike’

Gulîstan diyar  kir ku hêzdarkirina jinan di nav kampan de gaveke bingehîn e ber bi avakirina civakeke dadperwertir û mirovîtir û tekez kir ku belavbûna zewaca zû di nav kampan de wekî rêbazek parastinê an jî ji bo sivikkirina barê aborî êşa wan zêde dike û derfetên wan ên ji bo perwerde û xebatê sînordar dike. Gulîstan wiha axavî:”koçberî jinan neçar dike ku di şert û mercên dijwar û neqanûnî de bixebitin da ku debara xwe bikin, û gihîştina wan a perwerdehiyê ji ber dûrbûna dibistanan, rewşa wan a darayî, an nebûna veguhastinê sînordar e.”

Gulistan Oso rave kir ku hewldanên mirovî yên ku divê ji bo sivikkirina êşa jinan di kampan de werin kirin ev in: “Dabînkirina lênêrîna tenduristî û psîkolojîk, avakirina navendên parastin û piştgiriya qanûnî, dabînkirina bernameyên xurtkirina aborî û perwerdehiya pîşeyî, û dabînkirina hemî materyalên bingehîn ên wekî xwarin, germkirin û çêkirina konan.

‘jin li hemberî hemû cureyên tundiyê tekoşîn dike’

Di rûniştina duyemîn de, ku tê de Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî û Kedê, Zahra Samou, bandora koçberiyê li ser jinan û êşên wan di nav kampan de destnîşan kir û tekez kir ku jin di krîz û şeran de komên herî zêde bandor dibin, nemaze ew kesên ku piştî koçberî an penaberiyê di kampan de dijîn.

Zehra got: “Jinên di kampan de ji ber zextên psîkolojîk û parastina pir caran nebaş, ku wan di rewşek fikarê ya domdar de dihêle, bêtir rastî tacîz, şîdeta navmalî û şîdeta cinsî tên.”

Zehra Samou bal kişand ser pirsgirêkên derûnî û civakî yên ku jinan neçar dikin ku bi tena serê xwe berpirsiyariyên malbatê hilgirin ser xwe, nemaze di nebûna endamek malbatê di şer de an jî di dema koçberiyê de.

Piştî vê yekê, sinvzyonek li ser zehmetiyên jinan  di kampan de hate pêşkêş kirin.

Komxebata diyalogê bi nîqaşekê di navbera beşdaran de bi dawî bû, û beşdaran piştrast kirin ku têkoşîn rêya bidestxistina azadiyê û avakirina civakek komunal a bê tundûtîjî ye.Beşdaran balkişandin li ser girîngiya çareserkirina diyrdeya  zewaca temen biçûk ku li kampan zêde bûye bi hiceta rewşa zehmet a kampê .