Jinên Kobanê: Berxwedêrên me yên li Helebê rûmeta gelekî parastin
Jinên ji bajarê Kobanê yê kantona Firatê li dijî êrîşên HTŞ’ê yên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê piştevaniya xwe teqezkirin û gotin: “Berxwedêrên me yên li Helebê rûmeta gelekî parastin.”
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê – Çeteyên HTŞ’ê ku ji 6’ê Çile ve taxên Kurdan yên Helebê, Şêx Meqsûd, Eşrefiyê û Benî Yezîd dorpêçkirin e, ev 6 roj in ku taxan bi dijwarî bombebaran dikin. Di encama êrîşên dagirkeriyê de heta niha bi dehan zarok, jin û gel hatin qetilkirin û bi sedan birîndar hene.
Li dijî êrîşên çeteyên HTŞ’ê ku ev 5 roj in dewam dikin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gel şêniyên taxan bi berxwedaneke mezin bersivê didin êrîşan û hebûna xwe diparêzin. Ji bo piştevaniya bi berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê re, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê seferberî raghandin ku ji 9’ê Çile ve karwanên gel ber bi Helebê ve diherikin.
Jinên ji bajarê Kobanê yê kantona Firatê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bertekên tund nîşanî êrîşan dan û bi riya ajansa me piştevaniya xwe raber kirin.
‘Gelê me bi zanebûn tê qirkirin’
Necemê Kenjo ku da diyarkirin wan roj û şevên xwe ji bo piştgiriya bi Şêx Meqsûd û Eşrefiyê re kirin e yek, wiha got: “Weke dayîkeke ji bajarê Kobanê ku di vê şoreşê de kezeba xwe da, em sekin û biryardariya gelê xwe yê li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ji dil ve silav dikin. Cîhan hemû dibîne ku gelê me hatiye dorpêçkirin û bi zanebûn tên qirkirin.”
‘Şêx Meqsûd û Eşrefiyê navnîşanên rûmetinê ne’
Necmê a got dibêje; Vîn û berxwedana me li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê biseket. Wiha hestên xwe anîn ziman: “Weke gel em ji dorpêç, topbaran û qirkirinan natirsin ku berxwedana 5 rojan vê biryardariya me nîşan dide. Em gelekî wiha ne ku ji bo parastina rûmet, welat û hebûna xwe berxwedaniyeke bê hempa raber dikin. Ji xwe karwanê gel yên piştevaniyê ber bi Helebê ve rêket, ev hevgirtina gel a ji bo rûmetê tê wateya misogerkirina serkeftinê. Çawa ku berxwedana me li bendava Tişrînê bi encam bû, emê careke din li Dêrhafir, Eşrefiyê û Şêx Meqsûd bighêjin heman encamê.”
‘Kurd serî natewînin û teslîm nabin’
Herî dawî Necmê bi gotina; Emê teslîmkariyê di dilê dagirkeran de bikin derd, helwesta xwe wiha nîşan da: “Emê di dilê dagirkeran de dagirkerî û teslîmkariyê bikin derd û kul. Kurdan xilas nabin, Kurd serî natewînin û Kurd gavan paşve navêjin. Em bi sedan dispêrin axê û bi hezaran jî xwedî li vê mîrate û rêyê derdikevin.”
‘Gelê me destanên qehremaniyê dinvîsin’
Li aliyekî din Emîne Yasîn a destnîşan kir ku vîna gel hêza du dewletan têk bir, wiha got: “Ji qada Jina Azad a bajarê Kobanê em silavên xwe yên bê dawî ji bo berxwedana gelê xwe yê li Helebê dişînin. Ev 5 roj in ku çete bi hêzeke mezin ya çekdarî û cebilxaneyeke mezin hewil didin ku du taxên me kontrol bikin. Ez ji bo vê yekê dibêjim ku mijar ne tenê bi gotin û hewildanê ye, mijar biryardarî û berxwedanî ye. Cîhan hemû jî dizanin ku gelê Kurd xwedî vîn û berxwedaneke bi çi rengî ne û dikarin destanên çawa binvîsin.”
‘Şervanên me canê xwe dikin mertal’
Emîne di domandina axaftina xwe de got: “Çeteyên ku li seranserî Sûriyê komkujî pêk anîn, hewil didin e ku gelê me di heman kiryaran re derbas bikin.” Emîne Yasîn bi van gotinan berxwedana gel pênase kir: “bila ew nefikirin ku em Kurd weke herêmên din yên Sûriyê ne, ji bo vê jî bersiva gelê me ya di van 5 rojên berxwedanê de ev peyama me zelal kir. vaye li dijî tang û topên dagirkeran şervan û gulîmorên me çalakiyên fedayî dikin û taxên xwe bi canê xwe diparêzin.”
‘Emê xwe bighînin gelê xwe’
Emîne Yasîn di dawiyê de ev peyam parve kir: “Em weke Kurd îroj pêvajoya hebûn û tunebûnê dijîn, ji bo vê jî divê hemû Kurd îroj xwedî li rûmeta xwe derkeve. Peyama me ji bo berxwedêrên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê re eve; li benda gelê xwe bin em tên piştevaniyê.”