Jinên ji Wanê: Ji bo ku pêvajo berdewam bike divê gavên şênber bên avetin
Jinên li Wanê ser gavneavetina dewletê di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de axivîn û tekez kirin ku divê pêvajo zêdetir neyê derengxistin û dewleta Tirkiyeyê di demeke zû de gavên berbiçav bavêje.
MEMÎHAN HILBÎN ZEYDAN
Wan – Sal û nîv di ser destpêkirina "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" de derbas bû. Her çendî ji roja ku pêvajo dest pê kiriye ve heta niha dihat hêvîkirin ku bi gavên beramber pêşve biçe jî gavên berbiçav ên ji hêla Kurdan ve ji bo lezandina pêvajoyê hatine avêtin, ji hêla dewleta Tirkiyeyê ve bersiv nedîtin. Gel, diyar dike ku divê dewleta Tirkiyeyê ji bo berdewamiya pêvajoyê gavên saxlem bavêje.
Her çend dewleta Tirk bi bêgaviyê di bersiva pêvajoyê de nekariye bersivê bide jî, gava sereke ya ku ji bo lezandina pêvajoyê tê xwestin, azadkirina girtiyan e û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê dike.
‘Em dixwazin gavek berbiçav ber bi pêvajoyê ve were avêtin’

Meryem Ulutekîn diyar kir ku der barê pêvajoyê de ji hêla Kurdan ve gelek gav hatine avêtin û got, "Wekî jinên ciwan û gelê Kurd, em alîgirên berdewamiya pêvajoyê ne. Pêvajoya nediyar e û zirarê dide me. Di civakên ku nakokî û tundî tê zêde dibin de, jin her gav bedelên herî giran didin. Bêçalakbûna pêvajoyê li her derê, tevî zanîngehan jî tê hîskirin. Ji bo ku pêvajo berdewam bike divê dewleta Tirk di zûtirîn demê de gavek berbiçav bavêje."

Sureyya Yaraşli, tekez kir ku pêvajo zêdetirî salek e berdewam dike û got: "Di vê pêvajoyê de, gelê Kurd gavên pêwîst û têrker avêt. Lê belê aliyê din gavek berbiçav neavêtiye. Em dixwazin gavek berbiçav ber bi pêvajoyê ve were avêtin. Bi taybetî, em li bendê ne ku bi serbestberdana girtiyên siyasî gav were avêtin."
‘Divê girtiyên siyasî bên berdan’

Yasemîn Bayit diyar kir ku ew ê dev ji têkoşîna ji bo gavên berbiçav bernedin û got: "Em li kolanan in da ku nîşan bidin gelê Kurd heye. Pêşî divê hebûna gelê Kurd ji hêla her kesê ve were pejirandin; divê ev gava yekem be. Divê tundî û zilma ku Kurd pê re rû bi rû dimînin bi dawî bibe, dewlet bi xwe li dijî wê bisekine. Girtiyên siyasî yên ku ji bo azadî û mafên gelê Kurd di girtîgehan de ne divê werin berdan. Girtiyên siyasî yên ku di girtîgehê de ne, zirar nedane kesê lê bi dehan salan e girtî ne. Gelek kujer û tecawizkar azad in lê siyasetmedar di girtîgehan de ne. Pêwîst e dewlet ji kesên ku dengê xwe bilind dikin netirse, azadiya wan misoger bike. Bi dagirtina girtîgehan bi girtiyên siyasî, biratî û xwşikîtî çênabe.”
'Divê statu were diyarkirin'

Endama Meclîsa Şaredariya Şaxê Evîn Karahan got: "Ji bo ku pêvajo bi awayekî saxlem berdewam bike divê dewlet demildest tedbîran bigre. Berî her tiştî divê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were misogerkirin û statuya wî bi qanûnî were naskirin.”

Zelal Ertug jî bal kişand ku divê pêvajoya aştiyê bi mijulkirinê neyê paşxistin û got: "Em zêdetirî salek e di vê pêvajoyê de ne. Em dixwazin niha gavek were avêtin. Em êdî naxwazin şer bikin; em jiyana bi yekîtî û bi hev re di cîhaneke xweşik de dixwazin."
‘Divê destpêkê girtiyên nexweş werin berdan’

Hevseroka navçeya Riya Armûşê ya Dem Partiyê Şevîn Polat, diyar kir ku ew dixwazin niha serkeftinê bi dest bixin û got: "Gelê Kurd ji bo aştiya ku bi salan e li hêviyê ne têdikoşe. Em jî dixwazin pêvajoya heyî bi aştiyê bi dawî bibe. Divê dewlet di demeke zû de gavek ber bi pêvajoyê ve bavêje. Pêvajo salek û nîv e berdewam dike lê dewletê heta niha tu gav neavêtiye. Gaveke sereke ya ku divê were avêtin, azadiya girtiyên nexweş û girtiyên siyasî ye."