Jinên Kobanê: Besê Hozat nûnertiya vîna jinên azadî û aştîxwaz kir

Jinên ji bajarê Kobanê, pêşengiya jinan a ji merasîma îmhakirina çekan û koma Aştî û Civaka Demokratîk re wek gavek dîrokî bilêv kirin. Jinan diyar kirin sekna Besê Hozan helwesta hemû jinan pênase kir.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk, koma Aştî û Civaka Demokratîk ku ji 30 gerîlayan pêk hat, bi merasîmekê çekên xwe şewitandin.

Merasîma şewitandina çekan ku li şikefta Caseneyê a li Silêmaniya Başûrê Kurdistnê pêk hat, bi rêveberî û pêşengiya hevseroka Konseya Rêvebera KCK’ê Besê Hozat birêve çû.

Helwest, sekin û pêşengiya Besê Hozat, bandoreke mezin li ser hemû jinên Kurd kir. Jinên ji bajarê Kobanê jî, kêfxweşî û hestên xwe yên di vî warî de anîn ziman.

‘Jinan serkeftina berxwedana 52 salan ragihandin’

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a bajarê Kobanê Bêrîvan Ismayîl diyar kir ku serketina berxwedana 52 salan ji aliyê jinan ve hatiye ragihandin û wiha got: “Merasîma îmhakirina çekan a ji aliyê PKK’ê ve hat kirin, bi pêşengiya Besê Hozat ve pêk hat. Weke gelê Kurd em agir mîna perçeyek ji hebûn û nasnameya xwe dibînin, tovê me tovek ji agir e ku ev agir di rojên Newrozan de geştir dibe. Agir berdana çekan jî ji bo me heman wateyê dide. Me bi agir derbasbûna pêvajoya aştî û aramiyê ragihand ku pêşengên wê jin in. Ji bo vê jî ez dikarim teqez bikim ku hevala Besê nûnertiya vîna me hemû jinên Kurd kir. Jinên Kurd di nava PKK’ê û di rêwîtiya 52 salan de, têkoşîneke bê hempa dan meşandin û roleke dîrokî lîstin. Me îlham ji jinên di vê astê de girt, pergal û bîrdoziya ku Rêber Apo ji bo şoreşgerên PKK’ê pêşkêş kir me jî li herêmên xwe piratîka wê jiyan kir. Bi taybetî bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re, me dikaribû em vê pêşengiya ku ji PKK’ê destpê kir dorfereh bikin û bi hemû jinan bidin naskirin.”

‘Em ê di xeta Apoyî de têbikoşin’

Bêrîvan Ismayîl anî ziman ku Besê Hozat pênaseya nasnameya siyasî, civakî û leşkerî ya jinê dike û wiha pê de çû: “Jinên Kurd dikaribûn nasnameya xwe ya siyasî, civakî û leşkerî ava bikin, ev yek di kesayeta hevala Besê Hozat de derket holê. Ev destkeftiyekî binirx e ji bo me ku jin pêşengiya raghandina serketina pêvajoya 52 salên berxwedan û têkoşînê bikin. Ev sekin, bawerî û biryardariya me ya avakirina gerdûneke azad, aştiyane û demokratîk, mezintir kir. Ji bo vê jî em bi dil û can vê pêşengiyê hemêz dikin û soz didin hemû jinên têkoşer di xeta Apoyî de têdikoşin. Emê şoreşa jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mezintir bikin û hemû jinan di nav de hembêz bikin.”

 ‘Piştî înkar û qirkirinê Kurd û Kurdistan hene’

Endama Şaredariya Gel a navçeya Qinê ya bajarê Kobanê Dîjle Berkel bi van gotinan bal kişand ser bandora bîrdoziya Abdullah Ocalan û têkoşîna PKK’ê ya li ser rewşa gelê Kurd: “Ne ji demeke dûr, lê belê beriya 50 salan jî her kesî hebûn, nasname, çand û welatê gelê Kurd înkar dikir. Weke gelê Kurd yê li Rojavayê Kurdistanê ku rûbirûyê êrîşên dijwar yên qirkirin û înkara rêjîma Sûriyeyê dihatin, jiyan, çand, ziman, xwendin, axaftin û hemû tişt ji naveroka xwe derketibû. Ev rewş di hemû parçeyên Kurdistanê de dihat jiyîn. Bi derketina Rêber Apo û PKK’ê re, ev pêvajo bi temamî hat guhertin. Kurdên li ber pencên qirkirinê ji nû ve hatin zindîkirin, em niha bi zimanê xwe yê dayîkê dijîn, çanda xwe pêk tînin û nasnameya xwe ya resen bikar tînin. Ji ber vê jî êdî her kes dizane û dibêje ku Kurd hene û Kurdistan heye.”

‘Sekna di merasîmê de pênaseya hêviyên jinan e’

Dîjle Berkel bilêv kir ku Abdullah Ocalan di doza azadiya jin de şoreş pêk aniye û wiha berdewam kir: “Kurd û Kurdisan çiqas mêtînger bûn, rewşa jinan xirabtir bû ku asta koletiyê jî derbaskirin. Di vî warî de Rêber Apo ji bo azadiya jinan bi taybetî şoreş pêk anî. Anha jin dikarin behsa dîroka koletî, têkoşîn û azadiya xwe jî bikin. Di vê pêvajoyê de jin rola xwe jî dilîze û heta hemû enerjiya xwe jî daye vê têkoşînê. Mînaka vê ya herî şênber jî, sekna hevala Besê bû. Hevala Besê bi hêz û biryardiya xwe, têkoşîn û xeyalên jinan yên 52 salan pênase kir. Ew sekin diyar dike çima Rêber Apo jinan weke garantorê serkeftina pirojeyên xwe dide nîşandan.”

‘Êdî erk û misyonên dîrokî ji me tên xwestin’

Rêvebera Komîteya Civakî ya Kongra Star Hêvîn Miho da diyarkirin ku jin derbasî qonaxeke din a dîrokî dibin û wiha got: “Jinên Kurd bi PKK’ê re dest bi têkoşîna hişmendî û bîrdozî kirin, piştre bi pêvajoya berxwedana çekdarî re cara yekemîn bû ku jin weke artêşekê rêbaza çekdarî jî bikar tînin. Ev ji bo me şoreşeke mezin e ku tu kes nikare înkar bike. Jinan bi têkoşîna bîrdozî û şerê çekdarî dikaribûn hemû heqîqetên hatine berovajîkirin careke din derxin ser dika dîrokê. Bi îmhakirina çekan û bi taybetî ji aliyê hevalên jin ve, em derbasî qonaxeke din a dîrokî dibin. Jixwe weke jin barê me giran û têkoşîneke mezin ji me tê xwestin, bi vê gava dîrokî re erk û misyonên me careke din mezintir bûn. Hevala Besê destpêka pêvajoyeke nû ji me re raghand û emê weke jin bi dil û can tevlê bibin û xwedî lê derkevin.”