Jinên Kelekê: Ji ber ku em Kurd bûn rûniştin û temaşe kirin

Li gundên Xana Axpar û navçeya Şemrexê ku bi hilatina rojê re wêraniyeke mezin derket holê, gel kesên xwe yên winda defin dikin. Jinan bi gotina: “Rûniştin û li agir temaşe kirin” bertek nîşanî destwerdana dereng dan.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Şewata ku li Çinar û Mazîdagî derket danê vê sibehê hat kontrolkirin. Dema ku wêranî bi hilatina rojê re derket holê, hate dîtin ku ji xaniyan heta zevî û heywanan gelek tişt bûne xwelî. Li gorî gundiyan şewata ku qadeke pir berfireh girtiye ji ber têlên elektrîkê derketiye û di mudaxeleya destpêkê de herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Şewat danê sibê hat kontrolkirin

Li gelek gundan ka, sewal û embar zirareke mezin dît, li herêmê ji ber şewatê her du aliyên rê reş bûn. Di şewata li gundê Gelekê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. Kesên ku jiyana xwe ji dest dane îro tên definkirin, helîkopterên vemirandinê yên ku di dema şewatê de tunebûn li derdora gund digerin.

Hat hînbûn ku 4 kesên li gund ji bo ku kesekî di nav agirde maye rizgar bikin hewl dane agir vemirînin. Li gundê ku ji heman malbatê 2 bira jiyana xwe ji dest dan, jinan bertek nîşanî destwerdana dereng dan.

'Me ne îtfaiye û ne jî ambulans dît'

Jinan diyar kirin ku piştî şewatê tevî qêrîna wan kes nehat alîkariya wan û bal kişandin ser destwerdana piştî bûyerê û gotin: "Ji ber ku em Kurd in ev kirin.” Jinan di berdewamiya axaftina xwe de wiha gotin: “Dixwazin em bimirin û biqedin. Lê em neqedin. Piştî ku mêr çûn me hewl da ku mudaxeleyî şewatê bikin, lê dewlet li wir nebû. Me ne îtfaiyeya dewletê ne jî ambulans nedît. Me cesedên xwe ji zeviyan û ji destên gel girtin. Me tu helîkopter û alîkariya dewletê nedît. Em li vir bûn, her kesî li agir temaşe kir, kes nehat alîkariya me. Em baş dizanin ku çima ev yek kirin. Me wek dijmin dibînin. Tiştekî ku bînin serê me nema.”