Jinên Kobanî: Em çalakiya gelê bakurê Kurdistanê silav dikin

Jinên bajarê Kobanê yê kantona Firatê, berxwedan û vîna gelê bakurê Kurdistanê ya ji bo hevgirtina gelê Kobanê silav kirin.

NÛRŞAN EBDÎ

Kobanê- Ji 8’ê Kanûna 2024’an ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê êrîşên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dijwarî berdewam dikin. Bi taybetî bendava Tişrînê, pira Qereqozaqê û gundewarên kantona Kobanî tên hedefgirtin. Armanc bi van êrîşan ew e ku dewleta Tirk a dagirkeriya xwe li ser axa Sûriyeyê berfirhertir bike û gelê Kurd li herêmê qir bike.

Li hemberî van êrîşan gelê herêmê berxwedanek dîrokî dimeşîne. Bi armanca piştgiriya vê berxwedanê û hevgirtina bi gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re, gelê bakurê Kurdistanê li ser sînor çalakiyên nerazîbûnê ku di 13’ê Kanûna 2024’an de dest pê kirin, heya vê rojê berdewam dike. Jinên Kobanê berxwedana gelê bakurê Kurdistanê silav kirin û tekez kirin ku wê li hemberî êrîşan di berxwedana xwe de bi îsrar bin.

‘Tirkiye îradeya gelan hedef digre’

Fatimê Xelîl der barê helwestên li dijî êrîşên dagirkeriyê, li ser herêmê de ev tişt got: “Şervanên me di eniyên şer de destanên dîrokî bi berxwedan, têkoşîn û xwîna xwe dinivîsînin. Helwesta me li dijî êrîşan wê her dem berxwedanî be û em tu carî dev ji axa xwe bernadin. Em ê tu car terka xeta têkoşîn û berxwedanê ya ji bo parastina axa xwe nekin. Armanca dagirkeriyê bi van êrîşan hedefgirtina îradeya gelan e. Her wiha armancgirtina sivîlan û qetilkirina wan jî bandorê li ser berxwedana me nake. Em ê êrîşên dagirkeriyê wek êrîşên DAIŞ’ê di 2014’an de bi berxwedan û îsrara xwe têk bibin.”

‘Bi yekbûn û hevgirtinê dagirkerî wê têk biçe’

Fatimê Xelîl destnîşan kir ku dewleta Tirk bi riya berfirehkirina êrîşên xwe dixwaze careke din DAIŞ li herêmê xwe zindî bike û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Şervanên me bi berxwedana xwe dawî li terorîstên DAIŞ’ê anîn. Dewleta Tirk a dagirker bi riya dijwarkirina êrîşên xwe yên li ser herêmê, dixwaze tola DAIŞ’ê hilde her wiha hewl dide careke din zihniyeta DAIŞ’ê di nava herêmê de zindî bike. Em îro rojên berxwedana Kobanê ya sala 2014’an careke din dijîn. Parastina welat erkek e dikeve ser milên me hemûyan. Bi yekbûn û hevgirtina gelan em ê dagirkeriyê têk bibin.”

‘Bi ruhê berxwedana Kobanê em ê biserkevin’

Dîcle Qasêm jî piştevaniya xwe ji çalakiyên gelê bakurê Kurdistanê re nîşan da û got: “Ji Kobaniya berxwedêr û tekoşêr, em çalakiya gelê bakurê Kurdistanê silav dikin. Bi sekna gelê bakurê Kurdistanê soza serkeftina doza Kurd careke din misoger dibe. Wan di 2014’an de jî piştgiriya xwe ji berxwedana Kobanê re raghandin. Ev jî xuya dike ku tu kes nikare îradeya gelan parçe bike û sînor nabin bend ji yekbûna gelan re. Em hêza xwe ji berxwedana gelê bakurê Kurdistanê, bi taybetî ji dayikan, digrin. Têkoşîna me wê bidome ji ber armanca me yek e ew jî têkbirina dagirkeriyê û pêkanîna xeyalên pakrewanan e. Bi ruhê berxwedana Kobanê em ê biserkevin.”