Jinên ji Xezayê bi cihêkariyê re rûbirû ne

Jinên ji Xezayê ji ber desthilatdariya mêr ku hewl dide nasnameya jinê tine bike û statûya wê xirab bike, rastî zext û cihêkariyê tên û ji maf û pêdiviyên xwe yên rewa yên bingehîn bêpar mane.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvaa Xezayê herî zêde bandorê li jin û zarokan dike. Li Zîvala Xezayê li dijî jin û zarokên ku ji ber şer berdêlên giran didin, gelek binpêkirinên mafan tê kirin. Şert û mercên însanî yên li Xezayê ji ber dorpêçkirina berdewam, astengkirina xizmetên bingehîn, nebûna xwarin, ava paqij û tenduristiyê xirabtir dibe.

‘Di wergirtina alîkariyan de jin bi cihêkariyê re rû bi rû ne’

Maha El Şamî ya Filistînî ku dayika zarokekî ye li bakurê Xezeya dorpêçkirî dijî. Maha El Şamî wiha got: “Hevjînê min dema dixwest ard bîne malê birîndar bû. Ji ber ku hevjînê min birîndar bû, tu çavkaniyeke me ya debarê tune, lewma jî ez li kar bigerim da ku xwarinên rojane peyda bikim. Min jî wek kesên din daxwaza alîkariyên mirovî kir, lê rêveberiya berpirsyar ev mafê min red kir. Dema ez vegeriyam û min mafê xwe xwest, bi min re nîqaş kirin. Ev muameleya neheq dide xuyakirin ku jin di dema wergirtina alîkariyê de çiqasî rastî cudakariyê tên. Di arîkariyê de bêtir pêşî li mêran tê dayîn."

‘Keda jinan tê binpêkirin’

Maha El Şamî diyar kir ku ji ber piştgiriyekê bes nîn e jin neçar dimînin li karên bi mûçeyên kêm bigerinû wiha domand: "Gelek carak keda jinan tê binpêkirin û mûçeyên kêm ên ku têra pêdiviyên bingehîn ên malbatên wan nakin, barê jinan a derûnî û fîzîkî zêde dike. Tevî 9 saetên xebatê jî dîsa bi mûçeyên kêm rastî binpêkirina kedê hatim. Alîkarî têra pêdiviyên xwarinê yên rojane jî nekir. Ger em li dijî mûçeyên kêm nerazî bin, em ê ji kar bên avêtin. Ev yek êşa ku ez her roj dikişînim û rewşa min xirabtir dike."

‘Divê civaka heremî û navnetewî hişyar be’

Maha El Şamî da zanîn ku ji ber ku hem jin hem jî koçber bûye rastî heqaretan hatiye û wiha got: “Ez ne yekemîn mexdûr bûm ku ji bo têrkirina malbata xwe êş kişandiye. Bi hezaran jinên mexdûr hene ku ji tirsa cezakirin an jî jicîhûwarkirinê bêdeng dimînin. Ji bo dadperwerî û wekhevî bê kirin divê mekanîzmayên belavkirina alîkariyan ji nû ve bê nirxandin û di belavkirina alîkariyan de şefafbûn hebe. Bê ku bi cihêkariyê re rû bi rû bên divê pêdiviyên hemû komên ji şer bandor bûne bên pêkanîn. Ji bo sivikkirina krîza mirovî ya ku herem di nav de ye civaka heremî û navnetewî, di warê misogerkirina mafê bingehîn ên jinan û ji tundî û cihêkariyê parastina wan de xwedî hewildan bin.”