Jinên Kobanê: Bi hêrsa tolhildanê em ê bêdeng nemînin

Jinên ji bajarê Kobanê helwest nîşanî êrîşên li ser taxên Kurdan ên Helebê û bêrêziya li dijî cenazeyên şervanên jin li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dan. Jinan bi gotina “Em ê nehêlin kes destê xwe bavêje nirxên me” soza xwe ya tolhildanê dan.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê - Li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê gel û şervanên wê hefteyek bi qehremaniyeke mezin li dijî her cure êrîşên dagirkeriyê yên çeteyên HTŞ’ê li ber xwe dan. Çeteyan bi komkujiyên hov û bêrêziyên li hemberî gel û cenazeyan careke din rûyê xwe yê reş nîşan dan.

Jinên ji bajarê Kobanê ku beriya niha di 2014’an de rûbirûyê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hatibûn û bi berxwedaneke mezin êrîşan têk biribûn, bertekên xwe anîn ziman.

‘Du hêz li dijî vîn û berxwedana gelê me seferber bûn’

Fatma Ismayîl bi gotinên; “Li dijî komek şervanan hêza du dewletan seferber bûn”, wih domand: “Li gorî lihevkirinên ku hatine kirin, li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê keç û xortên vî welatî hebûn. Lê çi bû? Hikûmeta demkî bi çeteyên xwe û dewleta Tirk de di 6 rojan de hemû hêza xwe serferber kir ku van taxan dagir bikin. Gel û şervanên me li dijî dagirkerî û teslîmkariyê biryara mirina bi rûmet dan.”

‘Ji bilî şervanên xwe baweriya me bi kesê tune ye’

Fatma Ismayîl li ser bêdengiya raya giştî ya li hemberî êrîşên li ser Helebê bertek nîşan da û wiha got: “Ji bo bêdengiya civaka navdewletî û raya giştî, ev yek êrîş çêbû. Îroj bi vê hincetê hêzên Emerîkayê li herêmên me ne lê xwe di baregehan de bêdeng kirin û bê helwest in. Ji bo vê jî em dizanin hemû jî îxanetkar in û bawerî bi wan nabe. Lewre baweriya me tenê bi hêza me, keç û xortên me heye ku ev yek di berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de teqez bû.”

‘Cîhan bêdeng e lê em bêdeng namînin û jibîr nakin’

Fatma Ismayîl  li ser bêrêziya li hemberî cenazaeyê şervanên jin bi hêrseke mezin wiha got: “Fermandar û şervanên jin ku ji bo parastina gel, nirx, azadî, rûmet û hebûna xwe şer kirin û şehîd bûn. Êrîşên li ser cenazeyan ji ber aciziya wan e. Cîhan kor e, lal e û bêbext e li hemberî gelê Kurd lê em ne wiha ne. Em bêdeng namînin, em vê bêbextiyê ji bîr nakin, heta jineke Kurd nefes bigre em ê tola van şehîdên xwe rakin û ji bilî serkeftinê tu bijarteyên me yên din tune ne.”

‘Hêrs û kîna me ji bo tolhildanê ye’

Leyla Ehmed bi gotinên; “Hêrs û kîna me ji bo tolhildanê ye”, wiha bal kişand ser kiryarên çeteyên HTŞ’ê yên li hember jinan: “Em berxwedana dîrokî ya Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ji dil û can silav dikin. Ez dixwazim bi taybetî balê bikşînim ser hovîtiya xwînmij û qatilên jinan. Ev çeteyên ku dest avêtin nirxên gulîmorên me û bêexlaqiyeke mezin nîşan dan, dixwazin vîn û hêza me jinan tune bikin. Em li hemberî van kiryaran hêrs û kîneke mezin dijîn. Ji bo vê jî rawestandin di ferhenga me ya jiyan û têkoşînê de wê tunebe heta ku em tola van berxwedêran ranekin em ê li ser piyan bin.”

Leyla Ehmed bi van gotinan banga seferberiyê kir: “Di van bûyerên dawî de êdî hêviyeke me jî ji civaka navdewletî nemaye, ji bo vê jî banga min ji bo jin û ciwanên Kurd ev e: Em niha di pêvajoya hebûn û tunebûnê de ne. Divê ku em ji bo parastina xwe seferber bibin.”

‘Yên nirxên me binpê bikin cihê wan li vî welatê tune ye’

Leyla Ehmed teqez dike ku ew qatilên jinan li welatê xwe qebûl nakin, wiha got: “Weke jin em hikûmeteke ku bi hovîtî jinan qetil dike û bi cenazeyên wan dilîze tu carî qebûl nakin. Dê soz, têkoşîn û xebata me ji bo hilweşîna vê sîstema zordar û desthilatdar be. Yên ku destên xwe bavêjin nirxên me, cihê wan li vî welatî tune ye û dê pêşeroj vê gotina me teqez bike.”