Jinên koçber: Emê bi tekoşîna xwe ya domdar xwedî li keda xwe derkevin

Jinên koçber yên Efrîn û Serêkaniyê bi mebesta 1’ê Gulanê Cejna Kedkarên Cîhanê, gotin ku divê têkoşîna li hember modernîteya kapîtalîst bê bilindkirin û bikaribin vegerin warên xwe yên ku bi salan ked dane.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezraran kes, ji ber êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker li ser Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, ji maf û keda wan a bi sedan salan dane, bêpar mane. Ev 7 sal in di bin şert û mercên herî dijwar de dijîn û her sal 1’ê Gulanê bi hêviya veger û jiyana xwe ya li bajar û mala xwe, pêşwazî dikin. Têkildarî mijarê jinên koçber ên ji Efrîn û Serêkaniyê yên dagirkirî banga veger û xwedîderketina li kedê kirin.

‘Ji bo vegera Efrînê tu car hêviya me naşkê’

Newroz Haşim yek ji koçberên jin ên Efrînê ye. Newroz diyar kir ku ji bo vegera hembêza dayîka Efrîn, hêvî tu carî naşkê û wiha got: “Me 7 sal li Şehba jiyan kir û me gelek ked û berxwedanî meşand, da ku hêviya me ya vegera li Efrînê pêk were. Me li Efrînê jiyan kir û ji zaroktiya xwe de me ked da, heya me mal û erd ji bo xwe da avakirin. Efrîn ji bo me dayîk bû û emê xwedî li dayîka xwe derkevin. Em di wê baweriyê de ne ku yê li pey mafên xwe be wê bighê wan. Dema em ji Şehbayê ji neçarî koçber bûn, em xemgîn bûn. Lê em bi îsrarin ku em vegerin Efrînê û xwedî li keda xwe derkevin. Tu carî hêviya me naşkê.”

‘1’ê Gulanê roja têkoşîna ji bo xwedîderketina li kedê ye’

Newroz di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku fikra lê xwedî derdikevin, fikreke ku xwedî li însaniyetê û kedê derdikeve ye û wiha got: “Fikir û felsefeya Rêber Apo dibîne ku gel hêja ye ku gelek ked li ber were dayîn da ku wê ji feraseta serdest xilas bike û jiyana xwe azad bimeşîne. 1’ê Gulanê rojek bi wate ye, lê mixabin wekî gelê Kurd me tu carî vê rojê hîs nekir. Ji ber ku rastî gelek komkujî û siyasetên qirkirin û binpêkirina ked û mafan hatiye kirin, ev roj ji bo me veguheriye rojeke bilindkirina asta tekoşînê da ku xwedî li mafê xwe derkevin. 1’ê Gulanê ne bi hêsanî bûye rojek taybet. Bê guman gelek ked û bedêl hatine dayîn li dijî feraseta desthilatdar ku her dem mafê kedkaran dixwe û ji bo berjewendiyên xwe pêk tîne, hatiye. Ev roj, bi fikir û ramanê Rêber Apo zindî bû, her kes di riya vî fikrî de dît ku çi diqewime, çawa jiyana her kedkarek derbas dibû, mafê van kedkaran çi bû û çawa dê xwedî li mafê xwe derkeve. Ev roj ji bo jinan pir bi wate ye. Jin di malê de ked dide û li derve jî ji bo xizmeta gel kar dimeşîne. Lewma divê her jinek pê şad bibe. Ji ber ku ya rê li ber xwedîderketina li keda jinan vekir, fikir û ramanê Rêber Apo ye.”

Felsefeya Jin Jiyan Azadî maf û keda mirovan biparêze

Newroz banga ‘Em têkoşîna li dijî Modernîteya Kapîtalîst bikin yek’ kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Şoreşa Rojava bi ked û fedakariyek mezin a jinan hatiye misogerkirin. Ji bo wê, bi boneya vê rojê bilindkirina asta tekoşînê erkeke dikeve ser milê me ku em deskeftiyên şoreşa xwe biparêzin. Em  hemû jin bi felsefeya jin jiyan azadî bibin yek, li dijî Modernîteya kapîtalîst ku mafê mirovan dixwe serî rakin. Êdî bes e! Li ku derê em ked bidin, pêwiste em wê derê, wê kedê aydê xwe bibînin.”

‘Mafê me heye ku em li cîh û warê keda xwe bijîn’

Nûra Seydo ku ew jî yek ji koçberên Serêkaniyê ye, bi mebesta 1’ê Gulanê banga vegera li Serêkaniyê kir û wiha got: “Me jiyana xwe bi ewle û kêfxweşî li mal û bajarê xwe dewam dikir, dewleta Tirk a dagirker çi ji me dixwaze? Ka mafê mirovan? Edaleta ku bi salan li Serêkaniyê ked hatiye dayîn, heya me Serêkaniyê ava kir, em îro li bin konan di bin şert û mercên herî dijwar de dijîn. Ev niheqiyek e û em daxwaza cezakirina dewleta Tirk dikin. Rojek emrê me hebe jî, emê li Serêkaniyê vegerin, emê vegerin cîhê keda xwe ya bi salan.”