Jinên karker li Tûnisê bi kêfî ji kar tên derxistin
Di pêvajoyeke ku jin ji bo mafên xwe yên kar û di her mijarê de têdikoşin de, tabloya zehmetiyên ku bi hezaran jinên li Tunisê bi awayekî bêdeng di kargehan de dijîn derdikeve pêş.
ÎXLAS HAMRONÎ
Tûnis – Tûnis di qeyraneke cidî ya mafên mirovan de derbas dibe; zextên li dijî parêzvan û aktîvîstên mafên mirovan, rawestandina xebatên komeleyan, karkerên pîşesaziyê yên Tûnisî di bin zehmetiyên rojane, neheqî û şert û mercên dijwar de dixebitin û dema daxwaza mafên xwe dikin, bi awayekî kêfî ji kar tên derxistin.
Maryem Boualaq a 45 salî ji Sidi Bouzidê, di sala 2008’an de piştî ji ber nebûna kar hêviya xwe li bajarê xwe winda kir û berê da paytext Tûnisê. Piştî lêgerîneke dirêj, li kargehek tekstîlê kar dît lê piştî hewldan û keda 5 salan, ji ber ku daxwaza başkirina şert û mercên xebatê kir, bi awayekî kêfî ji kar hat derxistin.
Şert û mercên kar ên zehmet û muameleya xirab
Maryem Boualaq, wiha behsa şert û mercên kar ên zehmet kir: "Ji ber ku li Sidi Bouzidê derfetên kar tunebûn, hatim Tûnisê lê rewş ji texmînên min pir dijwartir bû."
Maryem Boualaq, diyar kir ku hin kargeh li gorî pergala vardiye tevdigerin û wiha axivî: "Em ji bo vardiye siherê divê saet di 4 an jî 5’an de ji malê derbikevin û ji bo vardiya evarê jî saet 11’an. Ruxmê vê yekê jî me tu rêz û teqdîr nedît. Di her fersendê de qîr dikin em nexweş bin jî me neçarî xebatê dikin.”
‘Paşeroja min a li wir tarî bû’
Maryem Boualaq, bi van gotinan serpêhatiya xwe vegot: "Ez neçar bûm di dema perwerdeya xwe de bixebitim lê kesê rêbaza rast ji min re venegot, hewl nedan tiştan hêsantir bikin an jî hêdî hêdî fêrî min bikin. Ez hemû tiştan bi riya tecrubeya xwe fêr bûm. Kargehê tu piştgirî yan alîkarî jî neda. Paşeroja min a li wir tarî bû."
Maryem Boualaq diyar dike ku ruxmê hemû ked û hewldanan jî mûçe pir kêm bûye û wiha didomîne: "Me saetên dirêj kar dikir û em rastî şert û mercên dijwar dihatin, mafên me neketibûn bin temînatê.”
Daxwaza mafan û bi awayê kêfî derxistina ji kar
Maryem Boualaq, der barê tecrubeya xwe ya hiqûqî de wiha got: "Ji ber ku hinek qanûnan dizanibûm, min fêm kir ku ev şert û mercên xebatê yên dijwar bi mafên me re li hev nakin û kargeh keda xebatkaran dixwin. Dema ku min daxwaza zêdekirina mûçe û îkramiyeyê kir, rêveberiyê vê yekê mîna li dijî derketinek dît û bi lêpirsînek devkî min ceza kir.”
Maryem Boualaq, ruxmê bersiva redkirinê jî dev ji têkoşînê berneda û parastina mafên karkeran ên hatine dîzin domand. Rêveberiyê jî rêbazên xwe yên cezakirinê curbecur kir. Maryem Boualaq, ji bo daxwaza mafên xwe, bi hevalên xwe re axivî û dema ku wan jî nerazîbûna xwe diyar kirin, rêveberî hêrs bû, Maryem Boualaq bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ma.
‘Ez bêyî tezmînat ji kar hatim derxistin’
Maryem Boualaq, sedema derxistina ji kar bi awayekî kêfî wiha anî ziman: "Min tehemula hemû şert û mercên dijwar kir; em di vardiyeyên şevên dirêj de xebitîn, havînê germahiya zêde û zivistanê jî sermayek pir zêde hebû. Dema ku min piştî paşguhkirin û îhmalkirina 5 salan, daxwaza mafên xwe kir, bêyî tezmînatek ji kar hatim derxistin."
Maryem Boualaq, piştî ji kar hat derxistin, hewl da karê xwe biparêze û biryara derxistina ji kar red kir û serî li sendîkayê da. Lê belê hewldanên wê yên ji bo têkilîdanîna bi sendîkayê re jî bêencam man. Ji sendîkayê hîn bû ku di kargehê de sendîkaya karkeran nîn e û lewma bi rêveberiyê re pêkanîna danûstandin zehmet bû.
‘Piraniya karkeran bi bêdengî êşê dikşînin’
Maryem Boualaq bêkar ma û ji bo dabînkirina debara xwe di gelek karên demsalî de xebitî. Ji firoşgehek biçûk bigre heta xebata li nanpêjxaneyê karên curbecur kir û hewl da kirê, av, elektrîk û pêdiviyên xwe yên rojane dabîn bike. Maryem Boualaq, piştî zehmetî û bêewlehiyek dirêj, biryar da vegere Sîdî Bouzid û cihe karê xwe yê biçûl vebike. Maryem Boualaq, got: "Hemû cihên kar şert û mercên bi ewle pêşkêş nakin. Piraniya karkeran bi bêdengî êşê dikşînin."
Maryem Boualaq, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Min tenê xwest bi awayekî bi rûmet bijîm. Yekane daxwaza min edalet û rûmet bû. Min mafên xwe yên rewa xwest. Min gelek tişt winda kirin lê ez fêr bûm ku divê mirov li dijî zulmê bisekine û her gav hewl bide jiyan û şert û mercên xebatê yên kesên li dora xwe baştir bike."
Di kargehan de bêdengiya mecbûrî
Tecrubeya Îhsan Ben Mohamed ji ya Maryem Boualaq cudatir nîn e; xebata bi darê zorê û bêdengiya di hinek kargehan de tê ferzkirin nîşan dide.
Îhsan Ben Mohamed a 48 salî, ruxmê ku ji zanîngehê bûye jî karek guncaw nedîtiye û piştî lêgerîna bi salan biryar da ji bo debara xwe di kargehan debixebite. Îhsan Ben Mohamed, wiha got: “Ez li Sousse û paytexta Tûnisê bûm xwedî gelek tecrubeyan; neçar mam di kargehên hevîr, elektronîk û tekstîlê de bixebitim lê şert û mercên wan pir dijwar bûn.”
Îhsan Ben Mohamed, diyar kir ku wê negotiye ku ji zanîngehê mezûn bûye û wiha axivî: "Min tenê got ez mezûna lîseyê me, ji ber ku kargeh mirovên xwedî perwerdeya bilind qebûl nakin. Ditirsin ku daxwaza mafên xwe bikin. Piraniya tecrbubeyên min ên kar kurt bûn, an ez ji ber westandinê derketim an jî ji kar hatim derxistin. Ez carek ji ber asta xwe ya perwerdeyê ji kar hatim derxistin.”
Karkirina darê zorê
Îhsan Ben Mohamed, wiha got: "Xebata li kargehan bi taybetî ji bo jinan zehmet bû, ji ber ku pergala vardiyeyê hebû, ya herî zehmet jî vardiyeya şevê bû. Em ji bo hilberînê her dem li ser piyan bûn. Her wiha şert û mercên xebatê ji rêzdariyê dûr bûn û lîderên tîman karmendan neçar dikirin ku rêveberiyê razî bikin.”
Îhsan Ben Mohamed, da zanîn ku demên bêhnvedanê nîv saetê heta saetekê diguherin, derbasbûna kar a kadroyî xeyalek e, peyman mehane yan jî nîvî salê dihatin nûkirin û piranî caran hincet jib o derxistina ji kar dihatin çêkirin. Îhsan Ben Mohamed, destnîşan kir ku mûçe li gorî karê ku hatiye kirin kêm e û daxwazên ji bo mafan bi muameleya xirab an derxistina ji kar tên pêşwazîkirin.
‘Kargeh keda jinan dixwin’
Îhsan Ben Mohamed, wiha got: "Kargeh keda jinan dixwin, ji ber ku hêza kar a li Tûnisê erzan e lê temînata maf an ewlehiya civakî nîn e."
Şahidiyên Maryem Boualaq û Îhsan Ben Mohamed, tenê du mînak in. Vegotinên wan jiyana rojane û têkoşîna ji bo rûmetê ya bi hezaran jinên karker ên li Tûnisê nîşan didin. Têkoşîna ji bo jiyanê, bi tunebûna çavdêriyê, parastina civakî ya qels û bêewlehiya kar re dibe yek ji rûyê herî berbiçav ên qeyrana aborî û civakî yên li welat.