Jinên Kobanê bersiv dan banga seferberiyê

Bi hezaran şêniyên Kobanê, bersiv dan banga seferberiyê û ji bo desteka bi QSD’ê û YPJ’ê re, daketin qadan. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li dijî planên tunekirinê yên li ser gelê Kurd, dê têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin.

Kobanê- Bi hezaran kesên ji bajarê Kobanê, ji bo bersivdayîna serferberiya giştî, bi armanca destekdayîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) daketin qadan. Di daxuyaniya hatiye dayîn de hate destnîşankirin ku li dijî êrîşên cîhadîstên Heyet Tahrir el-Şam (HTŞ) li dijî bajarok û bajaran, dê têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin.
 

Bi hezaran keç, xort û şêniyên Kobanê daketin qadan û li dijî êrîşên çeteyên hikûmeta demkî li kêleka QSDˊê û YPJˊê sekinîn.
 

Li ser navê girseyê, endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Arîn Kobanê got ku ew ê parastina gelê xwe bikin û destnîşan kir ku hêzên dagirker û çete, Kurdan mîna şirîka vê dewletê qebûl nakin û got ku ew îro li diji çeteyên DAIŞˊê yên nû şer dikin.
 

Arîn Kobanê diyar kir ku Kobanê ne cihê seyranê ye, çawa di berxwedana 2014ˊan de bû goristana DAIŞˊê, wê careke din bibe goristana çeteyên hikûmeta demkî yên bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker. Arîn Kobanê got ku bi hêzên xwe yên leşkerî yên ku parastina Kobanê û tevahî Rojava dikin, bawer bin.
 

‘Emê lê kêleka zarokên xwe bin’
 

Ferîce Alî ku beşdarî daxuyaniyê bû, bi bîr xist ku berxwedana Kobanê dinya ji wehşeta DAIŞ’ê rizgar kir û ji bo parastina hemû destkeftiyên şoreşê dê li kêleka hêza xwe bin.
 

Bakira Şengal diyar kir ku cîhadîstên HTŞ’ê li herêmên bi taybet li dijî jin û zarok û gelan sûcên giran dikin û got: “Em ê li kêleka zarokên xwe bin, emê doz û hebûna xwe biparêzin. Ez bang li gelê Kurd ên çar parçeyên Kurdistanê dikin ku beşdarî seferberiya giştî bibin û banga yekîtiya neteweyî dikim.”
 

Her wiha Fadîle Nebio jî, piştevaniya xwe anî ziman û wiha got: “Em wek jin û gelê Kobanê, li dijî hemû planên ku hebûna Kurdan dikin hedef bisekinin.”