Jinên ji Welatên Ereb ezmûnên şer û qeyranan parve kirin
Çalakvanên jin, tekez kirin ku divê di şer û qeyranan de ji alîkariya jinan wêdetir biçin û mafên wan, beşdarbûna wan a di pêvajoyên biryargirtinê û ji nû ve avakirinê de misoger bikin.
NEXEM KERACÊ
Filistîn- Navenda Karûbarên Jinan a Xezayê, duh bi hevkariya Tora Femînîst a Ereb, semînerek serhêl a bi sernavê "Di dema şer û qeyranan de mudaxeleya mirovî ya ji bo jinan- Ezmûn” li dar xist. Pispor û çalakvanên jin ên ji Filistîn, Sûdan, Yemen, Sûriye, Iraq û Lubnanê bi rêya Zoomê beşdar bûn. Di semînerê de pirsgirêkên ku jin û rêxistinên jinan li herêmên pevçûnê pê re rûbirû dimînin û rêbazên baştirkirina bersiva mirovî ya ku hewcedarî û mafên jinan li ber çavan digre, hat nîqaşkirin.
‘Wêranî û koçberiya li Xezayê hewcedariyên jinan zêdetir kiriye’
Rêvebera Giştî ya Navenda Karûbarên Jinan a Xezayê Zeyneb el-Guneymî, diyar kir ku rêxistinên jinan berî êrîşên Îsraîlê jî çalak bûn, lê şer ji ber zêdebûna hewcedariyên mirovî û xirabûna şert û mercên jiyanê karê wan dijwartir kiriye. Zeyneb el-Guneymî, tekez kir ku wêranî û koçberiya li Xezayê hewcedariyên jinan zêdetir kiriye û got “Divê rêxistinên jinan ne tenê alîkariya awarte peyda bikin. Di heman demê de hişyariya li ser pirsgirêkên jinan jî bilind bikin, dengê wan bidin bihîstin û mafên wan biparêzin.”
‘Di xetereya tundî û êrîşa zayendî de ne’
Koordînatora Bernameyê ya Înîsiyatîfa Jinan a ji bo Aştiya Domdar a li Qahîreyê Suheyr Mehdî, destnîşan kir ku jinên li Sûdanê di dema pevçûnan de rastî gef, tundî û êrîşa zayendî hatine û wiha domand: “Debara malbatan zirar dît, mal û pereyên xwe winda kirin, malbat ji hev ketin û gelek jin neçar man ku bibin penaberên li welatên cîran. Pevçûnan parastina civakî qels kiriye û bi taybetî jinên ji cih û warên xwe bûne û ji piştgiriya malbatê bêpar in, di xetereya tundî û destdirêjiyê de ne.”
Banga dawîanîna pevçûnan
Çalakvana mafên mirovan a Yemenî Ola el-Sekaf jî banga dawîanîna pevçûnan û ji nû ve mîsogerkirina aştî û aramiyê kir. Ola el-Sekaf destnîşan kir ku jin barê herî giran ê şer, şert û mercên jiyanê yên xerabtir û astengiyên di xizmetên bingehîn de hildigrin.
Rêvebera Bernameyê ya Navenda Lêkolînên Siyasetê ya Sûriyeyê Şîrîn Seîd, kêmasiyên di destwerdanên çareserkirina hewcedariyên mirovên koçber a beriya şer, di pevajoya şer piştî şer de destnîşan kir. Şîrîn Seîd, ragihand ku nebûna alavên têrker a li dibistan û stargehên ku malbat lê digerin, pirsgirêkên cidî çêkirin û parvekirina ezmûnan rê li ber sûdwergirtina hevbeş vedike.
‘Parvekirina ezmûnan pir girîng e’

Çalakvana femînîst Henan Siyam, balkişand ser girîngiya parvekirina ezmûnên jinên li welatên cuda yên Erebî a bi jinên li Xezayê re. Henan Siyam da zanîn ku hevgirtin û danûstandina agahdariyê dê tevkarî ji pêvajoya başbûnê re bike û parvekirina dersên ji ezmûnên şer û qeyranên berê hatine hînbûn, ji bo xebata li Xezayê pir girîng e.
‘Divê piştgiriya ji bo jinan bidome’
Seroka Rêxistina Pêşxistina Jinan a Dalkê Suzan Sefer a ji Iraqê beşdarî semînerê bû, balkişand ser zehmetiyên ku jin di dema pevçûn û qeyranan de di gihîştina parastin û xizmetên bingehîn de dijîn. Suzan Sefer da zanîn ku berpirsiyariyên malbatî û aborî yên jinan zêde dibe û gihîştina wan a çavkanî û derfetan dijwartir dibe. Suzan Sefer, tekez kir ku piştgiriya ji bo jinan û bi taybetî jinên rastî tundiyê hatine û debara xwe winda kirine, divê piştî qeyranan jî berdewam bike û beşdariya jinan di ji nû ve avakirina civakê de bê mîsogerkirin.
‘Divê beşdarî pêvajoyên biryardayînê bibin’

Çalakvana mafên mirovan Randa Kadada jî, destnîşan kir ku pirsgirêkên ku jin li welatên cûda pê re rûbirû dimînin dişibin hev. Randa Kadada, tekez kir ku destwerdana mirovî divê tenê bi belavkirina alîkariyê ve sînordar nebe. Randa Kadada, destnîşam kir divê jin bibin hevkarên ku hewcedariyên xwe diyar dikin, pêşîniyên xwe şêwe bikin û beşdarî pêvajoyên biryardayînê bibin. Randa Kadada, her wiha daxwaza bicîhanîna biryara 1325 a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser Jin, Aştî û Ewlehiyê, mîsogerkirina beşdariya jinan a pêvajoyên biryardayîne û aktîfkirina biryara 1820 a li ser têkoşîna li dijî tundî û êrîşa zayendî ya di şer de, kir.
Banga bihîstina dengê jinan
Di dawiya semînerê de, hat destnîşankirin ku divê rêxistinên jinan ên herêmî bên xurtkirin, ji bo domandina çalakiyan a di demên qeyranê de divê çavkanî bên peydakirin û divê mekanîzmayên parastina jinan a ji tundî û êrîşa zayendî bên pêşxistin. Beşdaran, di semînerê de bal kişandin ser girîngiya gihîştina ewle ya jinan a ji bo alîkariyê û parastina mafên wan.
Beşdaran, ji bo ku jin beşdarî pêvajoyên ji nû ve avakirinê bibin û hevkariya di navbera rêxistinên jinan ên li welatên Ereb de bê zêdekirin, banga pêşxistina bernameyên demdirêj ên bi armanca bihêzkirina aborî û civakî li şûna alîkariya demkî kirin. Beşdaran, pêşniyar kirin ku ji bo jin bikaribin ezmûnên xwe yên şer û qeyranê parve bikin, platformek hevpar bê damezrandin.