Jinên karker û xizaniya jinan: Jin di nava du mesaiyan de dijîn

Îstîhdama jinan, xizanî û mercên bê ewle yên xebatê, îsal jî rojev in. Tulay Korkutan, bal kişand ku ji bo di heman karî de heman mûçe hebe, jin di xebatên bi temînat de bixebitin û di têkoşîna sendîkal de bi hêz bibin dê têkoşînê bidomînin.

 ELÎF AKGUL

Stenbol – Bi nêzbûna 8’ê Adar Roja Jinên Cîhanê re, tabloya îsîhdama jinan û xizaniya wan, careke din nîşan dide ku dê têkoşîn bidome. Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîk a Tirkiyeyê, rêjeya îstîhdamkirina jinan ji sala 2024’an ve, nêzî ji sedî 32–33 ye, rêjeya tevlûbûna xebatê, ji sedî 36 e. Bêkariya jinan a herî kêm tê pêşansekirin ji sedî 11–12, bêkariya jinên ciwan jî ji sedî 24 zêdetir e. Li gorî daneyên DÎSK-AR’ê pênaseya berfireh a bêkariya jinan ji sedî 37 e. Rêjeya jinên ku bê qey dixebitin jî ji sedî 32,9 e.

Ji Sendîkaya jinan û Komeleya Hevgirtina Jinan ÎMECE Tulay Korkutan, diyar dike ku jin di karê wekhev de mûçeya wekhev nagirin, li cihên kar rastî mobbing û tacîzê tên. Tulay Korkutan, got ku bere jinan didin karên bê temînat, berpirsyariyên wan ên di malbatê de vê pêvajoyê diyar dikin. Her wiha bal kişand ku xizaniya jinan tenê kêmbûna dahatê nîn e, di heman demê de tê wateya xizaniyê. Tulay Korkutan diyar kir ku jin di sendîkayan de têm tên temsîlkirin û got ku divê ev qad bi têkoşîna jinan were berfirehkirin.

Keda jinan û têkoşîna ku ji bo ‘heman kar heman mûçe’ didin didome

Tulay Korkutan bi gotinên; “Ber bi 8’ê Adarê ve divê mirov li ser pirsgirêkên ku jinên karker dijîn biaxive” diyar kir ku jin di warê îstîhdamê de neçarî cihên bi mesaiya kêm û bê temînat dibin, ev yek bi polîtîkayên AKP’ê ve girêdayî ye û wiha domand: “Em îro dema polîtîkayên xwe diyar dikin, yek ji rojevên me yên herî girîng jî keda jinan an jî pirsgirêkên ku em di warê îstîhdama jinan de dijîn e. Pirsgirêka herî mezin a ku jin li cihên kar dijîn ew e ku ji bo heman karî heman mûçeyê nagirin. Ango jin bi mêran re heman karî bikin jî heman mûçeyê nagirin. Di ser de jî li cihên kar rastî mobbîng ku tacîzê tên. Desthilatdariya AKP’ê vê xistiye meriyetê: Jin di karên demkurt û bê temînat de ne lewre polîtîkaya AKP’ê ya ji bo ahenga di nabera jiyana xebatê û ya malê heye. Ev çi ye? Jin li malê gelek karan dikin, mirovan xwedî dikin, karê malê dikin. Ji ber wê zêdetir di karê demkurt û bê temînat de dixebitin. An jî dema ku zarokên wan û extiyar li malê hebin, berpirsyar jin in. Dema em dinêrin niha ji bo jinan, polîtîkayeke taybet tê meşandin: Ji bo jinên ku dixebitin, bi gotina ‘mizgînî’ bernameyan eşkere dikin. Dibêjin ku hejmara jinan di îstîhdamê de zêde bûy lê dema em li lêkolînên li ser Karên Jin an jî DÎSK-AR’ê dinêrin, dibînin ku cihgirtina wan a di îstîhdamê de di esasê xwe de di karên demborî û bê temînat de ye.”

‘Dem jî ji bo jinan tune ye’

Hevoka xizaniya jinan, tenê bi kêmasiya dahatê bi sînor nîn e, xwedî gelek pirsgirêkan e. Di mercên krîza aborî û zêdebûna bihayê her tiştî de, jin zêdetir bi bandor dibin. Hem di warê mûçe hem jî kedê de barê giran hildigrin û ev rewş di jiyana rojane ya jinan de tabloyeke weke ‘tunebûna demê’ çêdike. Jin bixebitin jî nexebitin jî ji ber berpirsyariyên nava malê, dem têra wan nake.

Tulay Korkutan li ser vê mijarê wiha dibêje: “Xizaniya jinan, zêdetir li ser mijara aborî tê gotin ev girîng e lewre heta ku jin di îstîhdamê de tunebin, di warê aborî de azad nabin lê li aliyekî jî tunebûna demê heye. Ev çi ye? Dixwazî em li malê bin, dixwazî li derve bixebitin, di jiyana me de dem ji me re tune ye. Ji ber wê jin di warê demê de jî xizaniyê dijîn ango dema wan tune ye. Dema mêran a li cihê kar û li malê, ji ya jinan pir zêdetir e û li gelek derên cîhanê ev wiha ye. Ev yek jî li pêşiya jiyana me, tiştên em dixwazin bijîn, tiştên em dixwazin bikin dibe astengî lewre vê rola ku ji me re hatiye dayîn, keda li malê bi temamî li ser milên jinan hatiye hiştin. Dema ku em ji huner, siyaset, hevalên xwe re veqetînin li gorî  dema mêran pir kêm e. Ji ber ku mêr ji vê berpirsyar nîn in û pergal jî bi kapîtalîzm û patriyarkayê re vê rewşê ava dike, her diçe pirsgirêk zêdetir dibe. Di van rojên ber bi 8’ê Adarê ve em ê ji bo keda xwe, ji bo mercên me yên li cihên kar baştir bibin, li dijî tacîza mobbînge, ji bo ku em di heman karî heman mûçeyê bigrin em ê dengê xwe bilind bikin.”

Du mesayî û xebata bê temînat

Tulay Korkutan diyar kir ku asta jinan a di jiyana xebatê de, bi keda wan a nava malê re tê nirxandin got ku karkeriya malan a bi mûçe û keda xwedîkirinê, di mercên bê ewle de tên kirin. Tulay Korkutan got ku jin bi “du mesaiyan” dijîn, da zanîn ku keda nava malê ya ku ji aliyê civakî ve tenê peywira jinan tê dîtin, bûye sedem ku bêtemînatî kûrtir bibe û wiha domand: “Mesela karkerên malê hem diçin li malan paqijiyê dikin, hem jî li malên xwe dixebitin. Ev rol hemû li ser me hatine ferzkirin. Jin bi du mesaiyan dixebitin. Jin bi rastî jî yên herî bê temînat in. Mesela ger mêran karkeriya bi pere ya malê bikirana dê xwedî temînat, malnişînî û statuya zagonî ya mafê sîgortayê bûna lê ev kar ji ber ku tenê yên jinan tên dîtin, weke karkerên malan bixebitin jî bêyî temînat, sîgorta, mercên kar ên baş û ewlehiyê dijîn.”

 Di sendîkayan de temsîliyeta jinan

Sernavê rêxistibûna sendîkal jî weke perçeyek ji nîqaşa li ser keda jinan derdikeve pêş. Tulay Korkutan diyar kir ku li Tirkiyeyê rêjeya sendîkayîbûnê bi giştî kêm e û da zanîn ku jin di rêxistinên sendîkayan de kêmtir in, di astên rêveberiyê de jî zêdetir mêr hene. Tulay Korkutan anî ziman ku ji bo jin zêdetir di sendîkayan de cih bigrin divê guherînên pergalî çêbibin, bal kişand ser astengiyên ku jin di qadên sendîkayê de rastî wan tên û got ku ji bo rakirina van astengiyan divê guherînên saziyî werin kirin û wiha bi dawî kir:

“Li Tirkiyeyê mixabin rêjeya sendîkayîbûnê pir kêm e lê dema em li vê tabloyê dinêrin dibînin ku hejmara jinan kêmtir e. Di rêveberiya sendîkayên girêdayî DÎSK'ê de, di gelek sendîkayan de jin hene lê dema em bi giştî dinêrin mixabin dibînin ku di nava rêxistinbûyîna sendîkal de jin pir kêm in. Bêguman gelek sedemên vê yekê hene lewre gelek pranga bi lingên me ve hene. Dema ku em diçin sendîkayek, an jî dema ku em di têkoşînê de dixwazin bibin kirde divê em wan prangayan bi awayekî derbixin da ku em jî bikaribin weke mêran bi hêsanî siyasetê bikin. Jixwe mêr jî nahêlin em bikevin wê qadê ji ber wê divê em ji xwe re re vekin. Bêguman derxistina prangayan wisa hêsan nîn e. Îcar ku mêr ewqas di rêveberiyê de zêde bin, cih li jinan teng dibe. Di nava sendîkayan de ji bo ku jin zêdetir di sendîkayan de cihê xwe bigrin divê em di vî warî de polîtîkayan bi pêş bixin. Sendîkayek divê tekez li navenda xwe kreşê ava bike da ku jin bikaribin ji bo civînan biçin, prangayên bi lingên me ve hinek siviktir bibin. Ev wisa ji jor ve, bi daxwaza ji hinek kesan an jî ji mêran nabe. Jin bi xwe vê yekê dikin, ji bo vê têdikoşin.”