Jinên koçber ên Helebê: Em dixwazin bi ewle nefesa xwe bistînin

Jinên gundewarên Helebê carekî din ji ber êrîşên çeteyên dewleta Tirk, ketin rêya koçberiyê. Ji jinên koçber Qemer Ebd El Xefûr dibêje “Ez dixwazim bi ewle nefesa xwe bistînim û bi ewlehî tevî zarokên xwe rakevim.”

XUFRAN EL HIBIS

Heleb – Roja 27’ê Mijdarê çeteyên girêdayî dewleta Tirk, êrîşek dagirkeriyê birin ser Helebê. Di encama van êrîşan de leşkerên Şamê bêyî ku berxwedanek raber bikin, Heleb di destê çeteyên dewleta Tirk de hiştin. Heman demê çeteyan bi alîkariya dewleta Tirk êrîş bir ser Kantona Şehba-Efrînê. Di encama van êrîşan de bi hezaran kes neçar man koçber bibin. Şêniyên ku duh têkildarî rewşê daxuyanî dan anîn ziman ku ew ji bo ewlehiya xwe ji herêma ku di bin dorpêça çeteyên dewleta Tirk de maye, biryara çûyîna heremên bi ewle yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wergirtine.

Ji jinên koçber Qemer Ebd El Xefûr ji ajansa me re axivî.

‘Bîranînên me jî li pey me man’

Qemer Ebd El Xefûr koçbereke ji gundewarên Helebê ye. Dayîka 6 zarokan e. Dibêje ku di sala 2012’an de her tişt destnîşan kiriye ku dê jiyana wan ji kokê de bê guhertin. Qemer bi bîr dixe ku tu bijarde li pêşiya wan tunebûye, ji bilî terkandina malên xwe. Qemer neçariya ji ber êrîşan, wiha tîne ziman: “Em bûn qurbana nakokiyan. Bombebaran û topbaranê di her warî de em koçber kirin. Hewildana ji bo mayînê, ne pêkan dibû. Em neçar man her tiştî li pey xwe bihêlin. Heta bîranînên me jî li pey me man. Ew sal destpêka riya koçberiya ku min nizanîbû ez ê herdem wê jiyan bikim e."

‘Tenê cihekî bi ewle dixwazim’

Qemer diyar dike ku her cara koçber dibin hest dike ji sifrê de destpê dikin û sedema wê bi van gotinan bilêv dike: “Ez diçim gundekî nû, kesek lê nas nakim. Tiştekî min jî tê de tune ye ji bilî hêviyeke biçûk ku ez cihekî bibînim. Ez dixwazim bi ewle nefesa xwe bistînim û bi ewlehî tevî zarokên xwe rakevim. Di rewşên normal de tirs bi min re dimîne. Her gundekî em dighên, dibe îstasyoneke demkî. Demek derbas dibe, ez neçar dimînim careke din jê derkevim. Ji ber ku bombebaran li her derê li pey me ye. Tiştê herî bi êş ê di koçberiyê de ew e ku em dorpêçkirî ne û di girtîgeheke fireh de dijîn. Em nizanin çawa jê birevin. Bi her koçberiyekê re nîşana jiyana me biçûktir dibe û em nikarin berê xwe bidin cihekî din. Ewlehiya me tuneye.”

‘Ji bo zarokan derfetê xwendinê tune ye’

  Qemer Ebd El Xefûr balê dikşîne ser tunebûna derfetên ji bo xwendina zarokên wê û wiha dibêje: “Yek ji zehmetiyên herî zêde min re kişandin, min nikarîbû derfeta xwendinê ya berdewamî ji zarokên xwe re peyda bikim. Ez li zarokên xwe dinhêrim, ji gundekî ber bi gundekî ve diçin û nikarim ji wan re derfeta xwendinê peyda bikim. Tevî vê yekê jî herdem hewl didim dibistanek bibînim ku wan pêşwazî bike. Lê belê gelek caran cihê wan li dibistanan tuneye. Hîn zarok hene di malan de bi rengekî ne fermî xwendina xwe dewam dikin û divê ez her meh pereyan bidim. Rewşa min a aborî ji bo vê yekê têr nake. Ji ber wê jî, li hember xeyalên wan tengav dibim."

‘Sebir, tekane çeka min bû’

Qemer dibêje ku herdem hewl daye li ber zarokên xwe bi hêz xuya bike tevî ku dilê wê qetiyaye jî û wiha didomîne: “Dema gazinan ji rewşa jiyanî ya zehmet dikin, hewl didim xwe xurt nîşan bidim. Ez digirnijîm û min ji wan re digot wê rewş wiha dewam neke. Em ê hêviyê li cihekî bibînin. Sebir, çeka min a tekane bû. Ji ber min ne dixwest zarokên min teslîm bibin û hêviya pêşerojeke baştir wenda bikin. Min di çavên wan de şîneke ku nikarim biguherînim didît."