Jinên Kobanê: Emê hesab ji Ramî Yûsif bipirsin
Rêxistina Kongra Star a bajarê Kobanê da zanîn ku Ramî Yusif e ku keziya şervaneke Kurd birî û bi vîdeoyek nîşan da û bû sedema bertekên jinan, niha jî pêşengiya komên Ereb ên ku li dijî Kurdan xwepêşandan li dar dixin, dike.
Kobanê – Serçeteyê bi navê Ramî Yusif Deheş, beriya niha keziya şervaneke Kurd birîbû û henek pê kiribû. Piştî ku ev vîdyo hat weşandin, li çar aliyê Kurdistan û cîhanê jin rabûn ser piyan û bertek nîşan dan. Serçete Ramî Yusif careke din di van rojan de tevlî xwepêşandinên li dijî gelê Kurd bû. Ramî Yusif, di xwepêşandana li bajarê Girê Spî pêk hat de, hat dîtin. Ev bûyer di nava civaka Kurd û bi taybetî li gel jinên Kurd, bû cihê hêrseke mezin. Li gelek deveran daxuyanî û helwestên jinan xwe dan der.
Li dijî heman bûyerê, îro rêxistina Kongra Star bi tevlîbûna jinên Kobanê daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî li qada Jina Azad hat dayîn û endama rêveberiya Kongra Star a navçeya Şêranê Nadiya Hiso axivî.
‘Ev serçete niha jî pêşengiya koma Ereb a neyarê Kurdan dike’
Nadiya Hiso bi bîr xist ku kesê bi navê Ramî ku keziya jineke Kurd birî û li dijî vê bûyerê tevahî gelê Kurd ji bo hesabxwestinê rabûn ser piyan, dîsa derketiye holê û wiha domand: “Ev serçete, me dît ku ket pêşiya grupek Ereb û serkêşiya tundiya li hember gelê Kurd kir. Ev yek jî di bin sîwana hikûmeta demkî de pêk hat ku qaşo em pêşerojeke demokratîk li gel hev ava dikin û em di qonaxa entegresyonê de ne. Lê em dibînin ku kesên li hember gelê Kurd û jinan komkujî pêk anîne û kiryarên bê exlaqî kirine, careke din gefan dixwin û li hember wî, bêdengiyeke mezin heye.”
‘Jinên Kobanê dibêjin divê ev kes hesab bide’
Nadiya Hiso ragihand ku jinên Kobanê dibêjin ku divê ev kes hesab bide û wiha pê de çû: “Emê ranewestin heta ku hesab bide. Ev çeteyê ku nirxên mirovan, pîvanên exlaqî û nirxên jinan binpê kir, wê hesab bide. Ev helwest û îsrara me jinan e. Eger heta niha hesab ji wî kesî nehat xwestin, ku careke din gef xwarin, wê demê em jî dibêjin wê ev kes û yên weke wî, hesabê xwe bidin.”
Daxuyanî bi berzkirina sloganên “Jin jiyan azadî” û “Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.